Halîde Turkoglû: Dê herî zêde jin xwedî li bangê derkevin

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Siyaseta demokratîk û zimanê serdema nû em jin dê bi hev re ava bikin.” 

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de axivî. 
 
Halîde Turkoglû di civînê de bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku dê jin bi hev re têkoşîna ziman û siyaseta demokratîk a serdema nû ava bikin û di vê çarçoveyê de di rojên pêş de bi siyasetmedarên jin û nûnerên partiyan re hevdîtinê pêk bînin.
 
BANGA ‘AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK’ 
 
Halîde Turkoglu wiha bal kişand ser roja ku bangewazî hat kirin: "Banga birêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibatê de pêk hat, ji bo jinan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ev bang; di sedsala 21'ê de li Tirkiye û Rojhilata Navîn li cîhanê derî li serdemeke nû û ji nû ve avakirina civaka demokratîk vekiriye. Em jin vê banga dîrokî dibihîzin; em weke erk û berpirsyariya xwe ya bingehîn dibînin ku bi tecrûbe, zanîn û mîrateya têkoşîna xwe ya jinê têkoşîna aştiyê mezin bikin. Divê hikûmet demildest li ser vê bangê tevbigere. Divê Abdullah Ocalan bikaribe şert û mercên azad û xebatê bi dest bixe û bi gel re têkiliyan deyne. Avakirina siyaseta demokratîk û qada hiqûqî ne tenê şert e, konsept, projekirin û garantiya aştî û çareseriyê ye. Divê di vî warî de demildest gav bên avêtin. Ji bo li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar û îmhayê yên di avakirina Komarê de ev sed sal in li ser erdnîgariya me şer, êş, şîn, koçberkirin, girtin, îşkence, kuştinên kiryar nediyar û qetlîam kûr kirine. Sazîbûna mîlîtarîzm, neteweperestî û zayendperestiyê li her qadê bûye sedem û dibe sedem ku komkujî, tacîz û destavêtina jinan her roj zêde bibe."
 
JINAN DEST JI ISRARA XWE YA AZADIYÊ BERNEDAN 
 
Halîde Turkoglû, anî ziman ku gelek hikûmetên serdest ên mêr hatine û çûne, lê daxwaza aştî û azadiyê ti carî neguheriye û wiha domand: “Ev zîhniyeta ku êrişî jiyan, ked, çand, ziman, laş û heta nanê me dike, ji bo tu nasnameyan jiyaneke bi rûmet û wekhev nas nekiriye. Di dema ku çanda dilsozî û îtaetê bi polîtîkayên tundiyê tê ferzkirin, di çerxa tirsê de siyaset bi lehengiyê pêş dikeve, yên ku li hemberî şer dibêjin aştî, yên ku dipirsin çima demokrasî ewqas dûr e, yên ku zindan û mirin layiqî yên ku têkoşîna azadiya jinê diparêzin, nekarîn hêviya guhertina demokratîk ji bo me jinan ji holê rakin. Di her şerê ku hatiye meşandin de em jin bûne hedefa zîhniyeta rêveberî ya zayendperest û neteweperest. Îro tevî têkoşîn û destkeftiyên jinan ên bi salan e, pênaseya jinê ya hikûmetê ji bilî 'malbat û hevserê' weke tiştekî din nayê dîtin. Jinên ku li dijî polîtîkayên şîdetê yên bi hezaran salan ên pergala serdest a mêr ên li ser jin, gelan, bawerî û cudahiyan têdikoşin, dest ji israra xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bernedan û îro jî jiyaneke nû xeyal dikin. Û ew ji berê nêzîktir e."
 
REFERANSA BINGEHÎN A SIYASETA DEMOKRATÎK 
 
Bi domdarî Halîde Turkoglu destnîşan kir ku têkoşîna rizgariya Rojhilata Navîn ji polîtîkayên qirkirin, şer û îstîsmarê di têkoşîna azadiya jinê de dibînin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku têkoşîn û tecrûbeyên jinan tevî hemû polîtîkayên cudaxwaz ên desthilatdaran her tim têkoşîneke hevpar meşand. Têkoşîna hevpar a Tevgera Jinên Kurd, tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê, jinên ku têkoşîna femînîst û sosyalîst dimeşînin, jinên ku nasnameya wan a baweriyê tên paşguhkirin, jinên ku keda wan tê îstîsmarkirin, jinên ku cewhera wan tê desteserkirin û li dijî vê nîzama serdest a mêr serî hildidin, referansên bingehîn ên têkoşîna siyaseta jinê ya demokratîk a partiya me ne. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e. Em di demên wisa de ne ku her pêngava vê demokratîkbûnê bê guman bandorê li erdnîgariya Rojhilata Navîn dike. Em ji her demê zêdetir nêzî derfetan, ji aştî, çareserî, demokrasî û azadiyê re ne. Em di nava şer de ne, li kêleka wî ne. Rêya hêzên azadî û demokrasiyê, rêya wekheviya jinê, rêya guhertinên mezin tevdigere. Ya ku wê weke jin pêşkeftina jiyana azad û rêveberiya demokratîk misoger bike, têkoşîna aştiyê ye. Ev serpêhatî û bîranîn di dema xwe de ye ku ji her demê zêdetir di siyaseta demokratîk de aştiyê bi rêxistin bike û ziman û siyaseta aştiyê geş bike."
 
‘DÊ HERÎ ZÊDE JIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN BANGA OCALAN’
 
Halîde Turkoglu, bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Birêz Ocalan şert û mercên herî guncaw ji bo pêşxistina destkeftiyên têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan ku bi salan e dimeşîne vedibêje. Em ku bi avahiya mêraniya serdest a ku bi şer û pevçûnan hîn xurtir dibe dizanin, bi salan e di têkoşîna aştiyê de pêşeng in û têkoşîna aştiyê ya jinan xwedî ezmûn û zanebûneke xurt e. Ji ber vê yekê yên ku herî zêde piştgiriyê bidin vê bangê wê jin bin.
 
DÊ PÊVAJOYÊ CIVAKÎ BIKIN
 
Avakirina aştî û civaka demokratîk tenê bi jinan û têkoşîna wê pêkan e. Em bi berpirsyariya xwe dizanin, em ê aştiyê bînin ser van xakan û bêguman em ê civakek ku jin tê de azad be, bi hev re tevbigerin. Ji bo vê; em jinên ku dibin mijara siyaseta demokratîk de, dixwazin vê pêvajoyê bi jinan re di avakirina civaka demokratîk de civakî bikin. Em dixwazin bi hev re zimanê aştiyane yê siyasetê ava bikin. Weke Meclisa Jinan a Partiya DEM’ê em bi plan, bername û banga siyaseta demokratîk, civakîbûna aşitiyê û tevlêkirina jinan weke mijarên guhertinê di qada qanûnî de li vir in; em dixwazin bi perspektîfa jinan bi parlamenterên jin û pêkhateyên jin ên partiyên siyasî yên li Meclisê re muzakere û diyalogê pêk bînin. Em ê hefteya bê van hevdîtinan bi aliyan re bikin.
 
Em ê bi rojnamegerên jin û saziyên çapemeniyê re bi hev re nîqaşan bikin ku polîtîkaya aştiyê ya jinê û têkoşînê bibe rojeva sereke ya siyaseta navendî û herêmî. Em ê bixebitin ku di vê pêvajoyê de israr û nêzîkatiya demokratîkbûna azadiya jinê, li şûna serdestiya nêzîkatiyên siyasî yên serdest ên mêr, diyar bibe.
 
TÊKOŞÎNA JINAN TEMÎNATA DEMOKRASIYA HERÊMÎ YE
 
Em dizanin ku têkoşîna jinê temînata demokrasiya herêmî ye. Em ê bi platformên jinan û meclîsên bajaran ên jinan re ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk û civakîkirina aştiyê û têkoşîna aştiyê li qadên herêmî bên cem hev. Em ê bi sazî û rêxistinên ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin re nîqaş bikin ku em ê çawa di têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê de aştî û demokratîkbûnê veguherînin destkeftiyan, li hemberî pêvajoya pevçûnê çawa di jiyana me de vediguhere şîdetê. Em berdêla şer ji îstîsmarkirina keda xwe û jiyana xwe ya metirsîdar dizanin. Ji bo siyaseta aşitiyê bi hev re di civaka demokratîk û guhertina demokratîk de bimeşin, em ê bi rêxistinên kedkar û saziyên jinan ên sendîkayan re hevdîtinê bikin.
 
DIVÊ DEWLET JI KODÊ YEKPEREST RIZGAR BIBE 
 
Em ê bi rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, akademîsyen û hunermendên jin re li ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ biaxivin, ka civak û dewlet wê di vê bendava dîrokî de çawa di aştî û guhertina demokratîk de rola xwe bilîzin û hêza me di vê guhertinê de çawa ye. Weke kesên di siyaseta desthilatdaran de tên bêdengkirin, cezakirin û sansurkirin em ê rê li ber hev vekin û bi hev re bibin rêya meşandina siyaseta civaka azad, wekhev û demokratîk. Ji bo guhertina demokratîk pêk were, pêwîst e siyaset û dewlet ji kodên yekperest bê paqijkirin. Pirrbûn û cudahî rihê demokrasiyê ye û ji bo ev ruh were jiyîn divê hemû nasname bên naskirin.
 
DESTÛRA BINGEHÎN
 
Tirkiyeya demokratîk ne tenê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd e, bi vê çareseriya aştiyane hemû gel, bawerî û her nasnameya înkarkirî dikarin bi hev re bi ser bikevin. Îmkan û têkoşîna vê di destê me hemûyan de ye. Ji bo hemû jin di vê pêvajoyê de cih bigirin em ê bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Civakbûna aştiyê helbet ji civakbûna azadiya jinê serbixwe nikare pêş bikeve. Ji ber vê yekê pêwîstî bi şopandin û diyaloga li qadên civakî, siyasî û hiqûqî heye ku jin dibin mijara destûra bingehîn a demokratîk, demokrasiya xwecihî û komara demokratîk, ku em ê zêdetir bên cem hev û ji bo aştiyê zêdetir israr bikin. Weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê em dixwazin diyar bikin ku ji bo ev pêvajo li ser esasê siyaseta demokratîk bi bandor bê meşandin, jin hêza rêxistinkirî ya civaka demokratîk e ku diguhere û diguhere. Em jin bi hev re siyaseta demokratîk û zimanê serdema nû ava bikin.
 
BANG LI JINAN KIR
 
Banga me ji hemû jinan re ye, bila em hemû bi hev re bibin dengê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, em hemû bi hev re siyaset, ziman û siyaseta aştiyê ava bikin ku ji Tirkiyeyê heta Rojhilata Navîn aştî û demokrasiyê li van xakan belav bike. Dema ku em ber bi 8'ê Adarê ve diçin em hemû jinan bi gotina ku em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin silav dikin."
 

Sernavên din

07/10/2025
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN
03/10/2025
19:09 Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
16:40 Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
16:35 Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
16:14 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:12 Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
14:41 Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
13:34 DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
12:25 Meşvanên azadiyê: Dê vê pêvajoyê jin temam bikin
11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin