Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?

img

QAMIŞLO - Operasyona HTŞ’ê piştî hevdîtina Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte ya li Tirkiyeyê û agirbesta Îsraîl-Lubnanê hate kirin. Geşedanên dawî, şerê Sûriyeyê veguherand rojên destpêkê. Di vê rewşê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî namzeta diyarker disekine. 

Şerê li Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, hêj didome. Bi îdiaya “çareseriyê” gelek hêzên navneteweyî û herêmî tev li şer bûn lê heta niha jî “îstîqrareke navxweyî” çênebûye. Koma Heyet Tehrîr - el-Şam (HTŞ) ku dewleta tirk serkêşiya wê dike, piştî 8 salan careke din kete Helebê û şer derbasî qonaxeke din bû. 
 
XEZE, BEYRÛD, HELEB
 
Di şerê bi sala ye didome de bi sedhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan kes neçar man ku xaka xwe biterikînin. Hema hema tevahiya Sûriyeyê hate hilweşandin. Yek ji van bajaran jî bajarê Helebê bû ku bajarekî qedîm ê Rojhilata Navîn e. 
 
Di şerê Sûriyeyê de Heleb, yek ji navendên şer bû. Xwedî girîngiyeke wisa ye ku dikare qedera şerê li welêt biguherîne. DYA, Ingilistan, Îsraîl û hêzên NATO’yê ku dixwazin jinûve teşe bidin Rojhilata Navîn, piştî Xeze û Beyrûdê, berê şer guhestin Helebê. Bajar, careke din bi talanê re rû bi rû ye. 
 
HEDEF HEBÛNA ÎRANÊ YE
 
Armanca esasî ew e ku bandora siyasî û leşkerî ya Îranê ku ji Yemenê dest pê dike û heta xwe digihîne Behra Spî û ji wir heta Iraq, Sûriye, Lubnan û Filistînê digire nav xwe tune bikin. Her çend di nava dibêtiyan de di herî jêr de cih bigire jî, yek ji armancên din jî kêmkirina bandora Rûsyayê ya li ser Rojhilata Navîn e. 
 
Serkêşiya destkeftiyên leşkerî û siyasî yên Îranê yên li Rojhilata Navîn, Fermandarê Hêzên Muhafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî dikir ku di sala 2020’ê de ji hêla DYA’yê ve li Bexdayê hate kuştin. Kuştina Suleymanî, weke nîşaneyeke ku ev teşedayîn 4 sal berê dest pê kiriye jî xuya dike. 
 
JI EL NUSRAYÊ BER BI HTŞ’Ê VE
 
El Nusray ku ji sala şer dest pê kirî heta sala 2016’an li Helebê ma, ji hêla gelek hêzên navneteweyî ve weke “rêxistina terorê” tê dîtin. El Nusrayê di demên piştre de navê xwe weke HTŞ guherand. Di sala 2016’an de piştî lihevkirina Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, HTŞ ji Helebê veguhestin Idlibê û bi sala ye li wir dimîne. HTŞ’ê piştre li Efrîn, Girê Spî û gelek deverên din ên dagirkirî hate bicihkirin. 
 
GELO NAVENDA OPERASYONÊ NATO YE?
 
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte di 25’ê mijdarê de bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û di 26’ê Mijdarê de jî di navbera Îsraîl û Lubnanê de agirbest det pê kir. Balkêşe ku geşedanên nû yên li Sûriyeyê jî piştî van bûyeran, di 27’ê mijdarê de dest pê kirin. Bi destpêkirina agirbesta li Lubnanê re HTPŞ kete nava liv û tevgerê. Geşedanên behsa xeberê, ji planên tê xwestin jinûve teşe bidin Rojhilata Navîn cuda nînin. Li ser vê esasî dema tê nirxandin, tê dîtin ku navenda operasyonê NATO ye, li gorî daneyên li qadê Enqere j3ı daxilî planê hatiye kirin û bi destê HTŞ’ê jî tê domandin. 
 
RÛSYA Û ÎRAN
 
HTŞ a ku çendek deverên çoltere yên li başûrê Idlibê bi dest xist, piştre jî bêyî ku rastî astengiyekê were xwe gihand navenda Helebê. Ev rewş nîşan dide ku hinek hêzên Îranê yên tevî hêzên rejîma Sûriyeyê tevdigerin û Rûsyayê jî bajar terikandine. Tevî bêdengiya Rûsyayê jî, tevahiya îşaretên heyî nîşan dide ku Moskov jî bi awayekî “lihevkirî” li gorî planê tevdigere. Peyman û têkiliyên şer ên behsa xeberê, di navbera Rûsya-NATO’yê de li Sûriyeyê dest pê kir, ji Ûkraynayê heta Lîbyayê li gelek deveran belav bû. Di heman demê de Helebeke ku HTŞ lê serdest, tê wateya bidawîbûna peymanên Astana, Soçî û lihevkirina Heleb-Idlibê yên di sala 2016’an di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de hatine îmzekirin jî. 
 
ÎXTÎMALA KU LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ BELAV BIBE 
 
Hêj baş nayê zanîn bê ka dê hevsengiya di navbera hêzên hegemon de xwedî sînoreke çawa be û teşegirtina nû ya Sûriyeyê dê bi çi rengî be. Tê payin ku guherîna nû ya li Helebê dê bandorê li seranserî Sûriyeyê bike. Geşedanên behsa xeberê dibe ku rê li ber parçebûna Sûriyeyê vekin û hevsengiyên nû yên hêzan çêbibin. Jixwe tê texmînkirin ku HTŞ dê tenê bi Helebê bisînor nemîne. Li deverên derveyî Helebê yên Îran xwe jê vedikişîne jî dê valahiyên mezin çêbibin. Di çarçoveya guherînên li qadê de dibe ku li Hema û Humsê jî liv û tevgerek dest pê bike. 
 
ŞÊXMEQSÛD
 
Geşedanên dawî dibe ku şer dîsa veguherîna rewşa destpêkê. Ev rewş ji hêla kurdan ve girîng e. Gelê kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî gelên din xweseriyek ava kiriye. Ji ber ku ev pergal hêj bi hêzên navneteweyî û herêmî re entegre nebûye, her tim bi xetereyan re rû bi rû ma. Rêxistina xweser a ku mînakên wê yên ewil li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derketin holê, mîna salên ewil îro jî li dijî komên îslamîst ên tundrew, careke din bûn yekane cihên gel bikare xwe lê biparêze. Bi roja ye bi hezaran kesan berê xwe dan van her du taxan. 
 
Heke di hevsengiya heyî de HTŞ berê xwe bide gelê Helebê, wê demê îxtîmala şer mezin dibe. Lê belê hebûna hêzên parastinê yên li navenda Helebê û derdora wê, bawerî û misogeriyê dide gelên Sûriyeyê. Wisa tê texmînkirin ku heke HTŞ dev ji sepanên xwe yên mîna DAIŞ’ê bernede û gel ji cih û warê wan bike, şerê Sûriyeyê dê derbasî qonaxeke din bibe. 
 
DÊ RÊVEBERIYA XWESER ÇI BIKE?
 
Rewşa li Helebê derketî holê, xwedî potansiyeleke wisa ye ku tevahiya herêmê bikişîne nava şer. Gelê kurd li dijî hemû êrişan hebûna xwe parastin û vê yekê kir ku hem ji hêla leşkerî hem jî ji hêla siyasî ve weke aktorek bên dîtin. Bi avakirina herêmên biewle û bi têkoşîna li dijî DAIŞ û yên mîna wê re Rêveberiya Xweser deriyên xwe ji gelên Sûriyeyê re vekiriye. Rêveberiya Xweser, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk siyaseteke stratejîk û bi gel re serdestiya xwe li qadê ava kir. Bi vî awayî hewl dide welêt ji şer û kaosê rizgar bike û ji bo vê gavên siyasî, leşkerî û dîplomatîk diavêje. Li ser vî esasî, yek ji namzetên hêmayên avaker ên Sûriyeyê ye. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

05/12/2024
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir