Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin

  • jin
  • 10:26 13 Kanûn 2024
  • |

AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di Konferansa Jinan de axivî û diyar kir klu Şoreşa Rojava şoreşa jinê û enternasyonalîst e û wiha bang li îktîdarê kir: “Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin.” 

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin” 3’yemîn Konferansa Jinan li dar xist. Konferans, li avahiya rêxistina DBP’ê ya bajar hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek jin jî tev li bûn. 
 
Li eywana konferansê pankartên “Em jinên birêxistin û azad civaka azad ava dikin” û “Li hemberî şerê taybet jin jiyan azadî” hatin daliqandin. 
 
Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di konferansê de ji ewil Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Narîn Gezgor axivî û bal kişand ser êrişên ser îradeya jinan. 
 
Narîn Gezgor, anî ziman ku têkoşîna jinên kurd û jinên cîhanê ya li dijî êrişan didome û wiha got: “Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ rêya me ronî dike.” 
 
Konferans, bi axaftina Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî domiya. 
 
‘JEHRKUJA ŞERÊ HEYÎ PARADÎGMAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’ 
 
Bêrîvan Bahçecî ji ewil xêrhatina beşdaran kir û got ku ew di wê baweriyê de ne ku dê konferansa wan rêxistinbûyina wan mezin bike û têkoşîna wan geş bike. Bi domdarî Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” û got ku li çar aliye cîhanê jiyana gelan, jiyana jinan ser û bin dike. Bêrîvan Bahçecî, wiha domand: “Ev şerê ku bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst pêk tê û Rojhilata Navîn dîl girtiye, Kurdistan jî kiriye navenda şer. Netewe dewlet, ji ber dewlemendî û girîngiya erdnîgariya Kurdistanê dest dirêjî axa me dikin. Di heman demê de tê zanîn ku paradîgmaya neteweya demokratîk a birêz Ocalan jehrkuja vî şerî ye. Ji ber vê yekê jî her ku diçe şerê li Rojhilata Navîn dijwartir dibe.”
 
‘DIVÊ LI SÛRIYEYÊ RÊVEBERIYEKE JIYANA HEVPAR ESAS DIGIRE BÊ AVAKIRIN’
 
Di berdewamê de Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Ji roja 27’ê Mijdarê ve bi êrişên HTŞ’ê rejîma Esad têk çû, ev yek bi destê netewe dewletên kapîtalîst pêk hat. Em careke din bûn şahid ku rejîmên otorîter ên yekperest li ber daxwazên gel, jin û ciwanan nikarin li ber xwe bidin. Ji bîr nekin ku di serdema rejîma Baasê de saziyên jinan hatin tesfiyekirin, jin di bin serdestiya mêran de di bin zext û zordariyê de jiyana xwe domandin. Zayendperestî ji hêla aborî, sîyasî û çandî ve bûye amûreke zext û zordariyê. Em bûn şahid ku şoreşa li Rojava bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat ev rastî serûbin kir. Ji ber vê yekê jî divê li Sûriyeyê rêveberiyeke li ser esasên jiyana hevpar a gelan, li ser esasên azadî, wekhevî û azadiya jinê bê avakirin. Di vê pêvajoyê de li Sûriyeyê îradeya gelan li ber çavan bê girtin, ji bo vê yekê jî guftûgo û muzakere gelek girîng e.” 
 
‘AKP-MHP HEWL DIDIN BI DESTÊ SMO Û DAIŞ’Ê ŞOREŞA ROJAVA TÊK BIBIN’
 
Bêrîvan Bahçecî, destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi destên komên paramîlîter ên weke SMO û DAIŞ’ê hewl dide Şoreşa Rojava têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çeteyên ku êrişî Tel Rifet û Minbicê dikin, jinan direvînin, qetlîaman pêk tînin, tu pîvanên mirovahiyê nas nakin. Dewleta tirk a ku piştgiriyê dide çeteyan, bi SÎHA’yan zarok, jin jî di nav de, sivîlan qetil dike. Em bang li desthilatdariyê dikin û dibêjin; bi xeyalên Neo-Osmanî êrişî Rojava nekin û dest ji piştgiriya çeteyan berd in û ji Sûriyeyê derkevin. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên Kurd pêk hatiye, şoreşa jinê û şoreşeke enternasyonalîst e. Avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk e û azadîxwaziya jinê diparêz e. Şoreşa Rojava li dijî zîhniyeta desthilatdariya mêr, li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên herî hov ên ku sûcê mirovahiyê pêk anîn, bersiveke herî şoreşgerî ye. Vîna jiyana hevpar a wekhev a gelan e. Îro ev vîn di têkoşîna gelên cîhanê de bûye Stêrka Bakur. Hûn nikarin rêwîtiya Stêrka Bakur rawestînin.”
 
‘LI DIJÎ KURDAN HIQÛQA DIJMINATIYÊ DI MERIYETÊ DE YE’
 
Bêrîvan Bahçecî, daxuyand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê siyaseta xwe li ser dijminatiya gelê Kurd ava dike û wiha got: “Li aliyekî hewl dide Şoreşa Rojava ji holê rake, li aliyê din jî li Kurdistanê bi destê qeyûman îradeya gelê Kurd xesp dike. Îro li Mêrdîn, Colemêrg, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Miksê bi rêya qeyûman hiqûqa metîngeriyê xistine meriyetê. Bi êrişên li ser pergala me ya hevserokatiyê re dixwazin destkeftiyên jinan desteser bikin. Herwiha êrişî çand, ziman, û nasnameya Kurdan dike, xweza û aboriya Kurdistanê talan dike.”
 
‘BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET JIN Û CIWAN HEDEF TÊN GIRTIN’
 
Di berfirehiya axaftina xwe de Bêrîvan Bahçecî îktîdara AKP-MHP’ê bi taybetî ji sala 2015’an ve bi polîtîkayên şerê taybet, êrişî bedena jinê, jiyana ciwanan, jiyana civakî û nirxên polîtîk û exlaqî dike. Bêrîvan Bahçecî, wiha pê de çû: “Polîtîkayên şerê taybet rêbazeke metingeriyê ye.  Li dijî destkeftiyên jinan, polîtîkayên şerê taybet, bi kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî, li hemû qadên jiyanê bi rêbazên cuda didome.  Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, tundiya mêr-dewletê di hamen demê de bingeha xebatên me yên 25'ê Mijdarê ye. Em ê atolyeyên xwe yên polîtîkayên şerên taybet ên ku me di sê mehan de li 15 bajaran, bi zêdetirî 3 hezar jinan re li dar xist bidomînin û bi xurtkirina rêxistinbûyina civakê biparêzin.”
 
‘REJÎMA AKP-MHP’Ê DESTKEFTIYÊN JINAN WEKE GEF DIBÎNE Û HEDEF DIGIRE’
 
Bêrîvan Bahçecî, anî ziman ku rejîma AKP-MHP’ê kengê destkeftiyên jinan ji xwe re wek gef dîtibe, wê deme êriş biriye ser. Bêrîvan Bahçecî, bi lêv kir ku bi rêya tundiyê hewl daye ku ji van “gefan” xelas bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Binçavkirin û girtina jinan, êrişên bi destê qeyûman li ser rêveberiyên heremî yên azadîxwaziya jinê pêk tên, krîmînalîzekirina hevserokatiyê û vekişandina ji peymana Stenbolê yek ji van polîtîkayan e. Jinên ku li girtîgeh, kolan û qadan dengê xwe bilind dikin rastî tundiya mêr-dewletê tên û em dibin şahide vê yekê ne. Ev desthilatdarî ya ku faîlên mêr bêceza dihêle û wan diparêz e, kuştina jinan paşguh dike. Di van 10 mehên dawî de 316 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.  
 
EM BIBIRYAR IN KU KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A JINÊ YA CÎHANÊ AVA BIKIN 
 
Îro di navbera faîl û sîstema ku faîlan diparêze de tifaqeke ku tundiyê rewa nîşan dide heye. Em ê li dijî vê tifaqê qirêjî xwe birêxistin bikin, em ê sedsala 21’an bikin sedsala jinan, li dijî yên ku dixwazin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadiyê’ qedexe bikin em ê vê dirûşmê bikin parçeyeke jiyana xwe û em bi biryar in ku Konfederalîzma Demokratîk a Jinê ya Cîhanê ava bikin. Ti hêz nikare vê îradeya me bişikîne.” 
 
‘ROLA OCALAN A DI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK DE GIRÎNG E’ 
 
Weke hûn jî dizanin, ev meheke desthilatdariyê nîqaşên nû daye destpêkirin. Polîtîkaya derve ya desthilatdariyê ji ber şerê li Rojhilata Navîn û ji ber hewldanên wên ên dagirkeriyê têk çûne, têk çûn. Lewma hewl dide siyaseta hundir dîzayn bike. Em bi awayeke zelal tînin ziman ku aştî jî ferz e. Bi sala ye em ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet têdikoşin. Û em dizanin ku avakirina aştiyê ne hêsan ê. Hewceye teqez civak bibe parçeyeke avakirina aştiyeke birûmet. Rola birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd girîng e. Lê belê, hîn jî tecrîda li ser birêz Ocalan dewam dike. Wekî ku wî jî anî ziman, heger şert û mercên birêz Ocalan pêk bên, hêza wî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û siyasetê bike. Ev yek jî baş tê zanîn.”
 
‘JI BO AŞTIYÊ Û AZADIYA BIRÊZ OCALAN DIVÊ EM BÊHTIR TÊBIKOŞIN’ 
 
Bêrîvan Bahçecî, anî ziman ku ji bo rê li ber aştiyê bê vekirin, divê ew têkoşîna xwe geştir bikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Bêrîvan Bahçecî, axaftina xwe wiha qedand: “Divê em mal bi mal, derî bi derî, kolan bi kolan, tax bi tax bixebitin. Ji bo pêkanîna seferberiya rêxistinî divê em bawerî, rêhevaltî û têkoşîna xwe xurtir bikin. Weke jin, em di refên herî pêş ên têkoşînê de ne. Divê em zêdetir bin. Divê em bêhtir bibin. Pêwîst e ku em têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta desthilatdariya mêr mezintir bikin û civakê biparêzin. Em di astek dîrokî de ne ku mezinkirina rêxistinbûna jinê û parastina civakê gelek girîng e. Di vê pêvajoya dîrokî de ez we hemûyan silav dikim û serkeftinê dixwazim.”
 
 

Sernavên din

15/07/2025
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin