MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne

img

AMED - MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinên li dijî rojnamegeran a sala 2024’an eşkere kir. MKG’ê got ku di 2024’ab de êriş li 30 rojnamegeran hatiye kirin, 49 rojnamegerên hatine binçavkirin, gef li 17 rojnamegeran hatiye xwarin û 8 rojnamegerên jin jî girtî ne.  

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin a sala 2024’an li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê parve kir. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Rapora bi Kurdî ji hêla nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin û ya bi tirkî jî ji hêla rojnameger Arjîn Dîlek Oncel ve hate xwendin. 
 
‘ROJNAMEGERÊN JIN RASTÎ ÊRIŞÊN FÎZÎKÎ TÊN’ 
 
Rapora MKG’ê wiha ye: 
 
“Sala 2024’an bû serdemeke ku zextên li ser rojnamegeran kûrtir bûne û ji bo çapemeniya azad xetereyeke cidî ava kiriye. Gelek endamên çapemeniyê, bi taybetî rojnamegerên jin, ku hewl didin pîşeya xwe bimeşînin, li qadê û hawirdora dîjîtal bi êrişên fîzîkî, tirsandina qanûnî û cudakariya zayendî rû bi rû dimînin. Ev zext gihiştine asteke ku ne tenê şert û mercên xebatê yên rojnamegeran, mafê civakê yê agahdarkirinê û pêvajoyên demokratîk jî dixe xeterê.
 
Di sala 2024’an de yek ji mînakên herî berbiçav ên tundiya li dijî rojnamegeran qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên êrişên li ser Qereqozaq û Bendava Tişrînê dişopandin bû. Di 19’ê Kanûnê dema êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, bi SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hedef hatin girtin. Li gel ku li ser wesayîtên wan bi zelalî ‘PRESS’ hatibû nivîsandin jî dîsa hatin bombebarankirin. Ev êrişa ku li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de pêk hat, binpêkirinên li dijî mafê jiyanê yên endamên çapemeniyê nîşan da.
 
DIVÊ ROJNAMEGER BÊN PARASTIN
 
Ev êriş ne tenê êrişeke li dijî rojnamegeran e, di heman demê de li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî û azadiya çapemeniyê jî binpêkirineke eşkere ye. Bertekên ku piştî bûyerê ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve hatin nîşandan, careke din pêwîstiya hişyarkirina cîhanê ya li ser pêwîstiya parastina rojnamegeran anî rojevê.
 
Pîvaneke din a zexta li ser rojnamegeran êrişên sîstematîk ên li ser platformên dijîtal e. Rojnameger, bi taybetî yên ku li ser mijarên hestiyar ên wekî mafên jinan, herêmên pevçûnan û mafên mirovan dixebitin, bûne hedefa kampanyayên nefretê yên organîze, eşkerekirina agahiyên şexsî û tacîza sîber. Ev cureyê tundiya dijîtal ne tenê karê rojnamegeran di karê xwe de zehmet dike, lê di heman demê de dibe mekanîzmayek ku ewlehiya wan a derûnî û laşî dixe xetereyê.
 
ZEXTÊN HIQÛQÎ WEK AMÛRA BÊDENGKIRINA ROJNAMEGEARN HAT BIKARANÎN
 
Zextên hiqûqî weke amûreke sîstematîk a bêdengkirina rojnamegeran berdewam kir. Di tevahiya sala 2024'an de, gelek rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên rexneyî hatin darizandin û bi pêvajoyên dozên dirêj rû bi rû hatin hiştin. Ji aliyekî din ve, piraniya tawanbarên gef û êrişan li dijî rojnamevanan bêceza man û vê yekê jî çandeke bêcezakirinê ava kir ku tundiya li dijî endamên çapemeniyê zêde kir. Bikaranîna mekanîzmayên qanûnî ya li dij parastina mafên rojnamegeran weke amûreke tirsandinê tê bikaranîn, ji bo çapemeniya azad xeteriyeke cidî ye.
 
ÇAPEMENIYA AZAD BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK HEDEF TÊ GIRTIN 
 
Dema zextên fîzîkî, dijîtal û hiqûqî yên li ser rojnamegeran tên cem hev, xeteriyeke sîstematîk a ku çapemeniya azad dike hedef derdikeve holê. Rojnameger, bi taybetî yên ku li herêmên pevçûnan dixebitin, ne tenê di gihandina agahiyan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin, di heman demê de dema ku pîşeyê xwe dimeşînin li ser ewlehiya jiyana wan jî xetere heye. 
 
Ev gefên li ser çapemeniya azad ne tenê mafên rojnamegeran binpê dike, her wiha mafê civakê yê bidestxistina agahiyên rast û bêalî jî binpê dike. Her rojnamevanekê/î ku tê bêdengkirin, beşeke êrişa li dijî mafê civakê yê wergirtina nûçeyan û hînbûna rastiyê ye.
 
DIVÊ TEVDÎRÊN LEZGÎN BÊN GIRTIN
 
Ji bo dawî li êrişên li dijî rojnamegeran û parastina çapemeniya azad bê kirin divê tevdîrên lezgîn bên girtin. Beriya her tiştî divê mekanîzmayên edaletê bi awayekî bi bandor bixebitin da ku êrişkarên li hemberî rojnamegeran bêceza nemînin û bersiva darazê ya li hemberî van binpêkirinan bi awayekî zelal bê diyarkirin. Divê li dijî êrişên sîber û kampanyayên nefretê yên ku di hawîrdora dîjîtal de têne kirin tedbîrên bihêztir bêne girtin.
 
BANGA JI BO RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ
 
Divê mekanîzmayên navneteweyî ji bo misogerkirina ewlehiya rojnamegeran, bi taybetî yên ku li herêmên pevçûnan dixebitin, bêne danîn û destûr were dayîn ku rojnameger bi ewlehî li van herêman erkên xwe yên çavdêrên bêalî pêk bînin. Her wiha gelek girîng e ku rêxistinên navneteweyî yên ku azadiya çapemeniyê diparêzin binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamegeran zelaltir bikin û li dijî van binpêkirinan gavên berbiçav bavêjin. Rakirina zextên li ser rojnamegeran ne tenê ji bo parastina mafên takekesî, ji bo pêşeroja civakên demokratîk jî pêwîstiyek e.
 
Êrişên li ser rojnamegeran ne tenê ji bo komeke profesyonel pirsgirêk e, lê belê qeyraneke ku pêşeroja civakên demokratîk dixe xetereyê. Her rojnamegerê ku dema hewl dide pîşeya xwe bimeşîne, mîna rojnamegerên li Qereqozaq û Bendava Tişrînê bûne hedef, sembola têkoşîna çapemeniya azad e. Van sembolan careke din tînin bîra me ku parastina mafê civakê ya bidestxistina agahiyên rast, çiqas girîng e.
 
DANEYÊN BINPÊKIRINAN 
 
Daneyên binpêkirinên mafên rojnamegerên jin ên sala 2024’an wiha ne; 
 
‘BINPÊKIRINA EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ 
 
* Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 30
 
* Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin: 10
 
* Rojnamegerên hatine binçavkirin: 49
 
* Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatine kirin: 8
 
* Rojnamegerên der barê wan de biryara girtinê hatine dayin: 3
 
* Rojnamegerên hatine girtin: 4
 
* Rojnemegerên bi muameleya ne baş rû bi rû mane: 45
 
* Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin: 17
 
* Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin: 40
 
*Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 8
 
BINPÊKIRINA FIKR Û RAMAN
 
* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 37
 
* Rojnamegerên der barê wan de doz hatine vekirin: 29
 
* Rojnamegerên hatine cezakirin (Hejmara kesan): 25
 
* Cezayê girtîgehê: 52 sal û 9 meh û 17 roj
 
* Cezayê pereyan: 21 hezar û 240 TL
 
* Rojnamegerên darizandina wan didome: Ji 105 dosyeyan bi giştî 183 rojnameger
 
* Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha): 5
 
BINPÊKIRINA MAF^NE CIVAKÎ Û ABORΠ
 
* Rojnamegerên dawî li karê wan hatiye: 6
 
LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ YA SALA 2024’AN 
 
* Elîf Ersoy - Berpirsa Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê 
 
* Gulistan Dursun - Rojnameger
 
* Hatîce Duman - Midûra Karên Nivîsan û Xwediya Rojnameya Atilimê 
 
* Lutfiye Burcu Kara - Rojnemeya Yekitiya Têkoşînê 
 
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT’ê ya berê
 
* Selamet Turan - Rojnameger
 
* Serpîl Unal - Rojnemeya Yekitiya Têkoşînê 
 
* Pinar Gayip - Ajansa Nûçeyan a Etkînê
 
LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN DI 2024’AN DE HATIN BERDAN 
 
* Bîrcan Yildirim 
 
* Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS’ê 
 
* Dîcle Muftuoglû - Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê 
 
* Dîlan Oynaş - Xebatkara Azadiya Welat 
 
* Esra Solîn Dal - Ajansa Mezopotamyayê (MA)
 
* Nazli Ilicak
 
* Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
* Sîbel Mûstafaoglû
 
* Tulay Canpolat - Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê”
 

Sernavên din

09/08/2025
10:24 Cinayeta ku 33 sal in nehatiye ronîkirin: Kevneşopiya wî didome
09:41 Di 2 salan de li 3 girtîgehan 56 caran berdana girtiyan hat taloqkirin, înfaza 16 girtiyan hat şewitandin
09:19 Talankirina ekolojiyê kaniyên Şirnexê ziwa kirin
09:05 Ji Şaredariya Peyasê li dijî cinayetên jinan plana çalakiyan
09:03 Wezaretê berpirsiyariya xwe ya di qirkirina daristanan a bi destê cendirme û cerdevanan de qebûl nekir
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2025'AN
08/08/2025
22:20 Ji Abdullah Ocalan ji bo gelê Kampa Mexmûrê name
21:11 Civîna sêyem a komîsyonê wê di 12’ê Tebaxê de be
16:34 Encamnameya Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan: Çareserî Sûriyeya nenavendî ye
16:24 'Em ê Sûriyeyeke hemû kesî hembêz dike ava bikin’
16:13 Şewata li Çanakkaleyê nêzî jîngehan bû
15:55 Denîz Firat di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:45 Şewata li Licê hate vemirandin
14:55 Ji Elewî û Durziyan peyama yekhelwestiyê: Çareserî, pergala nenavendî ye
14:54 Jinên Beluc: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
14:34 Guler, Yerlîkaya û Kalin beriya civîna komîsyonê hatin gel hev
14:08 Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
14:02 Kurtulmuş: Em mecbûr in pêvajoyê bi baldarî birêve bibin
13:54 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza Narîn Guranê de bên erêkirin
13:51 Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
13:23 ÎSÎG: 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:15 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan': Piranîparêzî ne gef e lê hêz e
12:30 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
12:09 Ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz dê pêşangeh bê vekirin
12:08 Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da
11:55 Li Şirnexê 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bihîjyen hatin tunekirin
11:29 Ermenistan û Azerbaycan dê peymanê mohr bikin
11:01 Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv
10:27 Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’
10:26 Temellî: Meclis dê pêşniyarên komîsyonê qanûnî bike
09:43 'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e'
09:42 Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand!
09:17 Îsraîlê ‘plana kontrolkirina Xezeyê’ erê kir
09:10 Li Tatosê bi pêşniyazên jinan projeyên çareseriyê tên pêkanîn
09:02 Nivîskar Kural: Çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesan e jî
09:01 Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e
09:00 Xebatkarên Perî Tekstîlê: Em ê bitêkoşin
09:00 Dozger poşmanîtî li girtî ferz kir: Berdana wî salekê hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2025’AN
07/08/2025
16:57 Li Dihokê goreke komî hate dîtin
16:52 Kurtulmuş: Pêvajo ne pêvajoya mizakereyê ye
16:51 2 jin ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin
16:46 Şaxa ÎHD’a Dêrsimê: Binpêkirinên li bajar gefê li mafê jiyanê dixwin
16:24 Jinên Beluc: Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê me
16:01 Li rojnamegera tev li danişînê nebû cezayê kelemçeya elektronîk hat birîn
15:51 Varişli ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanê bikin
14:20 Li Boluyê şewat derket
13:36 Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê yê nû bû Celal Firat
13:35 Li Elkê qirkirina daristanan: Xaka welat veguherandin çolistanê
13:07 Ayşegul Dogan: Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye
13:06 Xebatkarên ODTU’yê dest bi grevê kirin
13:05 Xwendekar dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ komxebatê li dar bixin
11:52 Berteka gardiyan a li dijî pêvajoyê: Zext li girtiyan kirin, heqaret li Bahçelî kirin
11:44 Saruhan Oluç: Em ê ji bo yasayên entegrasyonê pêşniyaran bikin
11:00 Demokratîk Modernîte bi manşeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket
10:38 Abdulbakî Erdogmuş: Muxatab Ocalan e, divê komîsyon pê re hevdîtinê bike
10:34 Çand û dîroka Kurdan li dîwaran neqişand
10:05 11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir
09:50 'Şert û merc dê bikin ku îktîdar gavan biavêje’
09:17 Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin
09:04 Girtiyê nexweş Latîf Akay bi mirinê re rû bi rû ye
09:03 TUAY-DER: Divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê bên dîtin
09:02 Dê li 13 navendan şahî, mitîng û meş bên lidarxistin
09:02 Hestiyên kurê wî di qutiyê de hatibûn radestkirin: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 7’Ê TEBAXA 2025’AN
06/08/2025
16:59 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘protestoya 15’ê Sibatê’ ceza dan 12 girtiyên jin
16:25 Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya
16:11 Zaroka ketî Çemê Hezilê jiyana xwe ji dest da
16:03 Ji ber birîna ceyranê rê girtin
15:41 Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû
15:38 Jinên Beluc ji bo windakiriyan meşiyan
14:54 Bi pêşniyara DEM Partiyê wê ji bo komîsyonê 3 kes bên diyarkirin
14:31 Qeyûmê Wanê erse da ber firotinê, TSO’yê îlana wê weşand!
14:19 Bayindir: Ji bo azadiyê divê em yekitiyê ava bikin û rêxistiniya xwe mezin bikin
13:27 Civîna duyemîn a komîsyonê dê ji çapemeniyê re girtî be
13:26 Rojnamegerê Beluc hate girtin
13:17 Li Hindistanê lehî rabû: 14 kes mirin, 100 kes winda ne
12:28 Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Li Sûriyeyê em bi diyalogê re ne
11:45 Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar
11:35 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajo û komîsyonê’ civiya
11:33 Gef li belavkarê rojnameyê xwarin û sîxûrî ferz kirin
11:23 Encamnameya PM’a DBP’ê: Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya jiyaneke aştiyane ye
11:00 Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe
10:39 Çeteleya JINNEWS’ê: 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî bi awayekî guman mirin
10:35 Lubnanê biryara ‘tesfiyekirina hêzên çekdar’ da
10:18 Di salvegera 80’emîn de kesên li Hîroşîmayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
09:57 Li 20 bajaran dê baran bibare
09:27 Berdana girtiya 68 salî ya protez di çokên wê de heye bi hinceta 'werzîş nekiriye' hat taloqkirin
09:00 Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin
09:00 'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'
09:00 Dixwazin li nava zeviyên findiqan sondaja madenê çêkin
09:00 ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN
05/08/2025
20:34 Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike
20:23 Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir
20:02 Ji AYM'ê der barê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirin
17:13 Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
17:08 Ji ÎHD’ê rapora 2024’an: Herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin
16:40 Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin
16:35 Li Elkê şewat derket