Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike

AMED - Mîhrîcana Şanoya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike. Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Zeycan Ateşê hemû jin vexwendin mîhrîcanê. 

Bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinê (KASED) û Rêxistina ÎVA'yê wê di navbera 5-10'ê Mijdarê de "Mihrîcana Şanoya Jinê ya Amedê" bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de ku wê 6 rojan berdewam bike, dê 9 lîstikên şanoyê bên lîstin û panel û atolye bên lidarxistin.
 
Di mîhrîcanê de ligel Enqere, Îzmîr û Stenbolê, ji bajarên Kerkûk ên Herêma Kurdistana Federe û bajarên Seqiz û Sine yên Rojhilatê jî dê şanoger beşdar bibin. Lîstik û sohbetên ku dê bên lîstin dê li ser pirsgirêk, maf û têkoşîna jinan be.
 
Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Zeycan Ateş diyar kir ku bi salan e li ser xebateke wiha fikirîne lê derfet nedîtine çêbikin. Ateşê diyar kir ku di qada hunerê de pêwîstî bi xebatên xweser ên jinan heye û got ku wan di vê çarçoveyê de dest bi xebatê kiriye. Ateşê got: “Em wekî jin xwe îfade dikin, xwe nîşan didin, di her qadê de xebatên xwe dimeşînin. Em jî di vê çarçoveyê de Mîhrîcana Şanoya Jinan li dar dixin. Mîhrîcanake wisa pêwîst bû. Ji ber vê yekê me ew danî pêşiya xwe.”
 
‘EM HENE, EM LI VIR IN'
 
Ateşê diyar kir ku di panelên ku dê di çarçoveya mîhrîcanê de bên lidarxistin de dê li ser cihê jinê di hunerê de gengeşe bikin û wiha berdewam kir: “Em di rojên wiha de derbas dibin ku her roj jin tên qetilkirin û tundî li ser tenduristiya jinan tê kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin jin di vê mîhrîcanê de werin cem hev. Dema meriv li şanoyê temaşe dike her kes xwe li ser sehnê dibîne. Di lîstika ku me çêkir de hinekî wisa ye. Jiyana jinan di navbera çar dîwaran de çawa ye? Derûniya wan çawa ye? Di pêvajoyeke wiha de bi taybetî ji bo jinan polîtîkayeke cuda tê meşandin. Ji ber vê yekê em dixwazin di vê mîhrîcanê de xwe nîşan bidin û bibêjin 'em hene, em li vir in'. Li Amedê cara yekem e ku tiştekî wiha çêdibe. Ji ber vê yekê em pir bi kelecan in û dixwazin hemû jin li gel me bin.”
 
BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ
 
Bernameya Mihrîcana Şanoyê ya Jinan bi vî rengî ye:
 
* 5 Mijdar: Şanoya bi navê Çalakiya malçêkiri dê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê derkeve pêşberî temaşevanan. 
 
* 6 Mijdar: Di saet 12.00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê wê bi beşdariya nivîskar Sureyya Karacabeyê axaftina bi navê Jin Li Şanoyê Ne bê lidarxistin.
 
* Li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê saet di 14.00'an de bi beşdariya derhêner Berfîn Zenderlîoglû wê atolyeya bi navê "Kargeha Vegotina Çîrokan" bê lidarxistin.
 
* Performansa Hunermend Filiz Bozkûş a bi navê Al'ın Gong wê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê pêşandan.
 
* 7 Mijdar: Wê gotûbêja “Girningîya şanoyê di Jiyana Jinan de û bandorên wê yên erênî yên li ser ramanê û civakê" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bi beşdariya Sîmîn Çayçî saet di 15.00'an de bê lidarxistin.
 
* Lîstikvan Nazan Kesal dê di lîstika yekkesî a bi navê "Birînên Min Ji Ber Evînê ne" ku dê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bê lîstin, wê helbestvana jin a îranî Furux Farrohzadê nîşan bide.
 
* 8 Mijdar: Yek ji lîstikvana Koma Hunerên Şanoyê ya Bogazîçî (BGST) Aysel Yildirim, lîstika yekkesî a bi navê "Bir Kadın Yaniyor" ku derhêneriya wê Sevîlay Saral dike, dê di saet 15.00'an de li Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin.
 
* Lîstika "Temok" a ku derhêneriya wê Temok Perwîz Ehmedî dike saet di 19.30'yî de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê lîsîtin.
 
* 9 Mijdar: Di saet 12.00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê axaftina bi navê "Di Şanoya Kurdî de Jin" wê bi beşdariya lîstikvana şanoyê Pelda Bal Demîr bê lîstin.
 
* Lîstika "Hîn Jî Gotina Me Neqedîyaye" ya lîstikvanên Rojhilatî dê saet di 15.00'yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve ser dikê.
 
* Şanoya BGST ya bi navê "Sevgî Soysal Di Jiyanê de israr dike" dê saet di 19.30'yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê derkeve ser dikê.
 
* 10 Mijdar: Lîstika "Salma" ya lîstikvanên şanoyê yên Kerkûkî yên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin dê saet di 15.30''yî de li Şanoya Bajarê Amedê bê lîstin.
 
* Lîstika bi navê "Mêdêa" ya bi kurdî ya ji Enqereyê tê wê saet di 19.30''yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê lîstin.
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

31/05/2025
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî