DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe

  • rojane
  • 09:56 15 Sibat 2025
  • |
img

AMED - MYK’a DBP’ê diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komplo vala derxistiye û got: “Divê birêz Abdullah Ocalan tavilê azad bibe û zemîna muzakereyên demokratîk bê amadekirin.” 

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP9 bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi ser komploya navnetewî ya ku li dijî Abdullah Ocalan 26 sal derbas bûn û wiha hate gotin: “Ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de, nirxên hiqûqî û mafên mirovan tên binpêkirin. Di bin siya vê rastiyê de bandorên komployê îro jî bi her awayî dewam dikin.” 
 
‘OCALAN GIRAVA ÎMRALIYÊ VEGUHERAND QADA BERXWEDANÊ’
 
Daxuyanî wiha dom kir: “Feraseta ku şer û qeyranan ji gelan re rewa dibîne, 26 sal beriya niha di şexsê birêz Ocalan de hewl da têkoşîna demokrasi, azadî û wekheviya gelan tesfiye bike. Modernîteya kapîtalîst a ku komplo xist meriyetê, li aliyekê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê derxist asteke nû, li aliyê din lêgerîna civaka demokratîk a ku ji Rojhilata Navîn re çareseriyê pêşkeş dike, hedef girt. Lê, hêzên komploger di her kêliyên vê pêvajoyê de tu caran biser neketin. Lewre, birêz Ocalan ê ku ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike li Rojhilata Navîn û Ewropayê ket nav lêgerînan, di bin tecrîda giran de jî hewldanên xwe yên çareseriyê domand û Girava Îmraliyê veguhest qada berxwedanê. Bi vê yekê ve Birêz Ocalan helwesteke dîrokî meşand. Ev helwest û biryardarî tevî armancên komploya navnetewî yek bi yek vala derxist. 
 
LI ROJAVA BI PARADÎGMAYA OCALAN MODELA JIYANA AZAD HAT AVAKIRIN
 
Îro di bingeha hemû qeyranên civakî û siyasî yên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn de pirsgirêka Kurd cih digre. Li hemberî vê rastiyê, wekî ku di modela Rojava de jî derket holê, paradîgma û fikren birêz Ocalan ji qeyranan re dibe nexşerêya çareseriyê. Divê neye jibîrkirin ku, ferasetên siyasî yên ku vê rastiyê înkar dikin, tu caran nikarin hebûna xwe bidomînin. Birêz Ocalan, bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk, jiyana ekolojîk û jina azad ve rêya avakirina jiyaneke azad nîşanî gelan da. Gelên Rojava yên ku guh dan birêz Ocalan, bi berxwedana xwe ya bêhempa, feraseta birêz Ocalan xistin meriyete û wek modela jiyana azad a gelan şoreşa jinê ya Rojava diyarî cîhanê kirin. Modela Rojava ya ku îro jîn dide çolistanan, li hember feraseta serdest a zilaman, bi pêşengiya jinan ji tevî têkoşînên cîhanê re dibê hêz û hêvî. Jinên ku ji şoreşa jinê ya Rojava hêz digrin, felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ji Rojhilat heya Hindistanê li tevahiya cîhanê xistin meriyetê û xeta têkoşîna gerdûnî ava kirin. 
 
OCALAN DIXWAZE PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYÊN DEMOKRATÎK ÇARESER BIKE
 
Birêz Ocalan wek îradeya çareseriyê, hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, Tirkiyê demokratîk bike, her wiha hewl dide ji gel, jin, nasname û baweriyan re jiyaneke wekhev û aştiyane ava bike. Ji ber vê yekê jî, hevdîtînên ku îro bi wî re pêk tên, li ser navê aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke mayînde gelek girîng in. Divê ev pêvajo bi gavên pratîk pêş bikeve.  
 
JI BO MUZAKEREYAN DIVÊ OCALAN AZAD BIBE 
 
Divê neyê jibîrkirin ku çareserî û aştiya ku birêz Ocalan hewl dide bixe meriyetê, têkoşîna avakirina civak û Tirkiyeya demokratîk e. Ji ber vê yekê jî ji bo avakirina bingeha muzekereya demokratîk, divê birêz Ocalan ê ku ji bo tifaqa stratejîk a Kurd û Tirkan û ya herêmî kedeke mezin dimeşîne, demildest azad bibe.  Em car din dubare dikin; birêz Ocalan bi nexşerê û îradeya xwe ya çareseriyê ve ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendeke dîrokî ye. Xwedîderketina vê îradeyê jî berpirsyarî û peywireke dîrokî ye!”

Sernavên din

31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne