Xerîb Hiso: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê bû

  • rojane
  • 09:19 9 Cotmeh 2024
  • |

RIHA -  Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso, dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya beriya 5 salan wekî berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan nirxand û got: "Bidawîkirina dagirkeriyê tê wateya bidawîkirina komploya navneteweyî."

Di ser êrişên Tirkiye û komên çete yên girêdayî wê yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin, 5 sal derbas bûn. Di encama êrişa ku her cure çekên hewayî û bejayî û bi taybet çekên qedexe hatin bikaranîn de, 2 bajar hatin dagirkirin û ketin bin kontrola komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê. Her du bajar jî di salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, bi piştgiriya hêzên navneteweyî rastî êrişan hatin û piştî êrişan bûn navenda pêkanînên dijmirovî. 5 sal derbas bûne, lê her diçe revandina mirovan, kuştin, xesp, taciz û tecawiz zêde dibin. 
 
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê; Di êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 429 welatî hatine kuştin. Bi deh hezaran kes an hatin girtin an jî revandin. Her wiha demografiya her du bajaran jî gelekî guheriye. Li şûna zêdeyî 300 hezar kesên ku neçar man koç bikin, malbatên hêzên paramîlîter hatin bicihkirin. Tenê li Serêkaniyê ji sedî 90 guhertin di pêkhateya demografîk de çêbûye.
 
Li Kampa Girê Spî ya ku di 22’yê Mijdara 2019’an de li bajaroka Til Semîn a bakurê Reqayê hatiye avakirin, 6 hezar û 31 hezar koçber dijîn. 14 hezar û 714 koçberên Serêkaniyê li Kampa Waşûkanî ya ku di sala 2019'an de hatiye avakirin, dimînin. Ji ber zêdebûna hejmara koçberan, Rêveberiya Xweser kampeke din li bajarê Hesekê vekir û 14 hezar û 73 kes li kampê bi cih kirin. Li her du bajaran 78 sivîl bi hinceta ku di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin hatin revandin, li dibistanan mufredata tirkî û bikaranîna TL tê ferzkirin.
 
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso di salvegera êrişan de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
‘ÊRIŞ BERDEWAMA KOMPLOYÊ NE'
 
Xerîb Hiso da zanîn ku dîroka 9'ê Cotmehê ji bo destpêkirina êrişan ne tesaduf e û got ku ev êriş berdewama komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ne. Xerîb Hiso diyar kir ku hêzên hegemonîk ên di komployê de cih girtine ev êriş erê kirine û got: “Armanca Tirkiyeyê qirkirina kurdan e. Îrade û destkeftiyên kurdan nas nakin. Êrişên li Serêkaniyê û Girê Spî berdewama êrişên li ser Efrînê bûn. Ji bo tepisandina şoreşa gelan êriş kirin. Ji ber ku her du bajar hatine dagirkirin mafên mirovan tên binpêkirin. Welatiyên li van her du bajaran dijîn ji warên xwe hatin derxistin. Bi hezaran kes neçar man ku ev 5 sal in di şert û mercên demsalî li kampan bimînin."
 
PIŞTÎ DAGIRKERIYÊ ÇI GUHERÎ?
 
Xerîb Hiso bi bîr xist ku gelên her du bajaran beriya êrişên dagirkeriyê di çarçoveya Neteweya Demokratîk de bi hev re dijîn û wiha got: “Pergalek li ser bingeha demokrasî û biratiya gelan bû. Jiyana Azad esas hat girtin. Hêzên wan ên xweparastinê hebûn. Nirxên ehlaqî û mirovî di serî de bûn. Di demeke kin de jinan di her qada jiyanê de cih girt. Gel bi rêya meclisan xwe bi rê ve dibir. Rêveberiyeke demokratîk derket pêş û jin di nava civakê de hatin asteke girîng. Dewleta tirk ji vê mînaka demokrasiyê ditirsiya. Gelek hewldanên dagirkeriyê hebûn lê bi ser neketin. Tirkiye bi hêzên navneteweyî re bi peymaneke bêexlaqî êriş kir. Dagirkerî ji bo aştiya di navbera gelan de asteng bikin û wan bikin dijminên hev hatin kirin. Armanca wan ew e ku gel di nava şerekî berdewam de bihêlin. Cîhan bêdeng ma û çavên xwe ji vê re girt. Êrişên kîmyewî hebûn, lê kesî nexwest van êrişan bibîne. Tişta ku li Efrînê qewimî, li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat. Siyaseta Tirkiyeyê ya li herêmê; 'wan bera hev bide, bila bi hev bikevin.' Vê çawa di nava gelan de dike, di nava çeteyan de jî dike."
 
Xerîb Hiso bilêv kir ku Tirkiye ji bo van êrişan "herêma ewle" weke sedema êrişan bi kar tîne û got: "Tirkiye tu kesî li sînorê xwe naxwaze, lê Tirkiye gelek çete li ser sînorên me bi cih kirine. Ew vî mafî layiqî xwe dibîne. Di nava gel de pirsgirêka ewlehiyê nîne. Pirsgirêk tenê feraseta faşîst a AKP-MHP’ê ye. Tirkiye destekê dide çeteyên ku li herêmê diziyê dikin. Pirsgirêka ewlehiyê ya herî mezin ev e. Tirkiye ji bo aştiya herêmê ne xwedî siyaseteke yekane ye. Tirkiye li Rojhilata Navîn pîvana xwe winda kiriye. Divê dewletên navneteweyî yên komploger vê yekê bibînin. Divê gelê Tirkiyeyê vê baş bixwîne. Berdêla israra di çaresernekirinê de dikeve ser milê gelê Tirkiyeyê. Tenê kurd eziyeta vê nakişînin. AKP-MHP ne tenê dijminê kurdan, dijminê gelan e jî. Eger Tirkiye di vê polîtîkayê de israr nekira, wê li herêmê aktorekî girîng bûya. Erdogan di sîyaseta derve de Tirkîyeyê ber bi kendal ve dibe. Wekî gurê xwînmij her kesî tehdît dike. Tu rêbazek ku wan heta niha neceribandiye tune, lê tu encam bi dest nexistine." 
 
‘ÇETE TÊN ÎTXALKIRIN'
 
Xerîb Hiso destnîşan kir ku gel li hemberî her cure êrişan berxwedana xwe didomîne û got kir ku gelên ji Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûne, lê li kampan têkoşîna xwe didomînin. Xerîb Hiso destnîşan kir ku gelê Serêkaniyê û Girê Spî heta vegerin ser axa xwe dest ji têkoşînê bernadin û got: “Hemû çeteyên cîhanê li vê herêma dagirkirinê kom kirin. Kesên li wan herêman dijîn yek jê jî ne ji wir e. Pêşeroja wan li wir nîne. Her du bajar veguherîn kampeke ku tê de komên çete hatin perwerdekirin. Ji her çar aliyê cîhanê çeteyan dişînin van her du bajaran û Efrînê."
 
‘POLÎTÎKAYÊN ÎNKARKIRINÊ RÛXIYAN'
 
Xerîb Hiso diyar kir ku li herêmên navborî gelek hêzên paramîlîter hene û bi bîr xist ku hêzên Sultan Murad ji hêzên paramîlîter berpirsyar in. Xerîb Hiso da zanîn ku hêzên Sultan Murad ji tirkmenan pêk tên û got: “Hemû di bin banê MÎT’ê de ne ku îstîxbarata tirk e. Hemû karên qirêj ji aliyê vê komê ve tên kirin. Kurdî li her du bajaran qedexe bû. Pîrozkirina cejnên êzdî qedexe ye. Li her derê tenê zimanek heye; ew jî tirkî ye. Ji bilî tirkî zimanên din qedexe ne. Divê her kes pereyê tirkan bi kar bîne. Li her derê daliqandina alaya Tirkiyeyê mecbûrî ye. Her du bajar bi awayekî nefermî girêdayî Tirkiyeyê ne. Çete di nava xwe de ne yek in, lê Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe wan bi hev re diparêze. Ev komên çete her roj cihên girêdayî Rêveberiya Xweser bombebaran dikin û bi hemû hêza xwe hewl didin wan cihan vala bikin. Polîtîkayên înkarê ku AKP 22 sal in dimeşîne têk çûn. Bi tu awayî wê encamê negire. Ew aloziya li welatên din berdewam dikin, lê êdî nikarin vê aloziyê ji malên xwe dûr bixin. Di dawiyê de aloziya ku ew diafirînin dê derbasî malên wan bibin. Ev yek dê dawiya Erdogan bîne."
 
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
 
Xerîb Hiso got: "Em ji bo careke din Serêkaniyê û Girê Spî azad bikin, çi ji destê me bê em ê bikin. Ev ji bo me erkeke dîrokî ye. Ji bo vê têkoşîneke mezin heye. Bêdengiya hêzên navneteweyî bi vî rengî dewam nake. Tişta ku li herêmên dagirkirî qewimîn nayê qebûlkirin. DAIŞ a ku ji ber pêşengiya kurdan bû bela serê hemû cîhanê, têk çû. Niha dem ew dem e ku cîhan deynê xwe bide. Wê ya ku Serêkaniyê û Girêspî rizgar bike vîna gel be. Niha dema rizgarkirina van her du bajaran e. Dem dema derxistina çeteyan ji Sûriyeyê ye. Bidawîkirina dagirkeriyê tê wateya bidawîkirina komploya navneteweyî. Çawa ku Rêber Apo 25 sal in li girtîgehê li ber xwe dide, em ê jî li ber xwe bidin.”
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

02/05/2025
14:28 Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist