Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin

  • rojane
  • 16:20 13 Sibat 2025
  • |

WAN - Di çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku her kes guh bide daxuyaniya tê payin Abdullah Ocalan bide û hat xwestin her kes ji vîna gel re rêzdar be. 

Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome. Tevî hewayê sar jî gel bênavber nobeta xwe didomîne. Gelek hevşaredaran jî piştgirî dan nobetê. Di nobetê de daxuyanî hate dayin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û bi sedan welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘MIJARA XESPKIRINA ÎRADEYA GEL NE TENÊ MESELEYA KURDA YE’
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û da zanîn ku tevî hewayê sar jî nobeta wan di roja 3’yan de didome. Gulşen Kurt, çalakvan silav kir û wiha got: “Berxwedana me, têkoşîna me ya heq ev der pir germ kir. Beriya hilbijartinê em bi mehan derî bi derî geriyan û me kedekî mezin da. Di roja hilbijartinê de jî me mafê xwe yê demokratîk bi kar anî û hevşaredarên xwe hilbijart. Me her 14 şaredarî jî bi dest xist. Serkeftineke dîrokî bû. Mixabin dixwazin îro bi kompas û hûleyan îradeya gelê me xesp bikin. Biryara hatiye dayin biryareke neheq e. Em vê zilm û neheqiyê qebûl nakin lewma weke gelê Wanê dê li ber xwe bidin. Xespkirina îradeyê ne tenê meseleya gelê Kurd e, meseleya her kesên li gel heq û hiqûqê ye. Em ê bi berxwedana xwe bi ser kevin.” 
 
‘EM JI BO PIŞTEVANIYÊ HATIN’
 
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) yê Wanê Tayyîp Kizilyildiz jî got: “Divê ev sepana neheq tavilê bi dawî bibe. Em ji bo her cureyên piştevaniyê hatin vê derê. Mixabin ev kiriyarên nehiqûqî bûne qedera welatê me Kurdistanê.” 
 
‘XWE GELEK CERIBANDIN LÊ NEKARÎN’
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî di daxuyaniyê de got ku gelê Wanê bûye hêviya tevahiya Kurdistanê. Devrîm Demîr, berxwedana gelê Wanê ya ji bo mazbatayê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Dewlet neçar ma ku paşvegavê biavêje. Lewma em bi we serbilind in. Kesek nikare xwe li ber vê bigire. Bila li dijî gelê me nekevin nava lîstikên qirêjî. Xwe gelek ceribandin lê nekarîn bi ser kevin û dê nekarin bi ser kevin. Dê gelê Wanê li ber xwe bide û em jî bi we re ne.” 
 
‘BILA ÎKTÎDAR GUH BIDE BANGA ABDULLAH OCALAN’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî bilêv kir ku îktîdar hewl dide bi komployên qirêjî îradeya gel xesp bike. Olan, got ku biryara li dijî Zeydan li dijî tevahiya gelê Wanê û gelê Kurd hatiye dayin. Olan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd ne mîna berê ne. Êdî şiyar bûye û polîtîk e. Birêz Abdullah Ocalan hefteyek piştre dê peyamekî bişîne. Bila îktîdar baş lê guhdar be. Ji ber ku ji bo aştî û jiyaneke birûmet e.” 
 
‘BERXWEDANA LI DIJÎ ÎNKARÊ REWA YE’
 
Herî dawî jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun axivî û wiha got: “Bijartin û hilbijartin maf e. Van mafên me xesp dikin. Xespkirina îradeyê, hiqûqa mêtingeriyê ye. Înkara ziman, nasname û çanda Kurdan e. Berxwedana li dijî vê înkarê maf e. Ez serhildan û berxwedana we silav dikim. Em ê dîsa li ber xwe bidin û tu caran dev jê bernedin.” 
 
Çalakiya nobetê bi stran û govendan didome. 
 
 

Sernavên din

18/02/2025
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne