Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan balê dikişîne ser komployên hêzên hegemonîst ku bi komploya Şêx Seîd ve  destpêkiriye û diyar dike ku xeleka dawî ya şerê NATO’yî bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ve li hemberî wî pêk hatiye. 

Yekem êrîşa li ser tifaqa Kurd-Tirk di sala 1925’an de bi provokasyona li hemberî serhildana Şêx Seîd dest pê kir. Ev berxwedan bi qetlîaman encam bû û bû destpêka komkujî û komployan. Bi vê komployê ve dînamît xistin bin tifaqa Kurd û Tirkan û di heman demê de bû bingeha konsepta înkar û îmhayê ku Komara Tirkiyeyê li hemberî kurdan daye destpêkirin.. Li hemberî înkar û îmhaya ku wek berhema komployê ye, bi pêşengiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1973’an de bi teza ‘Kurdistan Mêtingeh e’ derket ser dika dîrokê û ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe ket nav hewldanan. Li hemberî hewldanên Abdullah Ocalan wek berdewama komploya 1925’an komployeke nû xistin dewreyê.
 
Bi serkêşiya DYA û Îngîltere ve ji aliyê NATO’yê ve komplo xistin meriyetê û armanc tunekirina Abdullah Ocalan bû. Dema Rêberê PKK’ê Ocalan li Şamê bû di 6’ê Gulana 1996’an de êrîşeke bombeyî pêk hat. Di vê êrîşê de Abdullah Ocalan xilas bû û vê carê jî plana ‘tasfiyeyê’ xistin dewreyê.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemberî komploya herî mezin ya dîrokê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Li gorî vegotinên Abdullah Ocalan dema ku ji Sûriyeyê derket du rê li pêşiya wî hebûn: “Êdî hatibû qonaxa dawî. Du rê hebûn; rêya çiyê û Ewropa. Tişta ku were kirin an dê çiya wek biryargeh bihata tercîhkirin, şer di asteke jortir bihata meşandin, li bajar çalakî bêtir bihatana lidarxistin, an jî lihevkirin û ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk Ewropa bihata tercîhkirin û li wir pêşxistina çareseriyê bû. Derketina çiyê xewna min a 40 salan bû û tekane sedema xemgîniya min ew e ku bi qasî serê derziyê jî ji bo jiyan û azadiya însan derfetên aştiyê hebin, ceribandina vê derfetê bi nirxtir bû. Ez hê jî di wê baweriyê de me ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de derneketina Zagrosan tercîheke rastir bû. Dê şer veguheriya şerek şexsî. Dê veguheriya tolhildanê. Dê firsenda aştî û biratiyê bi temamî ji holê bihata rakirin. Xitimandina şer, wekî ku gihîştibe nûqteyeke ku ji neyê derketin û di rewşeke wiha de ger ez jî li çiyê bûma dê her cure çek bihata bikaranîn, ger ez jî li wir bûma dê rewşa girantir bûye û ji ber vê yekê tercîh nekirina vê bijarteyê guncavtir hat dîtin. Şerekî ku li dora min bihata gurkirin, bi her avayî guman zêdetir dikin. Ger ez bibûma bar wek exlaqî ev helwesteke ne rast bû. Tercîha derketina Ewropayê jî tercîheke bi rîsk bû lê bi feraseta çanda siyasî û feraseta demokratîk û kêm be jî di warî hiqûqê de bêtir bawerî dida mirov. Lê nemaze jî di 9’ê Cotmeha 1998’an de dema min gav avêt wê derê texmîn nedikir ku ew û nemaze jî hikûmeta Yewnanistanê evqas bikevin û alçaxtiyê bikin.”
 
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku derketina ji Sûriyeyê bi operasyona NATO-Gladioyê ve têkildar e û di parêznameya xwe ya 5’emîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de vê mijarê berfirehî vedibêje.
 
NÎŞANEYÊN ŞERÊN HEGEMONYAYÊ
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku ji text ketina Sultan Abdulhamît heta êrîşa li dijî Mustafa Kemal, ji komploya 15’ê Sibata 1925’a ya li dijî Şêx Seîd heta komploya darvekirina Seyît Riza ya 18’ê Mijdara 1937’an û komployên din ên qetilkirina kurdan, ji girtina Serbest Firka (1930) heta bidawîkirina serokwezîrtiya Înonu (1937), ji darbeya leşkerî ya 27’ê Gulana 1960’î heta darbeya postmodern a 28’ê Şibata 1997’an û herî dawî jî piştî salên 2000’î amadekariyên darbeyan nêzî sed sal in, li ser heman xetê bûyer dûbare dibin. Ocalan dibêje ku di nav hêzên hegemonîk de ewilî Almanya, piştre Îngîltere û DYA li derve piştgiriyê didin van pevçûnan û di bingeha hemû komplo û sîeqestan de şerê hegemonyayê ku li hemberî gelên Rojhilata Navîn, Anatolya û Mezopotamyayê tê meşandin heye. 
 
BERIYA KOMPLOYÊ: DUBENDIYA DARBEYA 28’Ê SIBATÊ
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajoya beriya derketina ji Sûriyeyê girîng e û wê pêvajoyê wiha vedibêje: “Heya dûbendiya darbeya 28’ê sibata 1997’an baş neyê fêmkirin em ê nekaribin tiştên ku diqewimin baş fêm bikin. Beşeke darbekaran ji bo aştiyeke rasteqîn xwe nêzî me kirin. Wek Turgut Ozal û Necmettîn Erbakan daxwaza aştiyê anîn ziman û ez jî qanî bûm ku di daxwaza aştiyê de cidî ne. Helwesat çareseriya siyasî û aştiyane rê li pêşiya darbeya nav darbeyê vekiribû. Heta girtina min Îsraîl û DYA alîgirên aştiyê û çareseriya siyasî nebûn. Di asteke kêm de be jî dixwestin şer dewam bike û ji bo neçareseriya pirsgirêka kurd israr dikirin. Ji bo kontrola Rojhilata Navîn û nemaze jî ji bo ketina Iraqê pêwistiya wan bi vê hebû. Ancax bi vî rengê dê karibana Tirkiyeyê pasîfîze bikin û planên xwe bixin meriyetê. Turgut Ozal, Necmettîn Erbakan û Bulent Ecevît li hemberî van planan baldar tevnegeriyan, ji ber ku xwestin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiya û siyasî û bi rêbazên neteweyî û anatolyayî bê çareserkirin desthilata wan hat xistin. Ji dest çûyîna desthilata wan bi mirinê ve encam bûyîn û encam nebûyîn ji bo kesên alîgirên şer ewqas girîng nebû.”
 
XELEKA DAWÎ YA ŞERÊ NATOY’YÎ: KOMPLO
 
Di destpêka salên 1990’î de DYA û Îngîltere, di sala 1996’an de Îsraîlê (Di vê salê de navbera Tirkiye û Îsraîlê de di warê leşkerî de peyman û hevkariyên stratejîk çêbûn) piştgirî dane Tirkiyeyê û Ocalan wiha dibêje: “Dor hatibû ji holê rakirina aliyên hundir yên mijarê û hikûmetê guhertinên pêwîst û artêşê jî tasfiyeyên hundirîn pêk dianî. Dê ew jî ji sala 1990’î pê ve biketa meriyetê. Serfermandarê Giştî Dogan Gureş piştî serdana xwe ya Îngîltereyê di vegerê de gotibû; ‘Ji bo tasfiyeya PKK’ê ji me re lembeya kesk hat pêxistin’ û ev gotin vê rastiyê rave dike. Di pêvajoyên piştre de bi êrîşên tasfiyekirin û tunekirina Kurdan û PKK’ê ve sînordar neman, serokkomar kuştin, hikûmet guhertin, di nav artêşê de tasfiye pêk anîn, civak pasîfîze kirin, li hemberî hinek rewşenbîr û karsazan êrîş pêk anîn, ji komkujiyan heta teslîmgirtina çapemeniyê gelek bûyerên mezin û pevçûn pêk anîn. Tişta kêm ew e ku pêwîst e were fêmkirin ku ev hemû bûyer wek xelekê girêdayî hev in.  Ji têketina NATO’yê heta sala 1998’an de di bingeha hemû bûyerên siyasî û civakî de xeta NATO-Gladiyoyê heye û heta ev xet neyê fêmkirin tu bûyer, pevçûn û êrîş baş nayê fêmkirin. Di esasê xwe de li hemberî daxwaza gel ya wekhevî, demokratî û azadiyê şerekî NATO’yî hatiye destpêkirin û xeleka dawî ya vî şerî di sala 1998’an de bi derketina min ya ji Sûriyeyê ve li ser hatiye zêdekirin.”
 
‘MIN NEKARÎ XILASIYA XWE ESAS BIGIRIM’
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku Îsraîl ger ne rasterast be jî ji bo derketina ji Sûriyeyê peyam şandine û wiha got: “Min veqetîn di cih de nedîtibû. Min fikar dikir ku dê statuya me ya li Sûriyeyê derbeke mezin bixwe. Min ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve rast nedidît. Şer wê di rêya xwe ya xwezayî de bimeşiya, di çarenûsê de çi hebû wê ew biqewimiya. Ez ne li ser xeta çarenûsî bûm. Lê ji bo min helwesteke manedar a dijçarenûsê nebû ku ez rabûma min xeta eskerî, polîtîk û îdeolojîk a sîh salî bidaya aliyekî û rota biguherta. Diviyabû ez durist bûma, ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikiriyama. Piştî ku Atîlla Ateş li ser navê NATO-Gladio cara dawî hişyar kir, eger Sûriye û Rûsya bi awayekî bi biryar pişta me bigirta şensê me hebû ku me şer derxista asteke jortir û bêhtir berfireh bikira. Lê bihêlin em vê destekê bibînin, herdu welat hêza wan tinebû giraniya min a şexsî rakin an jî ji bo vê niyeta wan tinebû. Bi rastî ji bo Sûriyeyê ev ne pêkan bû. Ji Bakur Tirkan, ji Başûr jî îsraîliyan di nava rojekê de karîbûn wê dagir bikin. Eger neketibûna nava panîkê, karîbûn ji bo min cihekî bêhtir di cih de bibînin. Nikarîbûn vê jî li ber çavan bigirin.”
 
HELWEST Û TAWÎZÊN TIRKIYEYÊ
 
Rêberê PKK’ê da zanîn ku ji di plana wan de derketina ji Atînayê nebû û wiha got: “Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rû bi rû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê. Li vir pirsa divê mirov bike ev e: Li Yewnanistanê jî beşê Gladioyê bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Ez nikarim bersiveke vebirrî bidim. Hewcedarêya vê mijarê bi lêkolînê heye. Heye ku di radestkirina min a Tirkiyê de DYA’yê bi rêveberêya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin. Nemaze jî ji bo çareseriya pirsgirêkên Ege û Qibrisê guman heye ku niyeteke wan wiha hebe. Tirkiye di vê mijarê de helwesta dayîna tawîzan ya bêsînor heye û lazim e ev teqez li ber çavan bê girtin.”
 
PROJEYA MAVÎ AKIM Û KREDIYA ÎMF’Ê
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku li Atînayê ji aliyê Savvas Kalenterides ku di NATO’yê de peywirdar e û wiha got: “Wî li balafirgehê ez birim odeyeke ku generalekî hewayî û şefê Îstîxbaratê Stavrakakîs li wir bûn. Haralambos Stavrakakis bi israr dibêje ger demkî be jî têketina wî ya Yewnanistanê qebûl nakin. Ew dostên ku me li hev kiribûn li holê nebûn. Heta saetên êvarê nîqaş dewam kir. Bi awayekî tesaduf Nûman Ûçar ku li Moskovayê bû ket dewreyê. Bi balafireke taybet a Yewnanistanê berê me dan Moskavayê. Bi alîkariya Serokê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowski em li Moskovayê peya bûn û wê demê Rûsya kaoseke aboriyê ve rûbirû mabû. Vê carê jî Şefê Îstîhbarata Navxweyî yê Rûs derket pêşiya me. Ew jî bi israr hatina me qebûl nake. Di wan şert û mercan de em nikaribûn li Rûsyayê bimînin. Li wir qaşo 33 rojan veşartî mam. Di vê pêvajoyê de hem serokwezîrê Îsraîlê A. Şaron û hem jî wezîra Karê Derve ya DYA’yê M. Allbright hatibûn Rûsyayê. Pîrîmakov serokwezîrê Rûsyayê bû. Hemû jî ji eslê xwe cihû bûn. Her wiha serokwezîrê Tirkiyeyê Mesût Yilmaz jî di dewreyê de bû. Di encamê de li hemberî Projeya Mavî Akim û 10 Mîlyar Dolarên ÎMF’ê li hev kirin û ez ji Rûsyayê hatim derxistin.”
 
PLAN LI MOSKOVAYÊ VALA DERKETIN
 
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku wek Atînayê li Moskovayê jî planên wan têk diçin û wiha behsa rotaya sêyemîn a maceraya Romayê dike: “Vê carê jî bi senaryoya îstîxbarata Îtalyayê rojên min yên li Romayê ku beşeke wê li nexweşxaneyê derbas bû, destpê kir. Helwesta serokwezîrê wê demê Massimo D’Alema helwesteke rast bû lê têrê nedikir. Baweriya siyasî ya temamî nedabû. Rewşa heyî ji darazê re hişt. Ez li hemberî vê hêrs bûbûm. Min biryar da ku ger firsend bibînim ez ê Îtalyayê terk bikim. Massimo D’Alema di daxuyaniya xwe ya dawî de gotibû heya dawiyê dikarim li Îtalyayê bimînim. Lê li gorî min helwesteke neçariyê bû. Ger şaş nebim wê demê hewldaneke hevpar ya ereb hebû. Xwestin bibin cihekî ku nexwestin aşkera bikin. Ji ber ku fermî û ewle nebû min ev daxwaz qebûl nekir.”
 
PIŞTÎ ROMAYÊ DÎSA MACERAYA LI RÛSYAYÊ
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku piştî Romayê çûyîna duyemîn a Rûsyayê biryareke şaş bû û wiha got: “Tê bîra min ku dema bi balafira taybet a Massimo D’Alema ve ji qada NATO’yê derketibûn bêhna min hatibû ber min. Lê ev derketin dişibe rewşa ku dixwazî  xwe ji baranê xilas bikî lê bi gijlokê re rûbîrû dimînî. Vê carê jî Îstîxbarata Navxweyî ya Rûsyayê ez îkna kirim ku em ê biçin Ermenistanê û wisa em çûn balafirgehê. Li gorî senaryoya ku hat amadekirin li balafirgehê gotin ku çûyîna Ermenistanê betal bûye, ger bixwazim dikarim li Tacikîstanê hefteyekê bimînim û gotin ku dikare nav hefteyekê de alternatîfên nû biafirîne. Xapandin û bi balafireke kargoyê ve em li paytexta Tacikîstanê li Duşanbeyê peya bûn. Hefteyekê em hîç ji odeyê derneketin. Em dîsa vegeriyan Moskovayê. Me neçarî dîsa serî li dostên yewnanî da. Di nav du rojên berf û seqemê yên Moskovayê me dîsa berê xwe da Atînayê.”
 
LÎSTIKÊN XWEDAYÊN OLYMPOSÊ
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku vê carê jî bi lîstikên xwedayên Olymposê ve rûbirû mane û wiha got: “Nemaze jî Hades hatibû bîra min. Li balafirgehê di salona VÎP’ê de em ketin hundir. Bi ketina hundir ve û şopandina Xwedayê Dojehê Hadesê destpê kiribû. Li mala xesiya dostê xwe Nagzakîs ku xesûya wî dişibiya sêhrbazên serdemên kevn û maleke belavela bû, şevekê mam. Piştî wê şevê rêwitiya min ya ber bi kampa mirinê destpê kiribû. Hades bi temamî de dewreyê de bû. Hemû tiştên ku dihatin gotin û kirin sexte bûn. Tu tiştek durust nîn bû. Hebûn lê hemû jî li hemberî cinawirên modernîteyê neçar mabûn. Dewleta yewnan bi sextekariya xwe ve di vê lîstikê de bi ser ketibû. Divê bihata zanîn ku di dîrokê de gelê yewnan her tim li aliyê vî demokrasiyê ya sextekar ve hatiye xapandin û bi trajediyên mezin re rûbirû hatiye hiştin û divê ez jî ferqa wê de bûma. Dema em ji Yewnanistanê derketin di dema çûyîna her du balafirgehan de ajokarên erebeya ku em lê siwar bûbûn ji bo ez werim ser hemdê xwe û neçim ketin nav hewldanan. Bi awayekî durust destnîşan kirin ku ez bi komployeke mezin re rûbirû me. Wisa xuya dike ku ew du memûrên îstîxbaratê bûn. Ya yekemîn erebe li balafirê qeliband û xwest çûyînê asteng bike. Ya duyemîn jî li cihê ku em veşartî biçin balafirgehê heft caran bi deqeyan wekî ku erebe xirab bûye tevgeriya. Min ewqas baweriya xwe bi wan sozan anîbû ku nehatim ser hemdê xwe. Li hemberî wê ji bo hema di qederê de çi hebe bibînim min dixwest bi lezgînî biçim.”
 
RÛYÊ VEŞARTÎ Û RASTEQÎN YÊ NATO’YÊ
 
Abdullah Ocalan dibêje ku li balafireke ku Gladioyê ku di operasyonên veşartî de tê bikaranîn, tê siwarkirin û wiha dewam kir: “Beriya ku em biçin Nairobiyê em ê li ser Mînsk’ê biç ûna Hollandayê. Bi vê balafira taybet ve di sir û seqema Mînskê de du saetan zêdetir sekinîm. Balafira ku em li bendê bûn nehat. Polîsên Belarûsê bi deqeyan balafir kontrol kirin. Îhtîmalek û an jî wek firsenda dawî dê li Balafirgeha Mînskê bihiştana. Ya din ji însafa rêveberiya Belarûsê re hatibû hiştin. Tişta balkêş ew e ku wê demê Wezîrê Karê Parastinê yê Tirkiyeyê Îsmet Sezgîn hatibû serdaneke li Mînskê. Balafir nehat û qaşo firsenda dawî jî ji dest çû. Li pişt tenê ‘mirina spî’ mabû. Balafira Gladioyê li ser Behra Spî difiriya û di şîroveyên min yên piştre de min anî ziman ku ev dişibe seferên trenê yên komkujiya cihûyan. Di şexsê min de rejîmeke komkujiyê ketibû serdemeke herî krîtîk. Min rûyê rast û veşartî yê NATO’yê di dema van seferan de dît. Dema ji Mînskê vegeriyan ji bo balafir li balafirgeheke Ewropayê daneyne alarmeke 24 saetan hatibû destnîşankirin.  Wisa tê fêmkirin ku wê demê ji bilî Balafirgeha Mînskê ku tekane îsyankar Belarûs e, tu balafirgeheke ku me qebûl bike nîn bû.”
 
LI NAÎROBIYÊ 3 RÊ HEBÛN
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku li Nairobiyê 3 rê li pêşiya wan bû û wiha got: “Ya yekemîn li dijî fermanê derketinê de wekî ku pevçûn dertiye û kuştin bû; ya duyemîn bêyî ku li dijî daxwazên CIA’yê derkevim gotinên wan qebûl bikim û teslîm bibim, ya sêyemîn jî min teslîmî tîmeke taybet a Tirk ku zû de li wir amade bûn.” Ocalan di berdewamê de wiha dibêje: “Dema em li Naîrobiyê bûn Dîlan ku li cem me bû di derûniyeke bi fikar de bû. Ger fikrên xwe bi temamî vegota, rêxistinên saziyên civakî bixista nav tevgerê  dibe ku komplo hinekî vala bihata derxistin. Pêşniyar kiribû ku em bi çekekê xwe biparêzin û min ev daxwaz rexne kiribû. Ev ji min û ji bo yên li wir dihat wateya xwekuştinê. Niyeta min a xwekuştinê nebû. Ji bo ez çekê bigirim ser xwe heya dawiyê israr kir û li dora min diçû û dihat. Ger çek li ser min bûya û min destê xwe biavêta çekê ev dihat wateya mirinê. Piştre di lêpirsînê de gotin ku ger çek bihata kêşandin fermana kuştinê hatibû dayîn. Gotin ku ger ji sefaretxaneya derketibama ev jî dihat wateya mirinê. Gotin ku helwesta herî aqilane hatiye nîşandan. Çiqas rast dibêjin em wê nizanin. Di pêvajoya 15 rojan ya Nairobiyê de helwesta sefîrê mezin Kostulas hêjayî fêmkirinê ye. Gelo ew jî hatibû bikaranîn? Yan ji berê ve wek parçeyek planê hatibû amadekirin? Min ev fêm nekir. Beriya teslîmkirina min hîç nehat mala ku îkametgaha wê li wir e. Ji ber ku xwestin bi darê zorê min ji sefaretxaneyê derxin ji zebaniyê Nairobiyê re bi hêrs bûbû. Lê dibe ku ev helwesta wî sextekarî be jî. Vê carê jî ji bo biçin Hollondayê qaşo Pangalos destur dabû derxistin. Min baweriya xwe bi vê neanîbû. Ji ber ku ger ji malê derneketibama tîmên taybet yên yewnan di pusuyê de bûn û dê bi darê zorê ji malê bihatam derxistin. Polîsên Kenyayê jî ji bo heman tiştî amadekarî dikirin. Bêguman çûyîna Komara Başûrê Afrîkayê wek çîrokeke xapandinê bû. Pêşniyarên xwe avêtina dêr û NY’ê pêşniyarên bi fikar bûn.”
 
Abdullah Ocalan got ku operasyon û nêçîra ku 130 rojan dewam kir ji bilî desthiltadarê DYA’yê tu hêz nikare pêk bîne, di vê pêvajoyê de tekane rola tîmên taybet yên Tirk ew e ku bi balafirekê wî bînin Îmraliyê.
 

Sernavên din

21/07/2025
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît