Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e

img

ÎZMÎR - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di kongreya partiya xwe ya Îzmîrê de axivî û wiha bang li rayedarên dewletê kir: “Heke bernameyeke we ya siyasîbûnê hebe, navnîşan birêz Abdullah Ocalan e.” 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi dirûşma “Em li dijî şer, kedxwarî, zilm û xizaniyê xwe birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin”, 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê hat lidarxistin. Li eywanê pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Li dijî kompasan em siyaseta demokratîk diparêzin”, “Na ji tecrîdê re azadî ji girtiyên siyasî re” û “Em li dijî hemû şeran in” hatin daliqandin. Di kongreyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokwekîlê Komê Sezaî Temellî, siyasetmedar Gultan Kişanak, parlamenter, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên pêkhate, girtiyên piştî 30 salan hatin berdan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. 
 
Beriya kongreyê Koma Agirê Zerdeşt derket ser dikê. Piştre jî deqeyek rêz hate girtin. Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin ji ewil axivî û bal kişand ser hêza birêxistinkirî. 
 
‘GEŞEDANA HERÎ BAŞ PEYAMA JI ÎMRALIYÊ BÛ’ 
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî got ku dê aştî bê ve xakê û ev tişt anî ziman: “Êdî dema wê hatiye. Li Enqereyê tiştek naqewime. Xweziya min îro bigota ji bo çareseriya demokratîk dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Lê geşedaneke wisa tune ye. Parlamenterê me yê Rihayê çû serdana birêz Ocalan û silavên wî anî. Li dijî spekulasyonan peyameke baş bû. Geşedana herî baş, peyama ji wê hevdîtinê bû.” 
 
'DIVÊ ALÎ BI HEV RE GUFTÛGOYÊ BIKIN’
 
Dogan, bertek nîşanî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm da. Dogan, got ku divê şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha got: “Heke dewlet ji bo çareseriyê amade be, bila gotina xwe bi cih bîne. Heke aştiyeke çêbibe, divê di navbera aliyan de guftûgo hebe. Heke bernameyeke we ya siyasîbûnê hebe, navnîşan birêz Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin e. Vaye heqîqeta Ocalan heqîqeteke wiha ye. Ji ber ku me ev heqîqet nîşan da lewma êriş dikin.” 
 
'25 SALAN BÊEDALETÎ AFIRANDIN’
 
Sezaî Temellî jî anî ziman ku Abdullah Ocalan 25 salan siyaseta aştiyê afirandiye. Temellî, diyar kir ku aborî têk çûye, xizanî û hejarî derketiye lûtkeyê. Temellî, wiha domand: “Ji ber ku çavkaniyên welêt ne ji bo gel lê ji bo şer tên xerckrin. Em ê li dijî netewedewletê, neteweya demokratîk biparêzin. Em ê Rojava, Başûr biparêzin û li dijî kesên Rojhilata Navîn weke bazara çekan dibînin jî em ê bibêjin Rojava. Dê Ocalan derkeve, biaxive û dê dinya biguhere. Em ê teqez bi ser kevin.” 
 
RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN 
 
Piştî axaftinan hilbijartin hat lidarxistin. Selçûk Odabaşi û Fulya Erdogan weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

08/11/2024
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê