Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin

img
AYDIN - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya partiyê ya Aydinê de axivî. Beştaş, ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê banga tevlibûnê kir û got: “Em ê di mitîngê de li dijî tecrîdê bibin deng.” 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Aydinê 2’yemîn Kongreya Asayî li eywaneke dawetan a Taxa Ovaeymîr a navçeya Efelerê li dar xist. Pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê em pêşiya komkujiyên jinan bigirin”, “Ciwan mezin dibin ber bi şoreşê ve dimeşin” û “Em ji bo jiyana azad û wekhev biisrar xwe birêxistin dikin” hatibûn daliqandin. Eywana konferansê bi alayên DEM Partiyê hatibû xemilandin. 
 
Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dîwan hate hilbijartin. Hevserokên bajar ên heyî ji ewil axivîn, beşdar silav kirin û serkeftin ji rêveberiya nû re xwestin. 
 
Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, got ku mijara sereke ya bernameya partiya wan têkoşîna azadiyê ya jina ye. Beştaş, got ku piştî qetilkirina Jîna Emînî, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li tevahiya cîhanê olan da ye. Beştaş, got ku dê bi tu awayî tawîzê ji têkoşîna wekheviyê ya jinan nedin. 
 
ENIYA DEMOKRASIYÊ
 
Bi domdarî Beştaş anî ziman ku gelên Tirkiyeyê niha di rewşekî gelek xerab de ne û wiha got: “Ma kî dikare nihar bibêje ez halxweş im û xeyalên min ji bo siberojê hene. Rêya xelasiya ji vê rewşê, têkoşîna hevpar e. Em niha hewl didin eniyeke demokrasiyê ya tifaqa ked û azadiyê jî derbas dike ava bikin. Lewma DEM Partî dê di avakirina pêşeroja Tirkiyeyê de xwedî roleke girîng be.” 
 
JI BO MITÎNGA LI AMEDÊ BANG KIR
 
Di berdewamê de Beştaş bi bîr xist ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 43 meh in agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Bi hinceta avêtina voltayan û axaftina bi girtiyên din re cezayê disiplînê didin birêz Ocalan. Armanca wan, afirandina polîtîkaya neçareseriyê ye. Em dizanin bê ka biryara tecrîdê kîjan navendê daye. Di sala 2012 û 2014’an dema pêvajoya çareserî û guftûgoyê didomiya, xelk aram bûbû. Ji ber ku li Îmraliyê ji bilî aştiyê tu deng dernediketin. Ji bo ku ew deng dîsa bilind bibe, partiya me xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de em ê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngê li dar bixin. Em ê di wê mitîngê de li dijî tecrîdê bi dengekî bilind biqîrin.” 
 
RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN
 
Piştî axaftinan, raporên darayî û xebatan hatin xwendin. Herî dawî jî hilbijartin hate kirin û rêveberiya nû hate diyarkirin. Şukran Sari û Husnu Taş weke hevserokên bajar ên nû hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

18/04/2025
13:06 Îdama Heydaranlu hate taloqkirin lê nehiştin bi malbatê re hevdîtinê bike
12:58 Doza Reşît Kîbar ji ber eywan biçûk bû hate taloqkirin
11:52 Di doza çalakiyên Saraçhaneyê de dosyayên rojnamegeran hatin cudakirin
11:47 Girtiyê nexweş Çam: Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim
11:10 Çawişê pispor ê hat tehliyekirin gef li malbatê xwar
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:28 HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:25 Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt
10:08 Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome
09:50 Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin
09:49 Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê tê avakirin
09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist