Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê

  • jin
  • 11:58 30 Îlon 2024
  • |

AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî geşedanên di rojevê de nirxand û destnîşan kir ku bi tecrîdê tê xwestin Abdullah Ocalan xwe negihîne civakê û ji bo mitînga li Amedê ya li dijî tecrîdê banga beşdariyê li gel kir.

 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî li Buroya Şêwrê ya DBP'ê ya li Amedê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanan nirxand. 
 
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: 
 
"Li ser navê Meclisa Jinan a DBP'ê em we hemûyan bi rêzdarî silav dikin. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Endama Desteya Edîtoran a Kovara Jîneolojiyê rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel a ku 2 sal berê di 4’ê Cotmehê de li Silêmaniyê hat qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Nagihan bi salan di têkoşîna azadiya gelê Kurd de ji bo heqîqet û azadiyê têkoşînek bênavber meşand. Wê ji bo eşkerekirina dîroka zanîna nezelal a jinên Rojhilata Navîn xebitî. Em li ber bîranîna wî bi rêzdarî pejna xwe ditewînin. Em ê dest ji têkoşîna ti hevalên xwe yên jin ên hatine qetilkirin bernedin. 
 
JIN JIYAN AZADÎ LI ÇAR ALIYÊ CÎHANÊ OLAN DIDE 
 
Pergala serdest a zayendperest, neteweperest, olperest êrîşên xwe yên li ser jinan li hemû cîhanê didomîne hêj didomîne. Di heman dê me de ev hişmendî li Afganîstanê dixwaze dengê jinan qut bike, li Silêmaniyê rojnamegerên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn qetil dike, li Îranê jî rojnameger û parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî bi cezayê darvekirinê didarizîne. Li dijî hemû polîtîkayên qirkirina jinê, ji Rojhilat heta Hîndîstan, ji Afganîstan heta hemû Ewropayê serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' li her çar aliyê cîhanê olan dide. 
 
KUŞTINA NARÎN GURAN 
 
Felsefeya me ya “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê ji bo jinan di heman demê de jji bo ku zarok jî jiyanek azad û ewledar bijîn mifteya bingehîn e. Lê em nikarin sûcên li hemberî zarokan, ji polîtîkayên şerê taybet ên dewleta serdest a mêr cuda bifikirin. Jiyana zarokan îro ne dî nav ewlehî de ye. Binêrin, qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî, kiryarên qirêj ên derdorên tarî eşkere kir. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û saziyên têqildar ên ku ji bo lêkolînkirina cînayetê li herêmê bûn, wekî ku xwestin li şûna dîtina Narînê, delîlan biveşêrin. 
 
Di dema qetilkirinê de rêxistinbûyîna malbatê, têkiliya wan a bi Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglu yê ku gotibû 'Malbat dostê me ye, tiştên ku hûn nizanin hene', gule û çekên ku muxtarê gund ê apê Narîn behsa wan kiribû, kuştinên Hizbulkontra anî bîra mirovan. Bîra gelê Kurdistanê hêj zindî ye. Her çend derdorên tarî bi hev re li pey veşartina rastiyan bigerin jî, em ê ti carî destûrê nedin ku ev kuştin di tariyê de bimîne. Hişmendiya ku raya giştî bi awayekî zelal agahdar nake, hewl dide ku bûyerê bike wek bûyerek magazînî û agahiyên dosyayê hêdî hêdî derdixe holê. Heta ku hemû kes û saziyên ku di sûc de cih girtibin bên darizandin û cezakirin û edaleta rastîn pêk were em ê têkoşînê bidomînin. Ji bo Narîn edaleteke rasteqîn dê ji bo hemû zarokên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin jî misoger bike. Ji bo Ceylan, Ugur, Mihemmed,, Nîhat, Furkan û hemû zarokên ku navê wan niha em nikarin bibîrbînin ên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, em ê têkoşîna xwe berztir bikin. 
 
KOMA ÇETEYÊN LI COLEMÊRGÊ
 
Em dizanin ku polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li dijî jin, ciwan û zarokan rizandina civakê dike hedefê. Hedefa dewletê ew e ku bi dara zorê fuhuş û bikaranîna narkotîkî bi hevkariya çete, mafya, kontra û cerdevanan belav bike. Êdî hemû raya giştî dizane ku li Colemêrgê komeke çete ya ji AKP'yiyan pêk tê, jinên ciwan neçarî narkotîk, fuhuş û întîharê dike. Di serdegirtina mala xebatkara Çapemeniya Azad Rabîa Onver a ku ev tişt eşkere kir de hat girtin û biryara lêgerînê hat dayîn. Ji ber ku bloka desthilatdar ji têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê ditirse, ji jinên kurd ditirse. 
 
Ji ber vê yekê jî, li şûna ku vê koma çeteyan ku di nav de cerdevan, biuniforma û siyasetmedarên AKP'ê hene, bên darizandin û cezakirin, hewl didin xebatkara çapemeniya azad Rabîa Onver a rastiyan eşkere dike bêdeng bikin. Em ji vir careke din bang dikin; Hûn nikarin xebatkarên çapemeniya azad ên ku rastiyê dişopînin bêdeng bikin! Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Colemêrgê tên meşandin, em ê weke meclisa xwe ya jinan li Colemêrgê bin. 
 
XEBATA LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET
 
Xebatên meclisa me ya jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê dewam dikin. Em ê atolyeyên xwe yên polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê jî berdewam bikin û em ê bi jinên li Tirkiyeyê re jî li dar bixin. Heta niha, me li 15 bajarên Kurdistanê bi sê hezar û dused jinan re 73 komxebat li dar xistine. Di pêngava rêxistinî ya ku me weke DBP’ê daye destpêkirin de, em ê hemû qadên civakê bi pêşengiya jinan bi rêxistin bikin û xweparastinê xurtir bikin. Em ê avakirina civaka polîtîk a exlaqî û parastina civakê bidomînin. Hûn ê nikaribin me asteng bikin! 
 
QETILKIRINA JINAN 
 
Dewlet, li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet û li hemberî qirkirina li ser jinan bi girtina çavên xwe polîtîkayên xwe yên qirkirina jinê didomîne. Binêrin, di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin, 15 jin jî di nava şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest da. Daraza bi destê mêr a rejîma li dijî jinê, bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê, sûcdarên mêr diparêze û bi hewldana pîrozkirina malbatê jî ji van cînayetan re hincetan çêdike. Dixwaze bi xerakirina nirxên civakê cinayetan normal bike. Li dijî qirkirina jinê ya hişmendiya serdest a mêr, em hewld jiyana azad di hemû mekanîzmayên civakê de bixin meriyetê. Pergala me ya hevserokatiyê û nêzîkatiya nûnertiya wekhev di hemû qadên jiyanê de ji bo ku jin bibin kirde xebatên xwe didomîne. Em ê bi têkoşîna xwe hesabê hemû jinên hatine qetilkirin bipirsin. 
 
TECRÎDKIRINA OCALAN 
 
Polîtîkaya dijminatiyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li dijî jin, kedkar, ciwan, zarok û hemû beşên civakê, bi armanca qirkirina gelê Kurd tê meşandin. Tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan ku ev 43 meh in tu agahî jê nayê girtin, bi rastî jî berdewamiya van polîtîkayên qirkirinê ye. Di ser komploya navneteweyî de 26 sal derbas bûn. Komploya navneteweyî ne tenê ji bo pêşgirtina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk hat, di heman demê de rê li ber bidawîbûna şerên li Rojhilata Navîn jî girt.  
 
Tezên çareseriyê yên birêz Ocalan ji bo şerên li Rojhilata Navîn bi dawî binin çarenûs e û aşyiyeke mayînde pêşkeş dike. Piştî komploya navneteweyî ne tenê li Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn şer û pevçûn kûrtir bûn. Pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan ên li ser bingeha modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst ji bo bidawîkirina hemû şerên li cîhanê, çareseriyên bi bandor in. Birêz Ocalan ku parastina civakê didomîne bi tevahî tê bêdengkirin û nahêlin ku xwe bigihîne civakê. Bi vê boneyê em weke DBP’ê hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ku em ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi şîara 'Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî, em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin' li dar bixin. 
 
GEFA LI DIJÎ YNK'Ê 
 
Îsrara desthilatdariya AKP-MHP'ê ya di polîtîkaya şer a li çar parçeyên Kurdistanê de ji pêkanînên tecrîdê cuda nayê nirxandin. Bloka desthilatdar ji aliyekî ve êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, ji aliyê din ve jî hewl dide ku gelê Kurd bi îlhaq û dagirkirinê li Başûrê Kurdistanê gelê kurd bi zorê bide koçkirin û heremê beyî gelê kurd bihêle. Her roj bi dehan siyasetmedar, rojnamevan û nivîskarên Kurd ji aliyê MÎT’ê ve tên qetilkirin. Berî her tiştî Wezîrê Derve yê Tirkiyê di weşana zindî de hikûmeta Herêma Kurdistanê û YNK ya rewa ya li Iraqê ji xwe re kir hedef û piştre jî Serokê Berê yê Îstixbaratê bi awayek eşkere ji bo suîkastê bang kir, nîşanê me da ku kuştina Nagihan Akarsel û rojnamevan Gulistan Tara ye û Hêro Bahadîn jî bi vê hişmendiyê re girêdayiye. Em bangên li ser kuştinê û hewldanên krîmînalîzekirina kesayetên girîng ên siyaseta Kurd ên li Iraqê qebûl nakin. Em careke din dubare dikin ku em ê di pêşengiya jinan de bi polîtîkaya xwe ya rê ya 3. aştiyeke bi rûmet pêk bînin. 
 
ZEXTÊN LI SER ZIMANÊ KURDÎ
 
Ev rejîma ku dîlanên kurdî krîmînalîze kir, hişyariyên trafîkê yên kurdî ji holê rakir û niha jî avêt ser MED-DERa ku li ser zimanê kurdî dixebite û weşanên pirzimanî Payîz Pirtûk, Koperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Anka û gelek mal, divê bizanibe ku; em bi zimanê zikmakî, bi govend û stranên xwe yên gelêrî li vir in. Em ê ziman, çand û nasnameya xwe biparêzin. Em ê bi hebûna xwe, bi nasnameya xwe û bi keda xwe, bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û bijîn, li dijî polîtîkayên we yên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdan têkoşîna xwe bidomînin. Hûn ê nikaribin me ji parastina ziman û çanda xwe bihêlin. Em têkoşîna xwe ya azadiya jinê ya ku îlhamê dide têkoşîna jinan a li hemû cîhanê berfirehtir dikin. 
 
Jin, Jiyan, Azadî!"
 
 

Sernavên din

18/04/2025
13:06 Îdama Heydaranlu hate taloqkirin lê nehiştin bi malbatê re hevdîtinê bike
12:58 Doza Reşît Kîbar ji ber eywan biçûk bû hate taloqkirin
11:52 Di doza çalakiyên Saraçhaneyê de dosyayên rojnamegeran hatin cudakirin
11:47 Girtiyê nexweş Çam: Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim
11:10 Çawişê pispor ê hat tehliyekirin gef li malbatê xwar
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:28 HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:25 Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt
10:08 Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome
09:50 Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin
09:49 Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê tê avakirin
09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist