Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike

  • rojane
  • 11:33 30 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Medenî Ferho di nivîsa xwe ya Rojnameya Xwebûnê de bal kişand nîqaşên li ser pirsgirêka kurd ên di rojevê de û wiha got: "Banga Bahçeli, muxatabgirtina Abdullah Ocalan e. Lê aktorên sabotekirinê jî koroya lincê dane destpêkirin. Lonce û kast’ên şer û talanger careke dane xuyakirin ku ew bêyî şer nikarin bijîn."

 
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Medenî Ferho di nivîsa xwe ya Rojnameya Xwebûnê ya vê hefteyê de bal kişand ser nîqaş û geşedanên li ser pirsgirêka kurd ên di rojevê de. Ferho di nivîsa xwe de got ku "Divê kurd, di vê qonaxê de têkoşîna xwe xurttir bikin, li dora Rêber Abdullah Ocalan kom bibin û destên wî xurt bikin" û wiha domand: "Ev yek wê hem azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hem azadiya gelê kurd misoger bike û hem demokrasiya li Tirkiyê misoger bike."
 
Nivîsa nivîskar Medenî Ferho wiha ye: "Em ê vê carê jî, bi pêşgotineke kin dest bi nivîsa xwe bikin: Dîrok tenê ya nivîskî nîne, dîroka fermî jî ji rastiyan dûr e û dibe çavkaniya kêzika Kafka! Merc didine xuyakirin ku ev sedsal wê bibe guhertinên civakî. Dema ku aqilên cîhanî di yek mijarê de digihe hev, guhertin teqez dibin.
 
Aqilê cîhanî, di bîrdoziya Abdullah Ocalan de hemfîkîr e! Çima vê dibêjim; Yek ji pêşengên civakan û fîlozofiya cîhanê ku dîrok kiriye bin lêpirsînê Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan, di vê lêpirsînê de, hem dadgeh kiriye, hem alternatîf daniye hole. Di dadgehkirinê de, zanista dîrokê esas girtiye, di buyer û pêşketinan de jî, weke fîlozofekî gelek sedem jî danîne hole; di alternatîfa xwe de jî, sedemên hemû sedeman li moxilê kirine, tiştê nedihatin dîtin, yan jî dihatin veşartin di bêndera hişmendiya mirovaniyê de danîn. Encam jî di nexşeya bi navê demokrasiya demokratîk de, (yan jî yekpare, rasteqîn), gelê demokratîk, desturnameya demokratîk, siyaseta demokratîk, bi navê modernîteya demokratîk danî hole.
 
HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN RE BÛ HÊVΠ
 
Eger ev filozofi, di çarçoveya hunerî de bê vegotin; Abdullah Ocalan, ji aliyekî ve Guernîca Pîcaso û Tabloya 'Xwarina Dawî ya Evarî' ya Leonardo de Vincî, ji aliyê din ve, romana 'Dawa' ya Kafka, '1984' ya Orvel, 'Şer û Aşti' ya Tolstoy, nirxandine û di afirgeriyek nû de, dîrokek zindî daniye hole.
 
Ya giring; piştî 43 mehan, hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, ji bo dîroka zindî ya kurdan girîng bû û hêviya kurdan û dostên kurdan, di aliyê 'şabaş'î de derxiste hole.
 
Li hemberî ku gurur û îftîhara dewleta Enqereyê, ya 101 salî, di radeya şermê de ye jî, axaftina gurê pîr Dewlet Bahçelî, ku bi zimanê Ziya Gokalp, bi menşe-î behemehal turk û mutlaq, netewî turk û zihniyeta salên 1930 û 35'an diaxive jî, hêviyek derxiste hole. Lê ev hêvî, tenê bi hevdîtinekê ne bese û encamê nayîne!
 
Israra di xişka netewperestiya faşîzan de dewam dike û em vegerin ser dabaşa xwe; Di van rojên ku 101 saliya komarê (!) de, rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyê behsa şerê neteweyî yê 2'yemîn dikin, metirsînî heye. Di şerê yekemîn ê neteweyî de, paşayên Osmanî bi kurdan re heft duwel(!) û cîhana emperyalîst(!) têk birin, piştî 101 sal an, dibêjin, em şerê duyemîn ê neteweyî dikin. Ev şer jî li dijî gelê kurd e. Piştî serketina şerê neteweyî yê yekemîn, ku paşayên çete, ligel çeteyên heremî Topal Osman û siyasetmedarên xayin yên hundir, yên wekî pirînçîzade Fevzî û Zulkuf beg serketin bidestxistin, îro jî dixwazin, di heman çarçoveya disîplîna ocaxa 'pençik' de, ligel çeteyên herêmî û zatimuhteremên siyasî serketinê bidestbixin.
 
Her du şer jî tekabulî 'dewr-î fetret' dikin. Yanî siyaseta durû, qirêj, çepel, nankor, xayîntî doh jî hebû, îro jî heye!
 
Çiqasî îdia bikin û pişta xwe bi van çepelên kurd qewîn bikin jî, şerê sed salî, di çil salî de kom bû, kurdekî nû derketiye hole. Kurd, ji gora betonî hatin derxistin, ji qelemşikandinê gihane radeya ku bi aqilê kolektîf berxwedanê bikin. Yanî, binê erdê û ser erde, bi hev hatin guhertin. Piştî dewr-î fetret, dîroka pratîk ya civakî destpêkir.
 
BANGA BAHÇELÎ MUXATABGIRTINA ABDULLAH OCALAN E
 
Banga gurê pîr Dewlet Bahçelî, ne bêyî şêwra dewleta kûr u Serokkomarê AKP'î Erdogan bû. Banga Bahçeli, muxatabgirtina Abdullah Ocalan e. Lê aktorên sabotekirinê jî koroya lincê dane destpêkirin. Lonce û kast’ên şer û talanger careke din dane xuyakirin ku ew bêyî şer nikarin bijîn.
 
Dewleta Enqereyê, di bin desthilata AKP'ê û MHP'ê de, di serdema xwe ya herî bê îtîbar û têkçûnê de ye. Spîkerên televizyonên Tirkiyê, şerma ji vê serdemê diqîrin. Ji bilî Tîmurlengê serdemê Dogu Perînçek, serokê IYI Partî namusa wî Musavat Dervişoglu û çavuşzade Umit Ozdag û çend kesên mînî marjînal, kesekî din li dijî muxatabgirtina Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsa kurd dernakeve. Ev kesên minî marjînal, bi armanca ku xwe di rojevê de bihêlin, tekeliyeta nijadperestiya faşîzan kirine ala xwe.
 
Di nava kesên koroya faşîzan de cih digirin, yê herî balkêş Tîmûrlengê serdemê Dogu Perînçek e. Xwedî giravî hem sosyalîst e, hem komunîst e, hem kemalîst e, hem netewparêz e. Yanî mirovekî tevlihev, maxlute ye!
 
Dogu Perînçek, di cotmeha 1989'an û nîsana 1991'ê de 2 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Bi qasî ku min tespît kiriye; Birêz Ocalan di van hevdîtinan de, serlêdan û dexaleta Mustafa Kemal a li gel kurdan, hevkariya kurdan bi Alpaslanê Selçûkî re, peymana Sevrê û desturnameya 1921'ê ya Dewleta Enqerê, bi berfirehî ji Dogu Perînçek re vegotine.
 
Piştî derseke dîrokî, behsa projeya Emerîka ya 'ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn û cîhanê' kiriye. Di heman demê de, behsa rêxistiniya civakî û dengeyên hêzan ku dikarin hem hiquqa gelan û demokrasiya gelan bi serbixin kiriye û hem biwêja nijadperestî û yekparêzî red kiriye û bal kişandiye ser formulekirina jiyana hevreyî.
 
Dema ku Dogu Perînçek vegeriya, daxuyanî da û got; Birêz Ocalan, xwe weke parçeyekî ji Tirkiyê dibîne, ronakbûn û demokratîkbûna Tirkiyê dixwaze. Dijminatiya li dijî TC'yê nake, mafê gelê kurd dixwaze, Dibêje, divê Tirkiyê, weke ku dewleta Bulgaristan, li tirkan dike, li kurdan neke. Dibêje, eger Emerîka hebe, azadî çênabe. Armanc û hêviya Ocalan azadiyek giştî ye û dixwaze vê jî, bi şoreşekê bike.
 
Lê Tîmurlengê serdemê, piştî dîlgirtina Abdullah Ocalan, guhertinek 180 dereceyî kir. Di hevpeyvina bi rojnameya Hurriyetê re got; (18 Adar 1999). Min ji Ocalan re got, PKK'ê fesih bike, nebin duvê Emerîka û Ewropayê. Hûn bi vî aqilî nikarin serketinê bidestbixin. Di nava yekîtiya Tirkiyê de cih bigirin.
 
Tîmurlengê serdemê, piştî gotinên gurê pîr Bahçelî, yên berî çend rojan bi zimanekî tund rexne kir, serokê CHP'ê Ogur Ozel ku got; 'Ez dewletê weadî kurdan dikim' bi îxanetê tewanbar kir. Di nirxandinên di nava du-sê rojan de, hemû kanunên bûyerên civakî, vebêj û vegotinên zanistî yên civakî tune hesibandin û di çarçoveya netewparêziya faşîzan de nirxandin kirin.
 
Dogu Perînçek kurdekî ji Meletê ye. Xwedî tîtra zanistiya hiquq e. Di nava malbateke 'gediklî çavuş' de mezin bûye. Ji bedêla navê bavûkalan 'sadik', 'perînçek' bijartiye. Dema ku em li etîmolojiya gotina 'perînçek' dinêrin, 'pençîk' derdikevê pêşberî me û bingeha dewşîrmetiyê ye.
 
Sîstema devşirmetiyê, zanista li dijî jiyanê ye. Sosyologa kurd Nûjîn Hesen, dibêje; 'jiyan û zanist têkildarî hev in. Eger yek nebe ya din jî nîne.' Li gorî vê tezê, Tîmurlengê serdemê Dogû Perînçek, di kesayeta xwe de zanist jî, jiyan jî kor kirine. Gelo ev korîtîya mirovan, di sîstema Newton a 'mekanîk' de, tê çi wateyê? Li gorî 'dîroka mekanîk' her guhertina ji şoreşa gelan dûr, biçûk bûn e, ketîbûn û kotîbûn e. Di lîteratura kurdan de ev kesayet dibine qirdikê diktatoran.
 
Piştî banga gurê pîr Dewleta Bahçelî û çûna parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan a Îmraliyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, Tirkiyê kete qonaxeke nû. Ji aliyekî ve, di pirsgirêka kurd de, Abdullah Ocalan weke muxatab hate qebûlkirin. Ji aliyê din ve tecrîd jî qebûl kir û ew ê mecbûr bibin ku li gorî daxwaza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, kanunên xwe biguherin. Ev jî tê wateya ku 'mafê hêviyê' wê bikin pratîkê. Bi taybetî guhertina qanûna infazê, hemû girtiyên siyasî eleqeder dike.
 
Eger vê nekin, wê marîfetnameyeke din a di peymana Dolmabahçeyê de, li 'ofîsgeha faşîst ya qesrê' derbixin hole.
 
Vêca ne tenê Dogu Perînçek, serokê ÎYÎ Partiyê Musawat Derwîşoglu, serokê Zafer Partiyê Umit Ozdag di heman çarçoveyê de ne. Ev kes li pey dîrokek perîşan dibezin û teatroyek dramatîk dilîzin. Xuya dike ku banga gûrê Pîr Bahçelî, partiyên marjînal ku îdeolojiya fermî diparêzin parçe kirine.
 
Bêguman rewşa Umît Ozdag û Musawat Derwîşolu ji ya Dogu Perînçek cûda ye. Musawat ku li gorî navê xwe, helwestek gayrî 'musawî' nîşan dide, weke demekê û gurê pîr Bahçelî ku şerîtek (kinder), kire destên xwe û axivî, wî jî, di 23'yê cotmehê de, şerîtek kendîrê, ku bikêrî kêştiyan dihat, li meclisê di destên xwe de hejand û 'cinqî' Bahçelî kir. Vêce, Musawatê, ji nirx û pîrozên 'musawî' dûr, bermayiyê dewşirmeyên Derya Reş û mîratzadeyê Topal Osman e.
 
Umît Ozdag jî mirovekî balkêş e. Bi gotina gorbihiştî Abdulmelîk Firat, ew dewşirmeyê Arnavut e û torunê darbekarekî ye. Di zenaatkariya çêkirina dewşirmetî de, her du zewat jî kezika Kafka ne!
 
Vêce, zewatên bi vî rengî, bi haveyn û nişûka dibistanên asimilekirinê digirin û di her firsetê de weke gorîlên rekîhên xwe bişikînin êrîşî gelê kurd, Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Tevgera Kurd dikin. Ev jî encama dîroka sedsalî ya avakirina akumîlasyonên paşverû ye. Erîşên li dijî gelê kurd jî, hem nan dide, hem şehaweta siyasî zêde dike.
 
Dema em li siyaseta dewleta Enqereyê û encama sîstema 22 salan a desthilatdartiya AKP'ê û MHP'ê dinêrin; du tişt derdikevine pêşberî me: Yek, narsizma mîtolojîk… Du, oryantalîzma di lîstika reqasên Hacî Fatuma yên Ereb de ye! Kalîbreya siyasetmedarên vê serdemê, mîna salên 1930-35-36 ya destpêka nivîsandina dîroka xwedest a turk-î turan û mitolojiya Otuken e…. Di van rojan de, prof. dr. û akademisyenên di ekranên televizyonên tirk de nirxandinan dikin jî, mina 'kerşeytanan' diaxivin. (Lêbûrînê ji xwedavanan dixwazim). Weke Dr. Mustafa Balcioglu ku di pirtûka bi navê 'Bi Belgeyan Serdema Têkoşîna Neteweyî û Serhildanên li Anatolya” de bextreşiyan dike, teva bi aqilê avakirina artêşa navendî ya di bin fermandariya Sakalli Nureddîn Paşa de, nirxandinan dikin. Yanî dixwazin komkujiyên Sakalli Nureddîn Paşa werin dubare kirin.
 
Fermandarê artêşa navendî Nuraddîn Paşa û Topal Osman, bi fermana Mustafa Kemal û Fevzî Çakmak, li Koçgîrî qirkirina kurdan kirin. Dr Mustafa Balcioglu, di tîtra akademîk de, nankorî kiriye û komkuji wajî û mandele dike.
 
Zanistên dewşirme, ji destpêka dîroka dewşirmetiyê û heta îro, berhemên çerxa karsaziya mankurt in. Lewma bûyerên civakî yên sed salî û îro, di çarçoveya dîroka fermî de digirine dest. Weke mirovên çêkirî, robotwarî diaxivin. Ya balkêş jî, weke aktorên dîrokî tevdîgerin û dixwazin îmajekê avabikin. Îmaja îro ya dewleta Tirkiyeyê jî ŞERM e û dixwazin vê şermê bigehrin!
 
Ev mirov, berhemên zaningehên ku afirgeriya zanistî û artistîk de nakin, karên zenaatkariya guhertina mêjî û fizyonomik a mirovan dikin e. Romanek ne roman e, çîroka 'zaroka darî' ye. Du çîrokên 'zaroka darî' hene. Yek 'Pînokyo' ye, ev çîrok navneteweyî ye. Yek jî çîroka zaroka darî ya kurdan e!.. Keşe, mele û terzî zarokek darî çêdikin, bi lîbas û bi can dikin. Ez behsa mîzansena çîroka darî ya kurdan dikim.
 
Ji bo ve jî, divê nivîskarên kurd, hem bixwînin, gelekî bixwînin, hem binivîsin, gelekî binivîsin; da ku cewherê çavên vekirî winda nekin, mêjiyê şiyar bêhtir şiyar bikin, tiştên winda û veşartî bibînin û binirxînin.
 
DIVÊ GELÊ KURD DI VÊ QONAXÊ DE TÊKOŞÎNA XWE XURTTIR BIKE
 
Pirs jî ev e, gelo dîroka sed salî ya dewşirmeyên dewleta Enqereyê, ji bilî keder, elem, hîle, xapandin, dek û dolaban, ji bilî çepelî û xerabiya bêbextiya çeteyên burokrasî û romiyan çi daye kurdan?
 
Di van rojên ku, rayedarên dewleta tirk, Abdullah Ocalan wek muxatabê pirsa kurd îlan kirin; li ser navê DEM Partiyê, Ozturk Tukdogan 7 pêşniyaz kirin. Yek ji wan jî azadkirina kanunî ya Abdullah Ocalan e… Ya duyemîn, nasname û perwerdehîya bi zimanê Kurdi ye, ev her sê mijar giring in. Dewleta Enqereyê, dixwaze tu mafekî kurdan qebûl neke û bi kurdan gavan bide avêtin. Ev nabe. Divê kurd, di vê qonaxê de têkoşîna xwe xurttir bikin, li dora Rêber Abdullah Ocalan kom bibin û destên wî xurt bikin. Ev yek wê hem azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hem azadiya gelê kurd misoger bike û hem demokrasiya li Tirkiyê misoger bike.
 
Têkoşîna 40 salî, 'înada' (eksa) bergilên dewşirme şikandiye, êdî qral tazî ye, divê gelê kurd, cil û bergên demokrasî, ademiyeta wekheviyê û mafan li qiralê tazî bikin."

Sernavên din

27/05/2025
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
12:06 Qada siyasetê vê hefteyê dê germ bibe
11:21 Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?
10:40 Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket
10:24 Ji ber astengiya walîtiyê derxistî bi dehan ajel mirin
09:50 Kesên di lêpirsîna ÎBB’ê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
09:43 Îsraîlê êrişî dibistanê kir: Herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 Endamê CPT’yê Osman: Êrişên Tirkiyeyê pêvajoyê asteng dikin
09:12 Li Amedê dê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’ bê lidarxistin
09:11 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû ku ji sedî 92 astengdar e giran dibe
09:08 Abdulhakîm Daş: Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke wekhev bê çareserkirin
09:07 Parêzerê girtiyê nexweş Tekîn: Em ji jiyana wî bi fikar in
09:05 Laura Castel: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan
09:02 ‘Heta ku Kurdî rizgar nebe, azadiya ramanê pêk nayê’
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2025'AN
25/05/2025
22:28 Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê bi konserekê bi dawî bû
20:03 Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû
16:13 Leyla Guven: Divê dewlet bi avêtina gavan jidiliya xwe nîşan bide
14:55 Li Dêrsimê welatî pev çûn: Serokê Cemxaneyê Yaşar Seyrek hate kuştin
14:34 Altûn ê piştî 30 salan hatibû berdan li warê xwe bi coş hat pêşwazîkirin
12:49 Tulay Hatîmogûllari: Ne tenê Kurd, pêdiviya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye
12:40 TSP’ê ji bo berdana Koç bang kir
12:35 Jin ji bo civaka demokratîk li ser rêveberiyên herêmî axivîn
12:02 Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dîsa wek Hevserokên KNK’ê hatin hilbijartin
12:00 Ji KNK’ê deklarasyona hevpar: Bi konferansa neteweyî em hêzên xwe bikin yek
11:06 Serokê Baroya Rihayê: Ji bo aştiya civakî divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:46 Nehiştin şandeya tenduristiyê ya Îtalyan biçe serdana Şengalê
10:31 Kane: Ger li Tirkiyeyê Kurd azad nebin, kes ne azad e
10:30 Kovara Jinê bi manşeta ‘Bedêl, bîr, berxwedan’ derket
10:22 Mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê: Dozger tiştekî zelal nabêjin
10:10 Bakirhan: Hiqûqa xwişk-biratiyê dê bi pratîka Meclisê teşe bigire
09:37 Melda Onur: Divê STO jî di komîsyona li Meclisê de cih bigirin
09:05 Dayika ku 6 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan: Me zarokên xwe yên herî baş defin kir
09:05 Dayika Haci Lokman Bîrlîk: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
09:02 Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê: Divê bernameyên bi vî rengî zêde bibin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Akdogan: Bila bi sererastkirina hiqûqî ve dayik bighîjin zarokên xwe
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2025’AN
24/05/2025
16:51 Xwegihandina X hat astengkirin
16:51 Li 3 bajaran çalakî: Bila Kurdî bibe fermî û zimanê perwerdeyê
16:23 Di sala 1994 'an de hat girtin û piştî 31 salan hat berdan
16:18 Ji bo 3 girtiyan hişyarî: Nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin
15:44 Erdogan û Şera li Enqereyê civiyan
15:36 Piştî 30 salan hat berdan
15:12 Tulay Hatîmogullari di Enternasyonala Sosyalîst de peyama Ocalan parve kir
14:45 Mexdûrên KHK'ê 133 hefte ne çalakî li dar dixin
14:38 Ji xizmên windayan banga 'Komîsyona Heqîqetê'
14:17 Kongreya KNK'ê destpê kir: Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn e
14:01 Ji bo Orhanên ku 31 sal berê di bin çavan de hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat kirin
13:43 Katia Zagoritou: Divê rêxistineke hevpar a Kurdan bê avakirin
13:06 Li Parîsê konsera Koma Ma’yê
12:11 Piştî gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir
11:54 Li Atînayê Konferansa Pirsgirêka Kurd û Pêşketinên li Rojhilata Navîn
11:40 Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’
11:39 Hinceta dadgehê: Cihê her kes dikevê û der tê de nabe!
11:05 Bakirhan: Em ê tifaqên aştiyê mezin bikin
10:33 Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê
10:31 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 DYA: Cezayên li ser Sûriyeyê hate rakirin
09:22 Jean-Pierre Restellini: Dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim
09:20 Sonmez: Pêwîstî bi koalisyona demokrasiyê heye
09:07 Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim
09:06 Kurê Taybet Înan: Yên berdêl nadin mafê wan nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'
09:01 'Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne'
09:01 ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN
23/05/2025
16:43 Li Şirnexê banga ‘girtiyên nexweş berdin’ hate kirin
16:42 KATDER'ê kongreya xwe pêk anî
16:34 DEM Partî bi Partiya Gelecekê re civiya
16:25 Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’
15:45 Ji bo 47 girtiyên ku têlên qawîşê rakirin rêzeceza