Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin

  • jin
  • 18:25 22 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Jinan bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" peyama ku wê bi hev re tundiyê rawestînin dan. 

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê de ji girtiyên jin ên Wanê re kart hatin şandin û li gelek bajarên din jî bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" peyama ku wê bi hev re tundiyê rawestînin dan. 
 
WAN
 
Li Wanê TJA û TUHAY-DER'ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji girtiyên jin re kartên piştevaniyê şandin. Jinên TJA'yê û nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr li avahiya DEM Partiyê ya bajêr hatin cem hev û ji bo ji girtiyan re bişînin kart amade kirin. Paşê jin ber bi PTT'ê ve meşiyan. Di meşê de jinan gelek caran bênavber dirûşmeya "Jin, jîyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
Jinên hatin ber avahiya PTT'ê, bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ji girtiyên jin re kartên amade kiribûn şandin.
 
MÊRSÎN
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi jinên karker ên atolyeyên tekstîlê yên navçeya Akdenîzê re hevdîtin kir. Di serdanê de ku rêveberên bajêr û navçeyên Mêrsînê yên DEM Partiyê jî amade bûn, têkildarî girîngiya 25’ê Mijdarê agahî hatin dayîn û banga meşa ku dê di 25’ê Mijdarê de li Kolana Kuşîmato bê lidarxistin, hat kirin.
 
FARQÎN
 
Şaredariya Farqînê ya Amedê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) de ye, li Taxa Yenîşehîrê navê Rojîn Kabaîş a ku di meha Cotmehê de li Wanê hat windakirin, li parkeke bênav kir.
 
Şaredar Sevîm Bîçîciyê, malbata Rojîn Kabaiş, hevserokên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî navlêkirina li parkê û çalakiya dardanînê bûn. 
 
DAR HAT DANÎN
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê diyar kir ku polîtîkayên li dijî jinê tên meşandin ne tesadufî ne û got ku jin ji ber mafên xwe û ji ber ku dibin dengê zarokan, xweza û azadiyê, hedef tên girtin.
 
Piştre Sevîm Bîçîcî axivî û wiha got: “Me navê parka xwe kir Rojîn Kabaiş ku ji jiyanê hat dûrxistin. Em ê ji bo her jineke jiyana xwe ji dest daye darekê biçînin. Em ê bi felsefeya 'Jin, jiyan azadî' pêvajoya avakirinê bidomînin. Dilê me êşbar be jî, dîsa em bi hêrs in. Em ê li dijî zîhniyeta ku jinan dikuje têkoşîna xwe berfirehtir bikin."
 
Piştî daxuyaniyê dayika Rojîn Kabaiş û beşdaran bi hev re li parkê dar çandin. Navê jinên hatin qetilkirin li darên hatin çandin hat kirin. 
 
ERXENÎ
 
Hevşaredara Erxeniyê Birsen Azak Bayar û endamên meclisa şaredariyê li Kolana Mîlî Egemenlîk, Kolana Ziya Gokalp û navenda sûkê di çarçoveya kampanyay "Soza me neqediya, em ê tundiyê rawestînin" broşurên agahdarkirinê yên li dijî tundiya li ser jinê belav kirin. 

Sernavên din

26/06/2025
12:17 Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
11:58 Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
11:54 Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
11:13 Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
11:11 Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû
11:10 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bi dawî bû
10:45 DFG: Em bi Zeynep Durgutê re ne û dê dev ji kesên gef xwarin bernedin
10:43 Şewata li Foçayê mezin dibe: 20 xanî hatin valakirin
10:32 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Kurtulmuş re dest pê kir
10:25 Dê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
09:59 Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin
09:43 Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin
09:29 Dogan ku piştî 31 salan hate berdan: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:21 Ji bo bîranîna Onder turnuva û konser hat lidarxistin
09:06 AKKAY-DER: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:05 Wêneyên talana Keşîşxaneya Mar Şalîtayê
09:03 Li berpalên Çiyayê Gilîdaxê dema gîhadirûnê
09:00 ROJEVA 26’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:52 Şandeya Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê Kurtulmuş re hevdîtinê bike
25/06/2025
16:43 Biryara bihincet a Doza Kobanê piştî salekê hate aşkerakirin
16:27 Emîne Ocak li nexweşxaneyê hate ziyaretkirin
16:00 Rapora OHD’ê ya girtîgehên Marmarayê: Tehliyeya 93 girtiyan hat astengkirin
15:28 Ji bo rojnameger Rabîa Onverê biryara neşopandinê hat dayin
15:17 Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş tehliye bû
15:15 Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
14:15 Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
13:30 Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
13:29 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
13:20 Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin
13:19 Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
13:18 Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
12:47 Çapa nû ya pirtûka ‘Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’ derket
12:46 Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
12:00 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
11:59 Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin
11:35 Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
11:34 Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
10:54 Hunermend: Dema qala aştiyê tê kirin nabe operasyon bên lidarxistin
10:44 Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin
10:43 Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
10:31 Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
10:01 ‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’
09:57 Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî
09:17 Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye
09:01 Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
24/06/2025
16:56 Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
16:51 DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
16:48 Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
16:43 Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
16:04 Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
15:59 Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
15:58 Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
15:15 Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
09:37 Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
09:00 Ji bo bîranîna Qazî Mihemed dê muze û mala çandê bê vekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:38 Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
08:28 Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’
08:27 Liş Çewligê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
23/06/2025
16:39 Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
15:50 Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
15:50 Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
15:18 Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn
14:40 PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin
14:20 Kujerê Gulîzer Yildizê hate girtin
14:17 Dayika Şemiyê Emîne Ocak di serwîsa lêniherîna awarte de ye
13:33 DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin
13:20 Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tahranê bombebaran kir
13:14 MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir
12:54 Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê serdana DEM Partiyê kir
12:53 Di konferansa Yekitiya Jinên Kurd de ‘Sekreterya yekitiya jinan’ hate avakirin
12:37 Belgeya nû ya derbarê Kurdistana Sor de: Tespîtên arkeologê Rûs ên têkildarî Mînkendê
12:05 Di lêpirsîna rojnameger Rabîa Onverê de biryara neşopandinê hat dayin
11:58 Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin
11:07 Li Silopiyayê tundiya mêr: Jina ducanî pitika xwe winda kir
11:05 Encamnameya hevdîtina ‘Bîr û Edaletê’: Divê dewlet gavan biavêje
10:55 Ûkrayna: Di êrişa Rûsyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:46 Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin
10:45 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket