DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin

  • rojane
  • 13:26 4 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê bang li mamosteyan û UNESCO'yê kir ku li dijî polîtîkayên cihêkar û bişaftinê yên nasname û çandên cuda tune dihesibînin û pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê digirin derkevin. 
 
Berdevkê Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Samî Evren û endama komîsyonê Emîne Akyazili têkildarî 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Evren 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir û îşaret bi zextên li ser perwerdekaran kir. Evren bi bîr xist, ku ji sedî 36’ê kesên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji sektora cemaweriyê hatin avêtin, perwerdekar bûn. Evren diyar kir ku mamoste bi polîtîka û pêkanînên ku newekheviyê kûr dikin Roja Mamosteyan pêşwazî dikin û got: “Li welatekî komkujî lê tê kirin bibe mamosteyê demokratîk, aştiyê biparêze, li dijî asîmîlasyonê derkeve, perwerdeya bi zimanê dayikê biparêze, di perwerdeya zanistî de israr kirin, dayîna berdêlê ye. Tevî her tiştî jî hebûna mamosteyên ku dest ji têkoşîna demokrasiyê bernadin hêviyê dide partiya me. Wezîfeya partiya me ne tenê parastina hemû beşên di têkoşîna demokrasî û aştiyê de cih digirin e, di heman demê de parastina mamosteyên demokrat şoreşger ku ev nêzî 50 sal in têkoşîna xwe didomîne û têkoşîna demokrasiyê ye.”
 
Evren bal kişand ku nêzî 250 hezar mamosteyên ku li dibistanên taybet û kursên taybet dixebitin bê sîgorte û bi heqdestê kêm tên xebitandin. Evren diyar kir ku mîlyonek û 18 hezar mamosteyên li Wezareta Perwerdeyê dixebitin di bin sînorê xizaniyê de mûçe distînin.
 
BANG KIR KU DEV JI PÊŞNÛME QANÛNA BINIQAŞ BERDIN 
 
Endama Komîsyona Perwerdeyê ya DEM Partiyê Emîne Akyazili li ser “Pêşnûme Qanûna Pîşeyî ya Mamosteyan” ku tê payîn dê di rojên pêş de li Meclisê bê nîqaşkirin ev tişt gotin: “Me gelek caran derxist holê ku ew xwedî naverokeke ku pîşeyê hînkirinê nebaş dike, ji pirsgirêkên aboriyê yên mamosteyan re çareseriyê peyda nake, prensîba wekheviya mûçeyê ji bo karê wekhev ji holê radike, mafên şexsî qels dike, cihêkarî û newekheviya di navbera mamosteyan de kûr dike. Em bang li desthilatê dikin ku dest ji Pêşnûme Qanûna Pîşeyî ya Mamosteyan berde.”
 
‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN BIŞAFTINÊ DERKEVIN’ 
 
Akyazili, bang li mamosteyan kir ku li dijî polîtîkayên şer û bişaftinê derkevin û wiha domand: “Di Roja Mamosteyan a Cîhanê de em bang li UNESCO, Rêxistina Perwerdeyê ya Navneteweyî, Education International (Înternasyonala Perwerdehiyê) (EI) û mamosteyên li gelemperiya cîhanê dikin ku li dijî şerê veguheriye komkujiyeke li hemberî gelan li Rojhilata Navîn aştiyê biparêzin. Tu gumaneke me nîne ku mamosteyên cîhanê li aliyê gelê Filistînê ne. Em bang li mamosteyên li tevahiya cîhanê dikin ku li dijî polîtîkayên cihêkar û bişaftinê yên nasname û çandên cuda tune dihesibînin û pêşî li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê digirin derkevin.”
 

Sernavên din

10/10/2024
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin
09:19 Xerîb Hiso: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê bû
09:07 Mehmet Ocalan: Derhiqûqtî bi erêkirina komplogeran didome
09:06 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû serlêdana 'rawestandina înfazê'
09:05 Derhêner Kazim Oz: Sînemaya kurdî bi 'sansureke dersînor' re rû bi rû dimîne
09:01 Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN
08/10/2024
21:30 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di rojevê de ye
21:25 ‘Yê ku aştiyek bi rumet bîne Ocalan e’
16:38 Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê: Ji bo azadiyê em biherikin Qada Stasyonê
16:35 Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir
16:23 4’emîn atolyeya ‘rojnamegeriya krîzê’ ya DFG’ê dest pê dike
16:00 AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt: Ji bo cînayetên zarokan dê komîsyon bê avakirin
15:37 ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin
15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye
14:59 Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin
14:57 Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza
13:10 Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin