Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye

  • rojane
  • 16:41 11 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hate protestokirin û peyama “Rojava rûmeta me ye” hate dayin. 

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê li gelek bajaran hatin protestokirin. 
 
ÊLIH 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî êrişan daxuyanî dan. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DBP’ê hate dayin û pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku lil dijî kurdan polîtîkaya êrişê di meriyetê de ye û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî vê bê mezinkirin. 
 
Hevserokê DBP’a Êlihê Resûl Çetîn jî daxuyaniya hevpar xwend. Çetîn, diyar kir ku rejîma BAAS’ê ya 61 salî hilweşiyaye û wiha domand: “Em dixwazin li Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk welêt birêve bibe. Divê amadekariyên pêvajoyeke demokratîk a demkî bên kirin û ev yek bi cîhanê re bê parvekirin. Sûriye ya sûriyeyiya e û divê hemû hêzê rêzê ji bo îradeya hevpar a gelên Sûriyeyê bigirin. Divê mafên hemû gel û baweriyan ên li Sûriyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk bên misogerkirin.” 
 
BANGA MEZINKIRINA TEKOŞÎNÊ
 
Çetîn, banga mezinkirina têkoşînê kir û ev tişt anî ziman: “Weke raya giştî ya demokratîk, em dibêjin ku divê rêveberên Tirkiyeyeyê bi kurdên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne şer û pevçûnan lê aştî û guftûgoyê esas bigirin. Stratejiya şer û tunekirinê dê tu xêrê negihîne tu derdoran. Em dibêjin ku aştiyeke birûmet dê bi her kesî bide qezenckirin. Divê ne polîtîkayên milîtarîst lê pêvajoya aştiyê û muzakereyan dest pê bike. Di vê çarçoveyê de jî divê tavilê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û hevdîtin bên destpêkirin.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Kujer DAIŞ hevkar AKP”, "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî berxwedana Rojava"  û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. 
 
AMED
 
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî têkildarî êrişan û binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bidawîbûna rejîma BAAS’ê, bi êrişên hinek welatên cîhanê û “hin komên çeteyan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jiyanê hatiye binpêkirin û piraniya van binpêkirinan jî li dijî zarokan hatine kirin. 
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku di êrişên ser Eyn Îsa û Kobanê de piranî jê jin û zarok gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hate gotin ku li gorî daneyên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, di navbera salên 2013-2018’an de ji ber şer û pevçûnan 3 hezar û 891 zarokan jiyana xwe ji det dane, 3 hezar û 448 birîndar bûne. Di berdewamê de rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) hate parvekirin û hat gotin ku di navbera salên 2011-2018’an de bi giştî mafê jiyanê yê 28 hezar û 226 zarokan hatiye binpêkirin. 
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê şer û pevçûn bên bidawîkirin. Texrîbata şerê demek berê hêj pir nû ye û bi êrişên nû re dê texrîbatên hîn mezintir bibin. Banga me ji bo hemû mekanîzmayên navneteweyî ew e ku ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavan biavêjin. Di çarçoveya Peymana Mafên Zarokan a NY’ê de ku Sûriyeyê jî îmze kiriye, divê pevçûnên li qadên jiyanê yên zarokan bên bidawîkirin û ji bo zarok mafên xwe bi kar bînin bikevin nava tevgerê.” 
 
COLEMÊRG 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî li dijî êrişan li navenda bajar daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de got ku divê her kesên xwedî jiyaneke birûmet Rojava biparêzin û ev tişt anî ziman: “Şert û merc çawa dibin bila bibin divê her kes berteka xwe nîşanî êrişên ser Rojava bide.” 
 
Piştî daxuyaniyê, partiyî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” heta pêşiya partiyê meşiyan. 
 
GEVER
 
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeya Geverê jî daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê, gelek kes ji avahiya navçeyê heta navenda navçeyê bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Rojava” meşiyan. Girseya ku gihişt navendê, li pêşiya navendeke kargehan daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de got ku armanca ji êrişan, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd in. 
 
Daxuyanî,  bi dirûşman bi dawî bû. 
 
ÎDIR
 
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Îdirê û TJA’yê jî têkildarî êrişan li pêşiya avahiya DBP’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer û dagirkeriyan re, aştî a niha” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Endama TJA’yê Nazîfe Çarkli di daxuyaniyê de got ku rêxistinên cîhadîst ên hêzên emperyal berdane qadê ketine nava şerê îktîdarê û ev tişt anî ziman: “Hedefa van êrişan, tunekirina modêla jiyana demokratîk a Rojava û şoreşa jinê ye. Di serî de gelê Kurd û gelên Rojava, dê parastina me ya hemû gelan bidome.” 
 
ŞIRNEX
 
Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li dijî êrişên komên cekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li ber avahiya DEM Parti ya Şirnexê daxuyanî dan. Endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Rojava rûmeta meye" hilgirtin. Girsê bê navber dirûşmeya, "Bijî berxwdana Rojava" berz kirin.
 
Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Güngen ve hat xwendin.  Abdullah Güngen anî ziman ku, piştî têkçûyina rejîma baas pêvajoyeke nû li Suriyeyê destpêkiriyê û got ku çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê û rojhilatanavîn demokrasiyê. Abdullah Gungen bal kişand êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û axaftina xwe wiha domand: "Li gel tevî daxwaz û bangewaziyên çarenûsa demokratîk, di vê pêvajoyê de jî li dijî Rojava êrîş pêk tên. Bi taybet ji 27’ê Mijdarê vir ve li dijî Rojava konsepteke nû ya şer ketiye meriyetê. Em baş dizanin ku bi êrîşan modela Rojava hedef tê girtin. Di bingeha van êrîşan de jiyana demokratîk û azad a ku bi modela Rojava ketiye meriyetê cig digre. Her wiha, bi êrîşan ruhê têkoşîna enternasyonalîst hedef tê girtin. Li gel van armancan, sedema herî bingehîn a van êrîşan jî statuya Rojava ye. Lewre, Rojava Şoreşa gelan û nasanameya jinan e."

Sernavên din

15/07/2025
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin