Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man

img

STENBOL - Endamê Platforma Şanoyên Kadikoyê Berat Beyoglû diyar kir ku çalakiya boykotê ya ji aliyê CHP'ê ve hatiye destpêkirin bandorek neyînî li şanogerên serbixwe kiriye û wiha got: "Hejmara kirîna bilêtan gelekî kêm bûye. Ev rewş gihîştiye wê radeyê ku hunerê boykot bike."

Piştî lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hat vekirin, girtina gelek xebatkarên şaredariyê ku Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de ye, roja 19 'ê Adarê di rojevê de ye. Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel di 23'ê Adarê de dest bi çalakiyên boykotê kir.
 
Ji ber boykotê gelek konser û bername hatin rawestandin. Endamê Platforma Şanoyên Kadikoyê Berat Beyoglû anî ziman ku boykotê bandor li xebatên wan jî kiriye û zehmetiyan dikişinin. 
 
'ŞANOGER HER TIM HEDEFA YEKEMÎN IN'
 
Berat Beyoglu diyar kir ku boykot bi armanca kêmkirina xerckirinê ye, lê bandorê li hunera serbixwe jî dike û wiha got: "Şano heta roja îro ji aliyê rêveberiya siyasî ve wek şahiyek hat dîtin. Di her firsendê de şano û lîstok sekinandin. Dema şahê Erebîstanê mir jî şîn hat îlankirin û lîstikên şano nehatin kirin. Bi gotineke din, dema ku tiştek dibe, huner û şano yekem car dibe qurban. Ev boykot veguherî kampanya nekirîna bilêtan û boykotkirina hunerê. Şanogerên ku ji xwe ji aliyê aborî ve hema hema di asta girtinê de ne, ji vir jî dest bi lêdanê kirin."
 
Beyoglû da zanîn ku ji ber boykotê bi lînçkirinê re rûbirû dimînin û wiha axivî: “Em dikarin heta astekê boykota li hemberî organîzasyonên mezin fêm bikin. Lê belê rewşeke xetere ye ku di şanoyên serbixwe yên mîna me de bi temamî li ser bilêtan debara xwe dikin û bi giştî veguhere boykota hunerê. Ev ne tenê şanoyên li Kadikoyê ne. Li her derê ev boykot heye. Hejmara kirîna bilêtan gelek kêm bû. Em li ser medyaya civakî anonsên lîstikê dikin. Lîstikeke me ya bi navê 'Tecrîd' heye. Me di demên dawî da lîst. Di bin danezan û çîrokên wê lîstikê da şîrove hene; ‘Hûn alîgirê hikûmetê ne. Tu boykotê dişikînî' Em rastî lînceke cuda hatin. Lê belê em bi tenê hunera xwe çêdikin û hewl didin debara xwe bikin. Ti eleqeya me bi şikandina boykotê re nîne. Ev yek gihîştiye wê radeyê ku hunerê boykot bikin."
 
Beyoglû anî ziman ku huner her tim muxalîf e û wiha pê de çû: “Dema ku bajar ji aliyê Naziyan ve dihatin bombekirin, Pablo Pîcasso Gûernîca kir û bal kişand ser vê yekê. Wê tabloyê şer nîşan da û heta roja me ya îro zindî maye. Konserta Gîtarê ya Rodrîgoyê jî bi heman rengî weke reaksiyonekê derkete holê. Eger Bertolt Brecht di demên dijwar ên şer de hînê şanogeran vekirî bihêle, eger Almanya piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn cara yekemîn nexweşxane û şanogerji nû ve çêkiribe, divê em hêza şanoyê li vir bi kar bînin. Jixwe tişta ku em behs dikin ev e. Eger em bêjin, 'Em boykot bikin û perdeyên xwe bigirin' ev yek li şûna yên biryara boykotê didin wê bi kêrî aliyê din bê.”
 
BOYKOTEKE KU WÊ SÎSTEMÊ HILWEŞÎNE
 
Beyoglû têkildarî çalakiya boykotê wiha got: "Ez bi xwe berteka boykotê ya ji bo rawestandina aboriyê fêm dikim. Lê belê, ez difikirim ku divê ev tevgereke ku pergalê bi temamî kilîd bike, wekî greva giştî û rawestandina kar be. Divê veguhere tiştekî mîna ku her kes carekê kepçeyan bigire. Fikra min a din jî ew e ku berteka civakê, gel li cihekî bê arastekirin. Divê parçebûneke zêde nebe. Lîsteya boykotê divê her roj bê nûkirin. Divê armanceke bi tenê jî bê destnîşankirin. Çavkaniya pirsgirêka rasteqîn a li vir çi ye? Bêyî ku kesek behs bike em li derdorê digerin. Boykot veguheriye tiştekî bi vî rengî." 
 
Beyoglû herî dawî got ku weke Platforma Şanoyên Kadikoyê wê di meha Îlon û Cotmehê de festîvalê organîze bikin û bang li hemû kesî kir ku beşdarî bernameyên festîvalê bibin. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglu
 

Sernavên din

25/04/2025
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir