Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin

  • rojane
  • 12:19 3 Cotmeh 2024
  • |
MÊRDÎN - Cenazeyê Abdulkadîr Kuday ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, li Qoserê ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin. Di merasîma oxirkirina Kuday de soza domandina têkoşîna azadiyê hate dayin. 
 
Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî yek ji nexweşên girtî bû jî nedihat berdan, duh di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kuday ji Saziya Tipa Edlî ya (ATK) Stenbolê hate girtin û bi balafirê şandin Mêrdînê. Cenaze, li Balafirgeha Mêrdînê ji hêla bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşma “Şehîd namirin” birin mala Kuday a li gundê Pîrîketa yê navçeya Qoserê. Li vir bi zemar, dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin. Piştre jî ji bo definkirinê bi wesayîta cenazeyê birin gundê Tell Şîrez ê Qoserê. 
 
Piştî wecîbeyên olî, darbesta Kuday ji hêla bi hezaran kesan ve hate hilgirtin û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” birin goristanê. Ji ber wesiyeta Kuday, cenazeyê wî li rex gora kurê wî Seyîd Riza Kuday (Dijwar Baran) ê di sala 2015’an di şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî û biraziyê wî Alîşer Kuday (Şiyar Mazlum) hate definkirin. Li ser gora Kuday dua hatin kirin. 
 
Di merasîma definkirina Kuday de li ser navê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) Gurbet Tekîn axivî. Tekîn sersaxî ji bo malbatê û gelê kurd xwest û wiha got: “Em van polîtîkayên ku zarok û rêhevalên me dikujin lanet û şermezar dikin. Em naxwazin êdî ji girtîgehan darbest derkevin. Di şexsê şehîd Abdulkadîr Kuday de em tevahiya şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr tînin û li hemberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.” 
 
Piştre jî di şexsê Kuday de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayin deqeyek rêz hate girtin. 
 
TANHAN: DI ENCAMA DIJMINATIYA KURDAN DE HATE QETILKIRIN 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: “Qetilkirina Abdulkadîr Kuday, encama zilma sed salin li ser gelê kurd tê meşandin e.” Tanhan, qala binpêkirinên li girtîgehê li dijî Kuday hatine kirin vegot. Tanhan, wiha domand: “Birin girtîgehên li metrepolên Tirkiyeyê û ji malbata wî dûr xistin. Tevî ku li girtîgehê nexweş ket jî nehat tedawîkirin, di dema xwe de nebirin nexweşxaneyê. Birin nexweşxaneyê lê îcar jî teşhîsa xelet kirin. Ev teşhîs bi xeletî nehate kirin. Ev dijminatiya li dijî kurdan bû. Ji ber ku ew kurd bû. Xwestin hevalê me bi fermî qetil bikin lewma jî zilma xwe domandin. Ev jî bes nekir ku piştî ketî bin 40 kîloyan birin nexweşxaneyê û ezyet û îşkence lê kirin.” 
 
‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA WÎ DERKEVIN’
 
Di berdewamê de Tanhan peyama Kuday a dema li nexweşxaneyê şandî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Got ku îşkence lê tê kirin û avê nadin wî. Ev dijminatî ne qedera gelê kurd e. Em ê van tiştên hatine kirin tu caran ji bîr nekin. Em li ser gora heval Abdulkadîr soz didin; em ê alaya wî hêj bilindtir bikin. Em ê her tim bi gelê xwe yê mazlum re bin, dapîr û bapîrên me çi kiribin em jî dê li pey rêça wan bin. Heta ku em digihijin armanca xwe jî dê rêya xwe bernedin. Bila cihê te  bihûşt be. Rêheval, xwişk, bira û hemû malbata îro li cem te ye. Em soz didin ku em ê xwedî li mîrateya te derkevin.” 
 
KUDAY: ENCAMA TECRÎDÊ YE
 
Kekê Kuday, Salih Kuday jî wiha got: “Hem birayê min hem jî rêhevalê min bû. Em soz didin ku dê li ser rêça wî bin û xwedî li berxwedan û sekna wî derkevin. Tu caran bêrûmetî qebûl nekir. Di nava nivînên mirinê de bû lê dîsa jî got; ‘Zilm, dijminatî û tecrîda we çiqas zêde be, berxwedana me jî dê ewqas a mezin be.’ Ev gotinên wî dê rêya me nîşan bidin. Em ê xwedî li gotinên wî derkevin û bibin şopdarên wan. Bû 43 meh ku malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê bikin. Yek ji encamên tecrîdê yên îro jî mirina birayê min, rêhevalê min e. Di wê baweriyê de me ku heke tecrîd nebûya belkî îro em ne li vir bûna. Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li ser civakê jî heye. Ez spasiya her kesî dikim. Dixwazim hûn heqê xwe helal bikin û ew jî heqê xwe li me helal bike. Ji ber ku me nekarî bibin bersiva daxwazên wan. Ez li vir rexnedayina xwe didim. Ne tenê ji bo wî, me nekarî ji bo hevalên wî, ji bo Serokatiyê jî bibin bersiv. Ji ber ku em jê re nebûn bersiv, em îro li ser gora wî ne.” 
 
Piştî axaftina Kuday, girseyê bi yek dengî dirûşmên “Şehîd namirin” û “ Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û derbasî cihê şînê ya li gundê Pîrîketayê bûn. 

Sernavên din

22/04/2025
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn
16:10 Rewşa girtiyê nexweş Çam di xetereyê de ye
15:27 Li Êlihê hevdîtina jinan: Wê ‘Jin, jiyan, azadî’ bi ser bikeve
15:08 Rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê kurdî birî
14:33 Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin
14:20 Xizmên windayan: Bila rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin
13:13 Di operasyona li Kampa Holê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin
12:35 Li Îtalyayê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Parêzer dê hevdîtinê bi dozger re bikin
09:30 Îhaleya li dijî mewzûatê ya qeyûm hat betalkirin
09:09 Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir
09:04 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 640 roj in di çalakiyê de ne: Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin
09:02 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
18/04/2025
18:59 Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:26 Ayşegul Dogan: Xetere didome, lê em bi hêvî ne
16:17 Civînên cotkaran ên li Agiriyê dewam dikin
16:04 Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
16:02 Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin
15:53 Li dijî binçavkirinên li Belucistanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
15:48 Li Wanê di êrişa çekdarî de kesek hate kuştin
15:42 Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin
14:38 Sendîka û rêxistinên pîşeyî: Di 1’ê Gulanê de em li Kadikoyê ne
14:12 Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
14:07 Hikûmeta Alman firotina balafiran şer a ji Tirkiyeyê re veto kir
13:26 Bi ser gundên Belucan de hat girtin: Kesek hat kuştin, 18 kes hatin binçavkirin
13:22 Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate destpêkirin