EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye

  • rojane
  • 10:51 16 Kanûn 2024
  • |
img

EDENE - Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Halîl Îmrek têkildarî geşedanên li Rojava axivî û got, "Her êrîşeke li dijî Rojava, darbeya li daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê ye. Divê hemû kes li Rojava ya ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê parastina gelan kir xwedî derkevin.” 

Serokê Şaxa Halkevlerî ya Edeneyê Osman Erkut û Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Halîl Îmrek têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên Tirkiyeyê nêrînên xwe anîn ziman. Osman Erkut diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê Tirkiye û girêdayî wê SMO’yê (Artêşa Millî ya Sûriyeyê) êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û got ku hêzên emperyalîst bi armanca ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn Şam radestî rêxistinên cîhadîst kirin. Erkut da zanîn ku kiryarên HTŞ û rêxistinên cîhadî ne li gorî hiqûqa navneteweyî ne û got ku êrîşên van rêxistinan bi armanca ji nû ve teşekirina pêkhateya demografîk a li Sûriyeyê û avakirina civakeke bi kontrol e.
 
 
Erkût bal kişand ser êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter yên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de û wiha axivî: "Polîtikaya hikûmeta AKP-MHP'ê tu carî aştiyane nebû. Diyare ku Tirkiye naxwaze rêveberiya xweser a kurd li Sûriyeyê serbixwe be. Ji ber vê yekê ew dixwazin kurdan hem li malê hem jî li Sûriyê di bin kontrola xwe de bihêlin. Erka me mezinkirina têkoşîna li dijî emperyalîzm û faşîzmê û xwedîderketina li berxwedana gelê berxwedêr e. Xeteriya ku em pê re rû bi rû ne û fikarên gelê xwe dibînin. Li dijî vê gefê pêwîstî bi rêxistinbûn û seferberiyê heye."
 
‘JINÛVE HERÊMÊ DÎZAYN DIKIN’
 
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya EMEP’Ê Halîl Îmrek diyar kir ku hêzên emperyalîst  zêdetirî sed sal in ku ji bo dagirkirina herêmê tevliheviyan derdixin û bi pêşengiya DYA'yê herêmê ji nû ve dîzayn dikin û wiha axivî: “Di rewşa heyî de li Sûriyeyê yên serketî DYA, Îsraîl û hevalbendên wan û HTŞ'ê ne. Komên cîhadî yên wekî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku bi desteka hikûmeta AKP'ê mezin bûye, ev pêkhateyên ku her yek ji wan şebekeya kuştinê ye, bûne sedema komkujiyan. Em van çeteyên ku berdewama hovên kujer El Qaîde û DAIŞ’ê baş nas dikin. Em van rêxistinên cîhadîst/selefî  di Komkujiya Gara Trenê ya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de, Komkujiya Pirsûsê û mîtînga HDP’ê ya Amedê de xwîn rijandine, baş nas dikin.”
 
Halîl Îmrek di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku geşedanên li Sûriyeyê diqewimin berdewama geşedanên Gaze û Lubnanê wiha pê de çû: “Li wir qetlîam dewam dikin. Hizbullaha Lubnanê derbeke giran xwar. Hêza xwe gelekî winda kiriye. Bi agirbestê Îsraîl vala derket. Şert û merc guncav bûn. Rûsya neçar hat hiştin ku li ser Ukraynayê bigihêje rêkeftinekê. Wisa dixuye ku gotine 'em mudaxeleyî Ukraynayê nekin û hûn jî mudaxeleyî Sûriyeyê nekin'. Rûsya ku di şerê Ukraynayê de xwe dijberî NATOyê dît, neçar ma ku beşeke girîng ji avakirina xwe ya leşkerî li Sûriyê vekişîne.”
 
Îmrek destnîşan kir ku Tirkiye bi tu avayî naxwaze kurd serkeftinan bi dest bixin û got, “Xema sereke ya emperyalîzma DYA ne parastina hebûn û mafên kurdan yên netewî ye; ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî tevdigere.”
 
DIJMINATIYA TIRKIYEYÊ
 
Îmrek da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Esed dibe ku kurd li Rojava bibin xwedî statû û ev jî Tirkiyeyê aciz dike û ji ber vê êrîşê kurdan dikin. Îmrek gotinên wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên dijberî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibîrxist û wiha got: “Ji ber ‘fobiya kurd’ a Tirkiyê, wisa xuya ye ku ew ê bi israr be ku bigihêje armanca “herêma tampon” a kûrahiya 30-40 kîlometreyî ku ji sînorê Îranê heta Behra Spî dirêj dibe.”
 
DÊ ALOZÎ DEWAM BIKIN
 
Îmrek anî ziman ku dê piştî serdestiya HTŞ’ê dê alozî dewam bikin û wiha got: “Bi rêveberiyeke ku navenda wê li derdora Golanî ye, eger aloziya di navbera kurd û elewiyan de berdewam bike û Sûriye bikeve rewşeke mîna Iraq û Lîbyayê, dê ne ecêb be. Kurdên Sûriyê ji bo Tirkiyê ne gef in. Bi gotineke din, li pişt hincetên ewlehiyê yên Tirkiyê, armanca tunekirina Rêveberiya Xweser a Kurd li Rojava heye. Statuya siyasî ya kurdan li Rojava ji bo Tirkiyeya ku îradeya siyasî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk-aştiyane li ser esasê mafên wekhev nîşan daye.”
 
‘BILA HÊZÊN LEŞKERÎ JI SÛRIYEYÊ DERKEVIN’
 
Îmrek diyar kir ku HTŞ û SMO berdewama El Qadî, DAIŞ û El Nûsrayê ne û bi van rêxistinan re siyaseta hevpar meşandin derveyî aqilane ye û wiha got: “Hedefgirtina Rojava gefan ne tenê li gelê kurd, li paşeroja hemû gelên Sûriyeyê dixwe. Modela jiyana demokratîk a li Rojava hatiye avakirin hedef  tê girtin. Ji ber vê yekê li hemberî van êrîşan îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi hevgirtin û parastineke xurt heye. Weke EMEP em van êrîşan şermezar dikin. Her êrîşeke li dijî Rojava, darbeya li daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê ye. Divê hemû kes li Rojava ya ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê parastina gelan kir xwedî derkevin.”
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

18/07/2025
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin