Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin

img

AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de di pozîsyona garantoriyê de ye û wiha got: "Ji bo pêvajo baş derbas bibe divê sererastkirina di mijara 'mafê hêviyê' de tavilê bê kirin."  

Banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ji hêla Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ve bi raya giştî re hate ragihandin. Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK’ê jî agirbest ragihand lê belê îktîdarê heta niha jî tu gav neavêtiye. 
 
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr têkildarî banga Abdullah Ocalan axivî. 
 
Ozdemîr, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan di hundirê xwe de destpêkeke nû dihewîne û got: “Armanca ji vê destpêkê ew e ku siyaseta demokratîk were bihêzkirin, aştî li ser bingeha hiqûqê bê misogerkirin û aştiya civakî bê birêxistinkirin. Hewceye hemû derdorên civakî di pêvajoya pêş de li gorî vê bangê ku nexşerêyeke tevbigerin.” 
 
ABDULLAH OCALAN GARANTORÊ ÇARESERIYÊ YE 
 
Bi domdarî Ozdemîr destnîşan kir ku Abdullah Ocalan garantorê çareseriya aştiyane ye û wiha pê de çû: “Ji bo ev pêvajo baş derbas bibe, divê şert û mercên fîzîkî yên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. ‘Mafê hêviyê’,  dibêje ku mayina kesekî ya heta dawiya emrê xwe ya di girtîgehê de binpêkirin e. Jixwe DMME’yê jî ji bo birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din biryara binpêkirinê dabû û ji Tirkiyeyê dixwaze ku di vê mijarê de sererastkirinan di qanûnan de bike. Dema em di çarçoveya pêvajoya aştiyê de dinirxînin, divê ji bo ‘mafê hêviyê’ di qanûnan de tavilê sererastkirin bên kirin û şert û mercên azadiyê yên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin.” 
 
PAQIJIYA RÊYÊ
 
Di berdewamê de Ozdemîr da zanîn ku sererastkirinên di destûra bingehîn û qanûnan de li gorî polîtîkayên cihêkar û redê yên dewletê teşe girtine û wiha axivî: “Bi guhertinên di destûra bingehîn de, di çarçoveya paqijiya rêyê de dikare di gelek qanûnan de sererastkirin bên kirin. An jî divê gelek qanûn bên rakirin. Hewceye dewlet ji bo guherînên di destûra bingehîn û qanûnan de nexşerêyekê diyar bike. Ji bo li dijî nasnameyên cuda cihêkarî neyê kirin û di destûra bingehîn de tenê nasnameya gelekî esas neyê girtin, hewceye di hukmên destpêkê yên destûra bingehîn de guhertin bên kirin. Her wiha divê madeya 42’yemîn ku pêşiya perwerdeya zimanê dayikê digire jî were rakirin. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê zêdetir bibe, hewceye demildest hinek sererastkirin bên kirin.” 
 
HEMWELATIYA WEKHEV
 
Ozdemîr, anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek mewzûat li pêşiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd astengî ne û wiha pê de çû: “Ji girtîgehan bigirin heta Qanûna Ceza ya Tirk (TCK), ji TCK’ê heta astengkirina mafên çandî, divê gelek mewzûatên qanûnî bên guhertin. An jî divê qanûnên nû bên çêkirin. Ji bo ku hemû derdorên cuda di meseleya Kurd de xwedî gotin bin, bibin parçeyeke pêvajoyê û berpirsyartiyê li xwe bigirin, ji bo temînata hiqûqî hebe dikarin pêşniyaran pêş bixin. Her wiha divê Meclis jî berpirsyartiya xwe bicih bîne. Dema mirov di vê çarçoveyê de lê dinêre, divê ji hemwelatiya wekhev heta rêveberiyên herêmî, mafên çandî û hwd. di gelek mijaran de di destûra bingehîn û qanûnan de guhertin bên kirin û gav bên avêtin.” 
 
Ozdemîr, bi bîr xist ku ji Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) heta Peymana Mafên Medenî û Siyasî di gelek peymanên navneteweyî de ji bo mafên ziman, çandî û hwd. hukm hene û divê Tirkiye li gorî van hukman tevbigere. 
 
Ozdemîr, bal kişand ser gefa li ser darazê û axaftina xwe wiha qedand: “Ji vê hêlê ve divê daraz pratîkeke li ser esasê maf raber bike û serbixwe tevbigere. Heke armanc ew be ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin, wê demê divê ev kiriyarên ku pêşî li ber çareseriyê digirin, mafên sereke binpê dikin bên bidawîkirin.”
 
MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel
 

Sernavên din

20/08/2025
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê