Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin

  • rojane
  • 15:00 10 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û hate gotin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Di heman demê de êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîer a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin protestokirin. 

Di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan û hate gotin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. 
 
AMED
 
Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Odeya Bijîşkan bi boneya Hefteya Mafên Mirovan çalakiya hevpar li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyê de ji Qada Şêx Seîd heta Deriyê Sarayê meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Aştî, bi mafên mirovan pêkan e” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Na ji şer re aştî a niha” û “Jin, jiyan, azadî”hatin berzkirin. 
 
Daxuyaniya hevpar, ji hêla Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Omer Saman ve hate xwendin. Saman, bal kişand ser êrişên ser Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ji bo gel, bawerî û tevahiya derdorên civakî yên Sûriyeyê beşdarî pêvajoya çareserî û muzakereyan a îxtîmal bibin, hewceye civaka navneteweyî, Tirkiye û hemû aktor li hemberî Rojava xwedî helwesteke aştiyane bin. Civaka navneteweyî ku armanca wê ya esasî aştî û ewlehiya seranserî cîhanê ye, careke din divê ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan û wêraniyê, ji bo pêşîlêgirtina şer û pevçûnan bi erka xwe rabin.”
 
Bi domdarî Saman binpêkirinên li welêt rêz kir û wiha bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Yek ji binpêkirina girîng a li girtîgehan jî, di serî de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, sepana tecrîdê ya di meriyetê de ye. Sepanên li girtîgehan ên ji bo şexsan bi taybet di meriyetê de, li dijî feraseta mafên mirovan e. Tecrîd û îzolasyon, binpêkirina peymanên neteweyî û navneteweyî ye û divê tavilê ev sepanên ne qanûnî bên bidawîkirin. Bi sala ye li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin, tecrîdeke girankirî heye. Piştî tecrîdeke domdirêj, di 23’yê Cotmeha 2024’an de hevdîtinek hate kirin. Divê sepanên tecrîdê û hemû astengiyên li pêşiya mafên Abdullah Ocalan bi temamî bên rakirin û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya kurd, muzakere bên destpêkirin. Di heman demê de divê astengiyên li pêşiya hevdîtina bi parêzer û malbatan a bi girtî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin jî bên rakirin. 
 
Weke encam; em bang li Tirkiyeyê ya aliyeke Beyannameya Gerdunî ya NY’ê ye dikin ku di her şert û mercan de, bêyî cihêkariyê di navbera ziman, ol, nîjad, netew, zayend, etnîk û çandan de bike, berpirsyartiyên xwe yên peymanê bi cih bîne. Em careke din dibêjin ku mafê jiyanê pîroz e û hêviya jiyaneke hêjayî rûmeta mirovahiyê û azad dikin.” 
 
RIHA
 
Navenda Mafên Mirovan a Rihayê, şaxên OHD û ÎHD’ê jî bi heman boneyê li pêşiya Baroya Rihayê daxuyaniyeke hevpar dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bal kişand ser êrişên ser Rojava û banga “Pêşî li van komkujiyan bigirin” kir. 
 
LI GELEK BAJARAN DAXUYANÎ HATIN DAYIN
 
Bi heman boneyê li Dêrsim, Êlih, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Mêrdîn û gelek bajarên din jî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de binpêkirinên li girtîgehan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên din ên mafan hatin protestokirin. Di heman demê de êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Neçareserkirina pirsgirêka kurd, mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û divê bi rêyên aştiyane û demokrasiyê were çareserkirin.” 
 

Sernavên din

15/07/2025
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin