'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'

  • rojane
  • 09:27 28 Çile 2025
  • |

AMED - Nûnerên saziyên ku kampanyaya "Ji Rojava re statu, ji gelan re azadî" îmze kirin, bal kişandin ser gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd û gotin: "Gava li hundir doza aştiyê bê kirin, divê li derve komkujî neyên kirin." 

419 partî, sazî û rêxistinan di 26'ê Çileyê de li Amedê li hev civiyan û kampanyaya "Ji Rojava re statu, ji gelan re azadî" îmze kirin û ji raya giştî re ragihandin. Di daxuyaniya saziyan de banga naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku di hedefa êrişan de ye hat kirin. Nûnerên saziyên îmze dan kampanyayê, êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin.
 
 
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Yakûp Demîr diyar kir ku nêzî 13 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê atmosfera aştiyê pêk tê û ji bo vê jî divê statuyeke navneteweyî bê dayîn. Demîr diyar kir ku armanca bingehîn a kampanyayê ew e ku bi vê naskirinê êrişên komên cuda bi dawî bibe û got: "Em bang li hemû saziyên ku piştgiriyê didin aştî û biratiyê statuya Rojava nas bikin û piştgiriyê bidin gelên li wir."
 
Demîr bal kişand ser muzakereyên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û diyar kir ku şer û pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zirarê dide vê pêvajoyê. Demîr diyar kir ku wekî her carê pevçûn û pêvajoya di nava hev de derbas dibin û got: "Em wekî rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl, ji bo jiholêrakirina van pevçûnan bi hemû hêza xwe hewl bidin."
 
 
Endama Komîsyona Rêxistinê ya Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kayayê jî diyar kir ku bi hilweşandina rejîma Baasê re elewî, X-xiristiyan û kesên ji ol û baweriyên din bûne qurbanî li Sûriyeyê. Emîne Kayayê diyar kir ku bi dayîna statuyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wê pêşî li êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gel û bawerî bi hev re dijîn, bê girtin. Emîne Kayayê anî ziman ku bi deklerasyona ku weşandine dixwazin li dijî êrişên li Rojavayê bibin deng.
 
Emîne Kayayê destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku muzakereyên çareseriya pirsgirêka kurd didomin de êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin û got: "Divê Tirkiye di demeke herî kurt de vê şaşitiyê ji holê rake."
 
 
Hevserokê Komeleya 78'an Ahmet Candan jî diyar kir ku ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn û vir ve li erdnîgariya kurdan komkujî berdewam dikin. Candan diyar kir ku bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tovên nefretê di nava gelan de hatine çandin û got: "Êriş û aştî bi hev re nabin. Eger ev gel dixwazin wekhev bijîn, divê dawî li şer bê û polîtîkayên aştiyê werin meşandin."
 
MA / Mujdat Can - Şirvan Şîlan Çîl
 

Sernavên din

14/07/2025
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin