Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?

  • rojane
  • 13:12 26 Çile 2025
  • |

AMED - Hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê ya li Tişrînê li Amedê hate protestokirin û wiha ji îktîdarê re hate gotin: “Tişta ji bo Xezeyê sûc li Tişrînê çawa rewa dibe?”

 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li pêşiya AZC Plazayê ya li Semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê êrişên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan û xebatkarên tenduristiyê protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta “Êrişên ser sivîlan, xebatkarên tenduristiyê û ambulansan sûcên li dijî mirovahiyê ne” hate hilgirtin. Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê Mûstafa Mesût Kaya, anî ziman ku hedefgirtina sivîl û tenduristvanên li Tişrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Kaya, da zanîn ku di êrişan de ambulans û tenduristvan yekser hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Heta niha 5 ambulans hedef hatine girtin, 3 tenduristvan hatine qetilkirin û 3 jî birîndar bûne. Ji êrişên 8’ê Çileyê heta niha de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 203 jî birîndar bûne. Mafê xwegihandina xizmetên tenduristiyê, bi xala 25’emîn a Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatiye misogerkirin. Mixabin ev bi awayekî sîstematîk hatiye binpêkirin.” 
 
'POLÎTÎKAYÊN DURÛTIYÊ’
 
Bi domdarî Kaya bi bîr xist ku dema Îsraîlê li Xezeyê saziyên tenduristiyê, tenduristvan û hwd. hedef digirt, rayedarên AKP’ê berteka “binpêkirina hiqûq û mafên navneteweyî” nîşan dane û wiha pê de çû: “Lê Tirkiye bi destê komên paramîlîter û bi rêya SÎHA’yan sivîl û xebatkarên tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Ev rewş jî nakokiyeke mezin derdixîne holê. Li rexekî êrişên ser Xezeyê şermezar dikin, li rexa din jî derfetê didin komên paramîlîter ku xebatkarên tenduristiyê û sivîlan hedef bigirin. Bi gotina herî sivik, ev polîtîkaya durû ye. Nayê qebûlkirin ku AKP hiqûqa navneteweyî tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Em dipirsin; çima hûn bombebarankirina nexweşxaneyên Xezeyê weke sûc dibînin lê bombebarankirina xebatkarên tenduristiyê yên li Tişrînê rewa dibînin?” 
 
LI DIJÎ ÊRIŞAN BANG
 
Kaya, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî êrişên ser sivîlan û xebatkarên tenduristiyê bikevin nava tevgerê. Kaya, axaftina xwe weiha qedand: “Êrişên ser tenduristvanan, sûcê şer e. Divê Tirkiye berpirsyartiya xwe ya ji van koman qebûl bike û êrişên wan bide sekinandin. Em bang li civaka navneteweyî û parastvanên mafên mirovan jî dikin ku li dijî van  êrişan bêdeng nemînin. Em bang dikin ku ev êriş bên sekinandin û berpirsyar hesabê bibin.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bila destên dirêjî tenduristvanan dibin bişikên” û “Bijî berxwedana Tişrînê” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

28/08/2025
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan
11:41 Li Bursayê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
11:40 Şewata li Bedlîsê hate vemirandin
11:16 Li Xezeyê 2 jê zarok 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
11:15 Hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê li Cinevê bên kirin
10:51 Civaka Elewî hemwelatiya wekhev dixwaze