Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe

  • rojane
  • 12:14 13 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît têkildarî bangawaziya tê payin Abdullah Ocalan di rojên pêş de bide wiha got: “Dê di rojên pêş de diyar bibe ka dê bang were kirin an na û dê naveroka wê zelal bibe. A girîng, rewşa Rêber Apo ye. Ji ewil divê ev zelal bibe.” 

Hat ragihandin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di rojên pêş de bangekî bike. Nîqaşên têkildarî naveroka bangê didomin. Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît têkildarî mijarê di bernameya taybet a ji hêla Medya Haberê ve hatiye weşandin de axivî. 
 
Hêlîn Umît, got: “agahiya wan têkildarî naveroka hevdîtina bi Rêber Apo re heye" û bi dewamî ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê jî em hewl didin ku rastiyên Rêber Apo di hevdîtinê de got fêhm bikin, rastiyê têbigihêjin û li gorî vê yekê jî wezîfeyên xwe bi rengekî rast diyar bikin. Ji bo vê gavê dikarim vê bibêjim. Bang wê bê kirin an na, naveroka wê, mijarên din wê di rojên bê de diyar bibin. Di vir de çend nuqteyên girîng hene. Ya girîng jî rewşa Rêber Apo ye. Beriya her tiştî divê ev yek zelal bibe. Di vê mijarê de divê gav bê avêtin.” 
 
'HEKE BANGÊ BIXWAZIN DIVÊ ŞERT Û MERCÊN AZAD HEBIN’ 
 
Hêlîn Umît, got; “Eger wê pêşketinek çêbibe, hingî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, afirandina şert û mercên azad ên karkirinê pêwîstiya herî bingehîn e.” û wiha domand: “Ji ber ku hin gotin ber bi aliyên cuda ve hatin kişandin, hewl didim bi baldarî biaxivim, lê belê ev nebe nabe. Înîsiyatîfek ji herdu aliyan heye. Eger tiştek ji Rêber Apo tê xwestin, eger jê tê xwestin ku bangekê bike, ji bo karibe vê bike divê azad bibe û xwedî derfetê karkirinê be. Êdî dawî li Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê tê. Ev sîstem nabe ku bi vî rengî dewam bike; divê ji holê bê rakirin. Ya ku em qalê dikin meseleyeke sîstemê ye, ne nîqaşa cihekî ye. Lewma mijara esasî ew e ku Rêber Apo karibe bi rengekî azad bixebite û têkiliyê dîne. Vê gavê mijara herî bingehîn ev e. Ya din, ji xwe Rêbertî wê bixe pratîkê, ew tê zanîn.”
 
BAL KIŞAND SER ‘PÊVAJOYA GUHERÎNÊ’
 
Hêlîn Umît, bal kişand ser navên li pêvajoya nû tên kirin û wiha pê de çû: “Bi dîtinê, bi tecrûbekirinê em ê nav lê bikin. Weke di meseleya 'pêvajoya aştiyê' de ku bi taybetî siyaseta demokratîk a Kurd a li Tirkiyeyê bi israr destnîşan kir, ev pêvajo pêvajoyeke aştiyê nîne. Ji xwe dijber jî dibêjin 'pêvajoya aştiyê nîne'. Pêvajoyeke danûstandinan jî nîne. Em nikarin bibêjin pêvajoyeke çareseriyê ye, ji ber ku rewşeke bi vî rengî nîne. Baş e, çi ye? Pêvajoyeke guherîn û veguherînê ye. Em bi vî rengî fêhm dikin û hewl didin bi vî rengî têbigihêjin.” 
 
'GELO TIRKIYE AMADE YE?’
 
Hêlîn Umît, wiha domand: “Pirsa esasî ev e; gelo Tirkiye ji vê re amade ye? Tirkiye li ser bingeha azadiya Kurdan ji veguherînê re amade ye? Di rewşa heyî de tê dîtin ku dewleta Tirk ji vê re ne amade ye. Di nava dewletê de dek û dolabên hin hêzan hewl dide ku pêvajoyê berevajî bike. Li gel vê yekê hin beş hene ku cidiyeta pirsgirêkê fêhm kirine. Mînak Devlet Bahçelî li gel ku nexweş û li erdê bû peyamek da û got, 'Li Tirkiyeyê êş û azara zayînê heye, ev tê wateya metirsiyê, divê em bibin yek'. Balkêş e ku nexweş jî be peyameke bi vî rengî da. Bi rastî jî dewleta Tirk li ser bingeha azadiya Kurdan ji veguherînê re amade ye? Em amade ne. Em ji veguherînê re jî amade ne ji guhertinê re jî. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in. Nêrîna me ya civakî û dîrokî vê yekê diafirîne.”
 

Sernavên din

18/02/2025
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne