‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’

  • rojane
  • 14:02 26 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê hatine dayin de bal kişandin ser êrişên dewleta tirk û wiha hate gotin: “Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn.” 

Bi boneya 10’emîn rizgarkirina navenda bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî hatin dayin. 
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de kesên di parastina Kobanê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Serkeftina Kobanê bû destpêka têkçûneke erdnîgarî ya rêxistina terorîst a DAIŞ'ê, ku, bi têkçûna wê li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê tacîdar bû. Heke ne serkeftina Koban li dijî rêxistina terorîst bûya dê ev rêxistin heta roja îro ji bo hemû cîhanê metirsiyek berdewam mezin baya. Em dikarin bi wêrekî û zelalî bibêjin ku serketina Kobanê ne serkeftineke herêmî bû, lê serkeftineke ji bo tevahiya cîhanê bû, ji ber ku Kobanê rê vekir ku cîhan ji rêxistina terorîst a herî xirab a ku mirovahiyê nas kiriye xilas bibe. "
 
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li dijî Kobanê û wiha hat domandin: “Îro piştî deh sal ji salvegera serkeftina berxwedana Kobanê, ku em  û cîhana azad vê salvegera bi rûmet pîroz dikin û bibîr tînin, keleha berxwedanê Kobanê niha rastî êrişên hovane yên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê. Ev êriş kopiyeke dubare ya êrişên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ne, dibe ku nav cuda be lê armanc yeke, ew jî têkbirina vîna azad a li Kobanê û tepisandina dengê berxwedana wê ye ku cîhan pê matmayî ma. 
 
Helbet heke dewleta Tirk a dagirker êrişek li dijî Kobanê bike; bê guman em ê berxwedaneke ji ya ku me di salên 2014 û 2015’an de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê pêk anîbû, xurtir bikin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi biryar e ku Kobanê û gelê wê ji hemû êrişên ku ji kîjan alî ve pêk bîn, biparêze.
 
Em bang li hemû gelên azad, welat, rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û rê li ber her êrişeke li dijî bajarê Kobanê bigirin.”
 
YPG: EM Ê GELÊ XWE BI RUHÊ KOBANÊ BIPARÊZIN 
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ev daxuyanî da: "Em îro dehemîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi bîr tînin û pîroz dikin ku ew di şerê cîhanî yê li hember DAIŞ'ê kêliyeke bêhempa bû. Di sala 2015'an de, di encama şerekî giran a ku bi mehan berdewam kir, hêzên YPG û YPJê tevî hevalbendên xwe û gelê Rojava, çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê derxistin. DAIŞ'ê hemû dinya terorîze kir, êriş bir ser gelek welatên dinyayê; ji ber vê sedemê berxwedana Kobanê ne tenê Rojava; bi tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ji vê xeteriyê azad kir.
 
Kobanê bi qasî serkeftinek leşkerî, sembola berxwedêrî û azweriya gelê Kurd û hemû gelên herêmê ye. Ew navenda şer bû di navbera rûmeta mirovahî û azadiyê, û hêzên talanker ên paşverû de. Di dirêjahiya dorpêçkirina Kobanê de, DAIŞ'ê bi rengekî eşkere ji sînorên Tirkiyê çek û alav derbas kir, her wiha çekdarên xwe bi piştevaniya dewleta Tirka  dagirker anî herêmê. Lê tevî vê jî li Kobanê koma çete têk çû û hemû cîhan dît ku ew dikarin werin têkbirin. Ew berxwedan raber kir ku yekitî û hevgirtina gelên herêmê dikare li dijî terorîzmê bi ser bikeve.
 
Li gel ku em vê roja girîng pîroz dikin, li aliyê din êrişên dewleta dagirker ên li ser herêmên me û bi taybetî li ser Tişrîn û Qereqozaqê didomin. Em vê êrişkariyê weke berdewamiya êrişa li ser Kobanê dibînin û bi heman ruhê berxwedana bersivê didin van êrişan. Ev êriş ne tenê aramiya herêmê têk dibe, di heman demê de şert û mercên guncaw ji bo veger û xwe ji nû ve rêxistinkirina DAIŞ'ê ava dike. Êrişên li ser navendên ewlehî û binesaziya jiyana gel, pergala ku me bi xwîna bi deh hezaran şehîdan ava kiriye tehdît dike. Em bang li hemû kes, sazî û netewên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de li kêleka me sekinîn dikin ku li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî xwedî helwest bin.
 
Em bi vê boneyê şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin ku fedakariya wan hişt ku em di şerê xwe yê azadiyê de bi ser bikevin. Em vê rojê li gelê xwe li hevrêyên xwe yên ku li bendava Tişrînê li ber xwe didin pîroz dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê heya dawiyê parastina gelê xwe û xaka xwe bikin."
 
KOMBÛNA JINAN A ZENUBYAYÊ
 
Kombûna Jinan a Zenubiyayê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 10’mîn salvegera rizgarkirina Kobanî de, em bi rêzdarî li pêşber berxwedana we ya efsanewî bejna xwe ditewînin. 10 sal derbas bûn hîna jî vedenga qehremaniya we li seranserê cîhanê deng vedide. Jinên Kobanê afirînerê jiyanê ne, berxwedana we ya mezin rêya me ya ber bi siberojeke geş ronî dike. Her wiha destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bingeha berxwedana bendava Tişrînê ye. Di vê salvegerê de em soza xwe nû dikin ku em ê bi fedekariya şehîdên xwe re dilsoz bin û heta serketineke bi rûmet em ê li ser rêya azadiyê berdewam bin. Em di wê baweriyê de ne ku neheqî wê ji holê rabe, rastî wê bi ser bikeve.”

Sernavên din

28/08/2025
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan
11:41 Li Bursayê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
11:40 Şewata li Bedlîsê hate vemirandin
11:16 Li Xezeyê 2 jê zarok 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
11:15 Hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê li Cinevê bên kirin
10:51 Civaka Elewî hemwelatiya wekhev dixwaze