Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû banga hevpar: Bila were berdan

  • rojane
  • 13:35 31 Cotmeh 2024
  • |
img
WAN - Rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku di beşa venêrîna awarte de destkelemçekirî tê dermankirin, bang kirin û xwestin bê berdan. 
 
Cezayê 8 sal û 9 mehan ê hefsê yê Abdurrahman Gemîcîoglû ê 67 salî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. Gemîcîoglû, di 3’yê cotmehê de hate girtin û şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Gemîcîoglû nexweşê penceşêra rûviya stûr e û her wiha nexweşiyên wî yên weke prostat û dil hene. Gemîcîoglû ji roja hatiye girtin heta niha hema hema her roj sewqî nexweşxaneyê tê kirin. 
 
Rewşa Gemîcîoglû di şeva 25’ê cotmehê de aloz bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Tedawiya Gemîcîoglû ya li beşa lênihêrîna awarte ev 6 roj didomin. 17 rêxistinên civaka sivîl ên li bajar ji bo berdana Gemîcîoglû daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIRIN
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Abdurrahman Gemîcîoglû di kategoriya girtiyên nexweşiya wan giran de ye. Ji ber ku li girtîgehê mercên tedawîkirinê tune ne, li beşa lênihêrîna awarte tê ragirtin. Ev yek binpêkirina mafên mirov û tenduristiyê ne. Divê girtiyên nexweş ên di vê rewşê de li derve bên tedawîkirin. Di vê çarçoveyê de em banga hestiyariyê li her kesî dikin. Ji bo Gemîcîoglû li derve û di mercên bi tendurist de tedawî bibe werin deng bidin me.” 
 
‘EM NAXWAZIN CENAZEYÊ WÎ JI GIRTÎGEHÊ DERKEVE’ 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salih Coşkun jî wiha got: “Ji ber nexweşiyên giran divê tavilê were berdan. Nexweşê rûviya stûr e û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Mercên girtîgehê dikin ku nexweşiyên wî girantir bibin. Banga me ji bo hemû sazî û dezgehên têkildar e; ji bo Wezareta Dadê û serdozgeriyên komarê ye; bila girtî Gemîcîoglû ji ber nexweşxaneyên xwe yên giran were berdan û înfaza wî were taloqkirin. Em naxwazin cenazeyê Gemîcîoglû û girtiyên din ên nexweş ji girtîgehê derkevin.” 
 
‘EM PÊVAJOYÊ DIŞOPÎNIN’
 
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç jî diyar kir ku dozgerî nahêle ew bi Abdurrahman Gemîcîoglû re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: “Gemîcîoglû tenê yek ji sedan girtiyên nexweş e ku li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin. Gemîcîoglû li hemberî nexweşiyên giran li ber xwe dide. Dema hatî girtin sewqî nexweşxaneyê hate kirin lê ji ber mercên nexweşxaneyê rê nedidan, ji neçarî di dawiya hefteyê de vedigere girtîgehê. Weke saziyan me ev pêvajo şopand û me dît ku binpêkirinên pir cidî hene. Di halê hazir de heta niha tu pêşketin tune ne. Divê tavilê cezayê Gemîcîoglû bê taloqkirin. Nikare bi tena serê xwe li wir bijî. Heta lênihêrîna wî ya li cem malbatê jî zehmet e. Divê ev pêvajo bilez pêş bikeve. Di navbera nexweşxane û girtîgehê de tê û diçe.” 
 
‘BI DESTKELEMÇEKIRÎ TÊ TEDAWÎKIRIN’ 
 
Yavîç, da zanîn ku Gemîcîoglû bi destkelemçekirî li nexweşxaneyê tê ragirtin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş li Tirkiyeyê êdî veguheriye trajediyekê. Di salên dawî de bi sedan girtiyên nexweş van pêvajoyan dijîn. Gelek girtiyên nexweş di şert û mercên nebitendurist ên girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Xebata têkildarî girtiyên nexweş nehat domandin. Ji bo li girtîgehan êdî bûyerên mirinê çênebin, em ê pêvajoyê bişopînin. Divê beriya her kesî Wezareta Dadê û îktîdar ji bo pêşîlêgirtina ‘Mafê jiyanê’ tevdîrên pêwîst bigirin. Banga me ji bo hemû saziyan ew e ku ji bo taloqkirina înfaza Gemîcîoglû bihestiyar tevbigerin.” 
 
Saziyên metn îmze kirin ev in: “TUHAY-DER, MEBYA-DER, TJA, Şaxa ÎHD’a Wanê, Şaxa OHD’ê, Nûnertiya THÎV’ê, Odeya Bijîşkan a Colemêrg-Wanê, Şaxa Wanê ya Platformên Şaxan a KESK’ê, Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, DÎSK Emeklî-Sen, Kûrdîgeh, Aryen Huner, Komeleya Medya û Hiqûqê, Komeleya Jinan a Starê, TMMOB û DÎSK Genel-Îş.”
 

Sernavên din

31/05/2025
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî