‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'

  • rojane
  • 12:03 30 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegeran diyar kirin ku ji bo çareseriyê pêdivî bi fikrên Abdullah Ocalan heye û xwestin ku ji bo Abdullah Ocalan rola xwe bilîze şert û mercên guncav bên amadekirin. 

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Nîqaşên têkildarî hevdîtinê didomin. Kesên beşdarî çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin bûn, têkildarî hevdîtinê axivîn. 
 
‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
 
 
Ji rêveberên Enstîtûya Kurdî Adil Ercan ku ji Amedê beşdarî çalakiyê bûye, anî ziman ku rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe. Ercan, wiha got: “Hevdîtin, ji bo me mizgîniyeke mezin e. Zêdetirî 50 sal in şer didome. Bidawîbûna vî şerî tekane daxwaza me ye. Heke şer bi dawî bibe dê aştî bê vê xakê. Lewma ev hevdîtin girîng e. Em hêvîdarin ku hevdîtin bidomin. Ji me çi were xwestin em amade ne piştgiriyê bidin. Di destê me de ne çek ne jî bombe hene. Em dixwazin her kes li ser xaka xwe di nava aştî û aramiyê de bijî. Li ku derê şer derkeve em li dij in. Êdî bes e. Dem dema aştî û azadiyê ye.” 
 
‘DIVÊ PÊŞIYA BIRÊZ OCALAN WERE VEKIRIN’
 
 
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî diyar kir ku ev demekî dirêj bû ew li benda peyameke ji Îmraliyê bûn û wiha got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, Îmrali girîng e. Her kesî gotinên birêz Ocalan mereq dikir. Her kes bi rola sereke ya birêz Ocalan a di çareseriyê de dizane. Ji bo çareseriya pirsgirêkan çendek navnîşan hene, ya sereke jî Îmrali ye. Birêz Ocalan, ne tenê ji bo pirsgirêkên li Kurdistanê lê ji bo çareseriya pirsgirêkên li seranserî Rojhilata Navîn dikare roleke sereke bilîze. Ji bo vê jî divê rêya wî were vekirin. Lewma divê tecrîd tavilê were kirin. Dewletê gavekî biçûk avêt, divê ev gav bên mezinkirin. Divê rê bidin birêz Ocalan ku bikare nêrînên xwe bi rehetî bibêje. Ji bo çareseriyê, pêdiviya me bi fikrên birêz Ocalan heye.” 
 
‘DIVÊ QADA HEWAYÎ JI BALAFIRÊN ŞER RE BÊ GIRTIN’ 
 
Bi domdarî Fîdan bal kişand ser êriş û gefên li ser Kobanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “10 sal berê em li ser sînorê Kobanê bûn. Kobanê, li dijî barbariyê mertalekî saxlem e. Gelê Kurd çawa ku 10 sal berê DAIŞ li Kobanê têk bibire û rûmeta mirovahiyê parastibe, îro jî ji bo wê li ber xwe dide. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li vê berxwedana birûmet derkevin. Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe mînak. Pêşeroja hemû gel û baweriyan girêdayî xwedîderketina li Rojava ye. Divê gelên cîhanê xwedî li Kobanê derkevin. Divê Kurd jî demildest yekitiya xwe pêk bînin. Hewceya demek beriya demekî qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firîna balafirên şer bê girtin. Divê balafirên şer êdî nekarin li Rojava sivîlan qetil bikin. Divê pêşiya vê were girtin. Divê hêzên navneteweyî ji bo vê bilezûbez bikevin nava tevgerê.” 
 
‘JI BO AŞTIYA BIRÛMET HÊZA ÇARESERIYÊ YE’ 
 
 
Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Payîzê Jêhat Rojhilat jî bi lêv kir ku di daxuyaniya duh a têkildarî hevdîtinê de peyama aştiyê derketiye pêş û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd her tim daxwaza aştiyê kiriye. Lewma peyama ji Îmraliyê dê bandoreke mezin bike. Di peyamê de ji bo Meclisê, Bahçelî û dewletê bang hatiye kirin. Birêz Ocalan careke din nîşan da ku ji bo aştiyeke birûmet, hêza çareseriyê ye.” 
 
Bi domdarî Rojhilat bi bîr xist ku êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û wiha got: “Kurdistan bi sînorê çêker dabeşî çare parçeyan hatiye kirin. Li her du aliyên sînor jî xizmên hev hene. Ev gel ji hev qut nabe. Dema li aliyê din ê sînor şer heye de divê kesek li bendê nebe kesên li vî aliyê sînor li mala xwe rûnin. 10 sal berê jî xelkê li vir bertekên xwe yên demokratîk nîşan da û encam bi dest xist. Divê nivîskar û rewşenbîr ku wijdana civakê ne, li dijî van êrişan bertekên xwe nîşan bidin. Zanyarê Filistînî Edward Saîd di sala 2000’an de di çalakiyê de kevir avêtibû leşkerên Îsraîlî. Dema sedema vê jê hatiye pirsîn jî wiha got; ‘Heke rojekê zarokê min pirsa ‘Bavo te di şer de çi kir?’ ji min kir, ez ê bikarim bibêjim min kevir avêtin alçaxiyê, neheqiyê.’ Edward Saîd kevir avêt û aliyê xwe diyar kir. Divê nivîskar û rewşenbîr jî ji bo aştiyeke birûmet pênûsa xwe bi kar bînin.” 
 
‘GOTINÊN OCALAN JI BO AŞTIYÊ PÊWÎST IN’ 
 
 
Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî got ku dê hevdîtina li Îmraliyê bandoreke mezin bike û wiha got: “Ji bo şer bi dawî bibe û her kes bi aram bijî, ev peyam girîng e. Gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayinde pêwîst in. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerek heye. Li wir rojnameger û sivîl tên qetilkirin. Herî dawî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin qetilkirin. Ji bo qetilkirina rojnamegeran bi dawî bibe, êrişên ser zarokan bi dawî bibin, ji bo agirê li Rojhilata Navîn vemire, hevdîtinên li Îmraliyê hatine kirin û tên kirin girîng in. Ji bo parastina destkeftiyên Kurdan divê em bi hev re tevbigerin. Ji bo peyama ji Îmraliyê hatiye dayin bigihije cihên pêwîst û bikevin meriyetê, girîng e ku em bi hev re tevbigerin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di demên berê de gotibû; ‘heke şert û merc ava bibin ez dikarin pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.’ Her tim bal kişand ser diyalogê. Birêz Ocalan, li dijî neteweperestî û nîjadperestiyê, peyama pêkvejiyanê da. Weke rojnameger em hêvî dikin ku ev peyam bibe wesîleya aştiyeke mayinde.” 
 
‘ÇARESERÎ NETEWEYA DEMOKRATÎK E’
 
 
Siyasetmedar Hasan Ozguneş jî da zanîn ku peyama ji Îmraliyê di serî de îktîdara AKP-MHP’ê ji bo tevahiya partiyên li Meclisê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Di peyamê de tê gotin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, ji bo jinûveavakirina biratiya Kurd-Tirkan divê şer bi aştiyeke birûmet bi dawî bibe. Ev hevdîtina piştî demekî dirêj hatiye kirin biqedr e. Mafên birêz Abdullah Ocalan hene lê heta niha rê li ber girt ku van mafên xwe bi kar bîne. Li Rojhilata Navîn krîzek heye. Ji ber pevçûnên li Tirkiyeyê, krîza ev 40 sal in didome derbasî qonaxeke krîtîk bûye. Heke çareserî pêş nekeve dê ev krîz bikeve rêyeke jêneveger. Dewletên emperyalîst dixwazin Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Dewletên li ser zîhniyeta yek al, yek ziman, yek ol û hwd. hatin avakirin, êdî tu jiyanê pêşkeşî gel nakin. Êdî dema guherandina van hatiye. Banga birêz Ocalan û neteweya demokratîk dikare ji van pirsgirêkan re bibe derman. Divê hem gel, bawerî, jin û kedkar azad bibin. Bangawaziya birêz Ocalan di serî de ji bo AKP’ê ye lê weke giştî ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn e. Heke pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, ev yek dê ji bo Rojhilata Navîn bibe modêlek. Bûdçeya ji bo şer tê veqetandin dê ji bo jiyaneke mirovane were veqetandin û dê refaha gel bilind bibe. Heke ji bo vê krîzê çareseriyek neyê peydakirin, pergal mehkûmî tunebûnê ye.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

01/08/2025
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!