Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin

  • rojane
  • 19:21 10 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Di xebatên ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya Amedê de wiha hat gotin: "Em bi ruhê seferberiyê di 13'ê Cotmehê de li dijî tecrîdê aştiya mayînde biqîrin."
 
Xebatên mîtînga ku wê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê li hev kom dicivin" bê lidarxistin, dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de esnafên Pîşesaziya Otomobîlan a navçeya Peyasê (Kayapinar) hatin ziyaretkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dundar û rêveberên navçeyê yên DEM Partiyê beşdarî serdanê bûn. Heyetê esnafên li Sîteya Pîşesazîyê ziyaret kir û ew vexwendin mîtîngê û piştre bi rêveberiya Sîteya Pîşesaziya Otomobîlan re hevdîtin pêk anî.
 
Parlamentera Merdinê ya DEM Partiyêê Bêrîtan Guneş banga tevlîbûna mîtînga ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir. Guneşê got: "Em hemû bi rewşa ku cîhan, tevahiya Rojhilata Navîn û Tirkiye tê de ye dizanin. Li Tirkiyeyê krîzeke kûr heye û di heman demê de şerêli dijî demokrasî, hiqûq û mafên mirovan heye. Di nava vî şerî û krîzê de yê ku me ber bi çareseriyê ve bibe birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin ji bo rakirina tecrîda li ser wî mîtîngekê li dar bixin. Armanca me ew e ku ev pergala ku 100 sal in me xizan dike û kedxwariyê dike û pirsgirêkên me çareser nake dengê me bibihîze, vîna me nas bike û ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk çareser bibe." 
 
YENÎŞEHÎR
 
Parlamenterê Amedê Serhat Eren, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol jî di nav de serdana Bazara Genim, Bazara Heywanan û Taxa Şehîtlîkê hat kirin. Heyeta ku li pirsgirêkên cotkar û hilberîneran guhdarî kir, gel vexwend mîtînga 13’ê Cotmehê. Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren li vir axivî û got: "Em aştiyê dixwazin. Em azadî û berdêla keda xwe dixwazin. Ji ber vê yekê em di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bên cem hev."
 
SÛR
 
Jinên li Sûrê hatin cem hev, li kolan, park û esnafan geriyan û gel vexwandin mîtîngê. Siyasetmedar Sebahat Tûncel, parlementerên DEM Partiyêê Adalet Kaya û Oznur Bartin, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, rêveberên Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçberiyê û Sûrê jî di nav de heyet derî bi derî geriya û banga mîtîngê kir.
 
BISMIL 
  
Li Bismilê Hevşaredar Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, hevserokên DEM Partî, DBP'ê yên navçeyê, rêveberên partiyê û endamên meclisa şaredariyê, li Kargeha Pîşesazî ya Bismilê, Sûka Genim, Cihê Otofiroşan û Termînala Bismilê esnafan ziyaret kirin. Hevserokê DBP'ê yê Bismilê Yusuf Ataş, diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê hemû kes beşdarî mîtînga Amedê bibe û got: "Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, divê her kes beşdarî mîtînga li Amedê bibe. Ji bo aştiyeke mayînde li herêmê pêk were, divê hemû gelê me bi ruhê seferberiyê tevlî mîtînga li Qada Îstasyonê ya Amedê bibe û li dijî tecrîdê aştiyeke mayînde biqîre."

Sernavên din

06/05/2025
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket
12:06 Li Xana Axparê navê Onder li cadeyekê hate kirin
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket
11:40 Dema binçavmayinê ya êrişkar Tengîoglû dirêj kirin
11:36 Serdanên ji bo şîna Onder dest pê kirin
11:36 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 73.88’ê
TUÎK: Enflasyon derket ji sedî 48.73’yê
10:55 MKG’ê rapora xwe ya meha Nîsanê aşkera kir
10:42 Di 10 salan de tenê daxwazek qebûl kirin: Doz bêencam tê hiştin
10:17 DAIŞ’ê li Dêrazorê êriş kir
10:16 ‘Onder aştî weke wesiyet ji me re hişt’
09:50 Kesên tev li şîna Onder bûn: Em ê têkoşîna wî mezin bikin
09:47 Kesên teqawît di nava lepên krîzê de ne: Mûçe têra kirê nakin
09:27 AYM’ê ji bo girtina Songul Kapanci ya bi heman hincetê biryara binpêkirinê da
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2025’AN
08:53 Ciwanên Amedê ji bo Onder pankart daliqandin: Oxir be qasidê roja me
04/05/2025
19:34 Malbata Onder û DEM Partî dê sibe şînê danin
19:23 Amedsporê Adanaspor 4-0 têk bir
19:14 Gucenmez ê DEM Partiyî hate binçavkirin
19:10 DBP’ê êrişa li dijî Ozel şermezar kir
18:51 Cenazeyê Onder hate definkirin: Qasidê aştiyê nemir e
17:48 Ji bo xêzeromana Kurdî Gênco çalakî hat lidarxistin
17:42 Êrişên li dijî Elewî û Durziyan li Qamişloyê hatin protestokirin
17:28 Gezmîş, Înan û Aslan li Mêrsînê hatin bibîranîn
17:14 Şandeyeke Vatîkanê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:24 Alîgirên Amedsporê Onder ji bîr nekirin: Baba Îshak nemir e!
16:18 Li Pasûrê protestoya GES’ê
15:56 Nîşeya Îmraliyê ya bi destnivîsa Onder derket holê
15:50 Ji bo Hasîne Tekînê mewlûd hate dayin
15:39 Cenazeyê Onder ji bo definkirinê birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê
15:37 Kesên di Terteleya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hatin bîranîn
15:29 Îfadeya kesê êrişî Ozgur Ozel kiribû derket holê
15:04 Dayikên Aştiyê: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bidomînin
14:30 Rewşa girtiya nexweş a di greva birçûbûnê de giran dibe
14:22 Li Şengalê semînera ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hat lidarxistin
14:09 DEM Partiyê ji bo Onder li gelek bajaran şîn danî
14:08 Bakirhan û Hatîmogullari bertek nîşanî êrîşê dan
14:00 Derket holê ku êrîşkar 2 zarokên xwe kuştiye
13:26 DEM Partiyê bertek nîşanî êrişa li dijî Ozel da
13:17 Di derketina AKM’ê de li dijî Ozel êriş hat kirin
13:14 Ji bo kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayin çerax hatin vêxistin
13:13 Pervîn Bûldan: Te aştiya civakî pêk anî, niha dema aştiya mezin e
13:01 Bi nameya ji bavê xwe re nivîsandî xatir jê xwest: Ez bi te serbilind im
12:45 Tulay Hatimogullari: Gotina te dê tu carî li erdê nemîne
12:43 Bi deh hezaran kes ji bo Onder meşiyan
12:33 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Tu dê di dilê bi deh mîlyonan de bê veşartin
12:12 Tûncer Bakirhan: Em soz didin we ku wê ava Firatê biherike Marmarayê!
11:47 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Onder di merasîmê de hate xwendin
11:39 Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin
11:18 Sirri Sureyya Onder bû neferekî dilsoz ê têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê
10:46 Terteleya Dêrsimê di sala 88’emîn de ye: Divê rûbirûbûn çêbibe
10:42 Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKM'ê merasîm hat lidarxistin
10:41 Ji bo Sirri Sureyya Onder gel li AKM’ê kom dibe
10:18 HPG: Dewleta tirk di meha Nîsanê de 9 hezar û 790 caran êriş kir
09:51 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:49 Op. Dr. Yildirim: Sezeryan biryara şexsî ya nexweşan bi xwe ye
09:12 Li KURDÎGEH'ê serdema nû ya qeydan dest pê kir
09:05 KCK’ê têkildarî Sirri Sureyya Onder daxuyanî da
09:03 Li qadên jiyanê yên girtiyan kamera tên bicihkirin: Fermana wezaretê ye!
09:00 ROJEVA 4’E GULANA 2025’AN
08:00 Ahmet Turk: Wefata Onder windahiyeke mezin e
03/05/2025
21:53 Rêveberiya Xweser: Wê têkoşîna Onder bibe îlham
21:48 Bafil Talebanî: Gelê kurd dostekê xwe yê rast winda kir
21:45 Ji Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:27 Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:22 Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
21:17 Ji bo Onder şîn hat danîn
16:38 Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
16:35 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
16:10 Ji TJA'yê 'Diyalogên Jiyana Azad'
15:58 Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
15:52 Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
15:02 Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
14:27 Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
13:25 Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
13:16 Rapora meha Nîsanê ya DFG’ê: rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
12:28 MKG: Em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe
11:05 Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek
10:18 Berdevka YPJ'ê: Konferans ji bo pêkanîna banga Ocalan gava yekem e
09:55 31 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Aştî bi hevrûbûnê pêkan e
09:03 Şaredarê AKP'î yê berê otêla ku bi piştgiriya dewletê çêkiribû bi 90 milyonî firot dewletê
09:01 'Heya wekheviya zayendî pêk neyê edaleta avhewayê ne pêkan e'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
02/05/2025
16:39 Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin
16:17 Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'
15:47 Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin
15:12 Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan
14:39 Piştî doza Narîn Guranê daxuyanî hat dayin