Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin

  • rojane
  • 15:34 7 Nîsan 2025
  • |
img

MÊRDÎN - MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê li Qoserê daxuyanî dan û gotin ku li bendê ne dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavên pratîk biavêje. 

Bi ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 40 roj derbas bûn lê hêj jî dewlet û îktîdarê tu gavên şênber neavêtine. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) û Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî bangê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin” û “Na ji şer re aştî a niha” hatin berzkirin. 
 
‘EM DIXWAZIN BI HEV RE AZAD BIJÎN’
 
Ji Dayikên Aştiyê Tenzîle Agatay diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Em bang li dewletê dikin; Serokê me destê aştiyê dirêj kir. Em dixwazin dewlet jî bi vî destî bigire. Em dixwazin tecrîda li ser Serok bê rakirin û girtî bên berdan. Em naxwazin zêdetir mirin çêbibin. Dixwazin hêsirên çavên dayikan bisekinin.” 
 
Dayika Aştiyê Rabîa Kurtay jî anî ziman ku ji bo hevdîtinên tên kirin bigihijin encamê divê dewlet gavan biavêje û got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana da ku ev pêvajo bi awayekî birûmet bi ser keve. Em dixwazin bi hev re azad bijîn.”
 
‘DIVÊ BIKEVIN NAVA PRATÎKÊ’
 
Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Tekîn jî destnîşan kir ku tevî banga Abdullah Ocalan jî AKP û dewletê hêjta tu gav neavêtine û got: “Li rexekî banga aştiyê û li rexa din domandina şer nayê qebûlkirin. PKK’ê bi bangê re agirbest ragihand. Lê dewletê her roj êriş domandin û komkujiyan dike. Dayikên me 50 sal in êş dikişînin. Bila tu dayikên din van êşan nekişînin. Hêvî û baweriya me heye. Ev tenê bi axaftinê nabe. Em dixwazin bikevin nava pratîkê. Em ji birêz Ocalan bawerin. Wî gavekî erênî avêt. Ev ji bo Rojhilata Navîn, Kurdan û her kesî firsendeke. Em ê bi Rêbertiya azad, civaka demokratîk xwe birêxistin bikin. Em ê her tim li kolan û qadan bin.” 
 
‘AŞTÎ PEYWIREKE NAYÊ TALOQKIRIN E’
 
Kekê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kurtay û endamê MEBYA-DER’ê Mehmet Ferît Kurtay jî daxuyand ku daxwaza aştiyê ya gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn êdî divê neyê taloqkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Aştî ne nîşaneya dayina tawîzan ne jî nîşaneya qelsiyê ye. Aştî, pêşeroja gelên Kurd û Tirk e. Ji bo ev firsenda dîrokî neyê pûçkirin divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û piştgiriyê bidin diyalog û muzakereyan.” 
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

10/04/2025
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike