Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin

  • rojane
  • 09:50 18 Nîsan 2025
  • |
img

ENQERE - Rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş birayên hev Firat û Emrah Nebîoglû ku gelek nexweşîn bi wan re hene û bi awayekî kêfî rê li ber berdana wan tê girtin, her diçe bi nebaşiyê ve diçe.

Bi hezaran girtiyên nexweş li girtîgehên Tirkiyeyê têdikoşin. Girtî li dijî pêkanînên wekî muayeneya bikelmeçe, raporên Saziya Tiba Edlî (ATK), derengxistina sewqêm nexweşxaneyê bigire heya qawîşê qelebalix bi gelek tiştan re têdikoşin. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û her roj mafê tenduristiyê û jiyana van girtiyan girantir dibe.
 
DMME'yê beriya niha Tirkiyeyê ji ber binpêkirinên mafê tenduristiyê û neberdana girtiyên nexweş şermezar kiribû. 
 
Rewşa birayên hev yên girtî Emrah Nebîoglû û Firat Nebîoglû hatiye asteke pir cidî. Her du bira ji nexweşîna gurçikan bigire bi gelek nexweşînên giran re têdikoşin û ji mafê dermankirinê bêpar tên hiştin û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. 
 
EMRAH: JI SEDÎ 94 RAPORA WÎ YA ASTENGDARIYÊ HEYE
 
Emrah Nebîoglû yê 33 salî di sala 2022'yan de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê. Nebîoglûyê ku di doza ku lê dihat darizandin de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, nêzî 3 sal û nîv in di girtîgehê de ye. Nebîoglûyê ku beriya bê girtin ji ber birîndariyê 37 rojan di beşa awarte ya nexweşxaneyê de mabû, di vê heyamê de 3 caran emeliyat bûye. Di encama birîna wî de dest û lingê wî yê çepê û noronên wî yên rehî bi temamî felc bûn. Nebîoglû ku nikare bê piştgirî bimeşe û hewcedariyên xwe yên bingehîn bi cih bîne, bi nexweşiyên giran ên wekî têkçûna gurçikan û tansiyona bilind re jî rû bi rû ye.
 
Di rapora ku ji aliyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Elihê ve di 25'ê Kanûna 2019'an de hat amadekirin de hat diyarkirin ku Nebîoglu ji sedî 94 astengdar e. Di rapora ku ji aliyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê ve di sala 2022'yan de hat dayîn de hat tespîtkirin ku rêjeya astengdariyê ji sedî 94 derbas kiriye. Lê tevî vê jî Nebîoglû nehat berdan. Nebîoglû yê ku par ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin, 3 meh li wir ma û piştre bi hinceta “şert û mercên nebaş wê bên sererastkirin” şandin Antalyayê. Lê piştî meh û 7 rojan dîsa sewqî heman girtîgehê kirin. Malbata wî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Nebîoglû di vê heyamê de girantir dibe.
 
Serlêdana taloqkirina înfazê ya ku di sala 2022'yan de bi rêya parêzerê wî li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hatibû kirin, bi hinceta "nexweşî xetereyekê nade der" hat redkirin. Nebîoglû ku ji Nîsana 2024'an û vir ve kontrolên wî yên tenduristiyê birêkûpêk nayên kirin, di şert û mercên girtîgehê de ji bo jiyanê têdikoşe. 
 
FIRAT: LI BENDA NEQLA GURÇIKAN E
 
Firat Nebîoglû yê 26 salî 8 sal in di girtîgehê de ye. Nebîoglû ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê tê girtin, ji ber du dozan bi giştî 18 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Nebîoglûyê ku di dozekê de piştî 3 sal û nîvan hat berdan, di dozeke din de jî 12 sal ceza lê hat birîn, lê cezayê wî hat kêmkirin û 5 sal ceza lê hat birîn. Nebîoglû ku di dozeke din de jî 2 sal û 6 meh ceza lê hat birîn, ev 3 sal in di girtîgehê de ye. Firat Nebioglu jî wekî birayê xwe Emrah bi nexweşiya gurçikan ketiye. Di serlêdana ku di 7'ê Adara 2022'yan de ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Êlih/Qubînê ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê hat kirin de, ji aliyê Pisporê Nefrolojiyê ve rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" hat dayîn. Bijîşkan diyar kirin ku pêwîstiya Nebîoglû bi neqla gurçikê heye, lê pêkanîna vê emeliyatê di şert û mercên girtîgehê de xeternak e. Rapor ji rêveberiya girtîgehê re jî hat şandin û di 15'ê Adara 2022'yan de Nebîoglû sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hat kirin. Lê belê li gorî agahiyên ku malbatê dane Saziya Tipa Edlî bêyî ku lêkolîneke berfireh, testa xwînê bê kirin, bi muayeneya bi lez û bez rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" daye Nebîoglû.
 
Malbata birayên Nebîoglû beriya niha serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) dabû, lê ji vê serlêdanê tu encam nehatibû girtin.
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

22/04/2025
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn
16:10 Rewşa girtiyê nexweş Çam di xetereyê de ye
15:27 Li Êlihê hevdîtina jinan: Wê ‘Jin, jiyan, azadî’ bi ser bikeve
15:08 Rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê kurdî birî
14:33 Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin
14:20 Xizmên windayan: Bila rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin
13:13 Di operasyona li Kampa Holê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin
12:35 Li Îtalyayê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Parêzer dê hevdîtinê bi dozger re bikin
09:30 Îhaleya li dijî mewzûatê ya qeyûm hat betalkirin
09:09 Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir
09:04 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 640 roj in di çalakiyê de ne: Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin
09:02 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
18/04/2025
18:59 Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:26 Ayşegul Dogan: Xetere didome, lê em bi hêvî ne
16:17 Civînên cotkaran ên li Agiriyê dewam dikin
16:04 Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
16:02 Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin
15:53 Li dijî binçavkirinên li Belucistanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
15:48 Li Wanê di êrişa çekdarî de kesek hate kuştin
15:42 Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin
14:38 Sendîka û rêxistinên pîşeyî: Di 1’ê Gulanê de em li Kadikoyê ne
14:12 Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
14:07 Hikûmeta Alman firotina balafiran şer a ji Tirkiyeyê re veto kir
13:26 Bi ser gundên Belucan de hat girtin: Kesek hat kuştin, 18 kes hatin binçavkirin
13:22 Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate destpêkirin
13:06 Îdama Heydaranlu hate taloqkirin lê nehiştin bi malbatê re hevdîtinê bike
12:58 Doza Reşît Kîbar ji ber eywan biçûk bû hate taloqkirin
11:52 Di doza çalakiyên Saraçhaneyê de dosyayên rojnamegeran hatin cudakirin
11:47 Girtiyê nexweş Çam: Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim
11:10 Çawişê pispor ê hat tehliyekirin gef li malbatê xwar
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:28 HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:25 Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt
10:08 Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome
09:50 Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin
09:49 Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê tê avakirin
09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye