Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ê ku 26 sal berê bi komploya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin, tevî hewldanên wî yên di warê çareserkirina demokratîk a meseleya kurd de jî li Ewropayê wekî kesê "nayê xwestin" hat îlankirin û hat xwestin ku bê tesfiyekirin. 

Di ser Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin, 26 sal derbas bûn. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de piştî zextên hêzên navneteweyî ên bi pêşengiya DYA'yê yên li ser hikûmeta Şamê encam dan û Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocalan piştî ji Sûriyeyê derket berê xwe da Ewropayê.
 
Li gorî daxuyaniyên Abdullah Ocalan piştî derketina ji Sûriyê, du rê li pêşiya wî hebûne; Çiya û Ewropa. Abdullah Ocalan li şûna “çiyayan” çûna Ewropayê tercih kir û paşê sedema vê yekê wiha rave kir: “Niyeta min a li Ewropayê ew bû ku pirsgirêka kurd bigihînim platformeke demokratîk. Siyaseta çareseriyê ya demokratîk ku min ê li Ewropayê pêş bixista dikaribû dawî li vî şerî bianiyana. Ger piştgirî bihata dayin, wê Tirkiye jî ber bi vê helwestê ve bihata." 
 
Lê Abdullah Ocalan ê ji bo "çareseriyê çû Ewropayê" li vir wekî kesê "nayê xwestin" hat îlankirin. Gava ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê, daxwaza wî ya penaberiyê li Atînayê hat redkirin û di heman rojê de bi balafireke taybet a ku Wezareta Karên Derve ya Yewnanıstanê amade kiribû, ew birin Moskowê. Piştî vê "nûçîreke" 130 rojî dest pê kir. Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê û ew xistin Girtîgeha Îmraliyê. 
 
ROLA DAN TIRKIYEYÊ
 
Ocalan pêvajoya 130 rojî di pirtûka xwe ya ku paşê nivîsan de bi van gotinan vegot: “Ez ne mehkûmê Tirkiyeyê, mehkûmê komploya navneteweyî me. Bizmarê ewil li Moskowê hat kutan; ez bi pêvedana marî ya xiyanetê re rû bi rû mam. Bizmarê duyan jî li Romayê hat kutan; li hember lîstikên kapîtalîzmê min dest ji nûmetê berneda. Bizmarê sêyan li Atînayê hat kutan; li hemberî xiyaneteke li dijî dostaniyeke bêhempa hema bêje lal bûm, felcî bûm. Bizmarê çaremîn li Naîrobî hat kutan; ez bi cezayê darvekirinê radestî Tirkiyeyê hatim kirin. Di encama 'komploya xaçî (çar bizmar)' de ez xistim Girtîgeha Girava Îmraliyê ya yekkesî ya li Behra Marmarayê û li bendê man ku li ser xaçê bimirim (bêm darvekirin). Di komployê de rola Tirkiyeyê ew e ku li benda mirina min be, yanî înfaz û cerdevanî ye."
 
Piştî 15’ê Sibatê Kurdistanî û dostên wan li seranserê cîhanê dest bi çalakiyên mezin kirin. Di çalakiya "Hûn nikarin Rojê Me Tarî Bikin" gelek girtî û mirovan jiyana xwe ji dest dan. Kurd û dostên wan 15’ê Sibatê wekî “Roja Reş” bi nav kirin.
 
PÊVAJOYA BER BI 15'Ê SIBATÊ VE
 
Ji 9'ê Cotmeha 1998'an ve ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û heta 15'ê Sibata 1999'an ku ew anîn Girtîgeha Îmraliyê ev tişt qewimîn: 
 
9 Cotmeh 1998: Abdullah Ocalan bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ber bi balafirgeha Atînayê ve bi rê ket. Lê belê Wezîrê berê yê Veguhastinê yê Yewnanistanê û Parlamenterê PASOK'ê Kostas Baduvas ku bi xwe Abdullah Ocalan vexwendibû, gava balafir daket neçû ew pêşwazî nekir. Li şûna Baduvas Savvas Kalenteridis û efserê payebilind ê îstîxbaratê Stavrakakis derketin pêşberî Abdullah Ocalan. Ocalan, paşê vê yekê wiha nirxand: “Gava ji Sûriyeyê hatim derxistin û ber bi xefika Yewnistatê ve hatim kişandin, di şexsê Baduvas de rol a Îngîltereyê bû. Vexwnednameya Baduva ku dewşîrmeyekî îngilîzan e, wekî gava ewil a komploya DYA-Îngiltere-Sîmîtîs ket dewrê. PIştî vê ez biçûma ku derê jî wê şopandin û kontroleke bêeman, ji aliyê NATO û DYA ve bidomiya."  
 
Serlêdana Ocalan a ji bo îltîcayê ji dadgehê re nehat şandin û jê re wiha hat gotin: "Demildest ji Yewnanistanê derkeve." Abdullah Ocalan bi balafireke taybet a ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê ve hat amadekirin, ber bi Moskowê ve hat şandin. 
 
9 Cotmeh 1998: Abdullah Ocalan ku çû Rûsyayê ji aliyê Numan Ûçar û "personelên ewlehiyê" yên Rûsyayê ve hat pêşwazîkirin. Li vir Ocalan pêşî birin mala Serokê Partiya Lîberal a Demokrat Jirinowskî û maleke li çiyê. 
 
11 Cotmeh 1998: Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, agahiyên îstixbaratê tevî xalên derbasbûnê radestî Enqereyê hatin kirin. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesût Yilmaz di 11'ê Cotmeha 1998'an de li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Ji îro pê ve em hîn bûn ku Ocalan li Rûsyayê ye, em vê bi agahiya îstixbaratê ya welatekî mutefîk hîn bûn." Li ser vê yekê Abdullah Ocalan li Dûmayê ku di biniya Parlamentoya Rûsyayê ye, daxwaza penaberiya siyasî kir.
 
4 Mijdar1998: Dûmayê daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan bi 298 dengan qebûl kir. Yekem berteka li hemberî vê biryara Dûmayê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James Rubin di daxuyaniya xwe de got ku bila tu kes ji Abdullah Ocalan mafê penaberiyê nexwaze. Serokwezîrê Rûsyayê Primakov ku biryara Dûmayê ya der barê Abdullah Ocalan de nas nekir, 9 roj muhlet da Abdullah Ocalan ku ji Rûsyayê derkeve.
 
ZEXTA LI ÎTALYAYÊ
 
12 Mijdar 1998: Abdullah Ocalan bi mudaxeleya Wekîlê Partiya Komunîst a Jinûve Avakirina Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovani çû Îtalya/Romayê. Abdullah Ocalan dema daket Balafirgeha Îtalyayê hat girtin. Ocalan piştre li Romayê ji bo îltîcayê serlêdan kir. 
 
Abdullah Ocalan pêvajoya ku li Îtalyayê rû da wiha nirxand: “Hikûmeta Îtalyayê ne ewle bû û ne xwedî wê hêzê bû ku bibe diyarker. Hema bêje muameleya sûcdariyê hat kirin. Şopa tiliyên min girtin û wêneyên min kişandin. Dema min rewşa xwe ya tenduristiyê anî ziman, min birin cihê ku midaxeleyên tenduristiyê lê bên kirin. Di vê navberê de min ji bo penaberiya siyasî bi nivîskî serî li rayedarên fermî da. Tevî hemû neyînî û zehmetiyan jî, Îtalya berevajî welatên din (Yewnanistan û Rûsya) kar û barên fermî kir. Ew welatê yekem û dawî bû ku daxwaza min a penaberiyê di asta hikûmetê de pêk anî. Ji ber vê yekê, mayîna min xwe disipart ewlehiya qanûnî. Lê belê ji ber zextên awarte yên li ser Îtalyayê ku ji aliyê DYA'yê ve hatin kirin û piştre Konseya Yekîtiya Ewropayê jî daxilî navê bû, biryara li ser daxwaza min a penaberiya siyasî bi derengî hat xistin."
 
WEKÎ 'KESÊ NAYÊ XWESTIN HAT ÎLANKIRIN'
 
21 Mijdar 1998: Wezîra Derve ya Amerîkayê Madeleine Albright bi Sekreterê Giştî yê wê demê yê NATO'yyê Javier Solana re ji bo ku Abdullah Ocalan li tu welatekî neyê qebûlkirin hevdîtinek dirêj kir.
  
24 Mijdar 1998: Serokê Amerîkayê Clinton ji Serokdewletê Îtalya D'Alema re ku du caran bang lê kiribû, got: "Xwe ji xeletiyeke dîrokî dûr bixînin!" Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê James Rubin jî got: "Divê Ocalan di demeke herî kurt de radestî Tirkiyeyê bê kirin" û zextên li ser Îtalyayê li ser asta Konseya Ewropayê jî dewam kirin.
 
Ocalan der barê pêvajoya li vir de jî ev tişt gotibûn: "Zext, ji yên li vir (Îmraliyê) dijwartir bûn. Serokwezîr jî dizanibû ku çi tê kirin. Di encamê de ez neçar mam ku diyar bikim ku ger temînatekê bidin min ez ê derkevim derveyî sînorê welêt. Li ser vê yekê hikûmetê hewl da ku welatekî din li Ewropayê bibîne. Di vê navberê de, Hikûmeta Federal a Almanyayê biryara girtinê ya berê ya li ser min guherand biryara girtinê ya 'armanca eê ne îadekirin e'. Îhtimala min a îadekirina ji bo Almanyayê ji holê hat rakirin û bi vî awayî biryareke dijhiqûqî ya siyasî ya din jî hat nîşandan. Fransayê di hevdîtinên hatin kirin de ku ew ê min qebûl neke û Senegalê pêşniyaz kir. Ev pêşniyaz wekî pêşniyazeke cidî esas nehat grtin û li ser vê beijêrkên wekî Awistirya û Fînlandiya hatin gengeşekirin. Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê şert 'Ger Almanya qebûl bike' danî meydanê. Piştî ku Almanyayê qebûl nekir, deriyên tevahiya Ewropayê bi awayekî fiîlî li ber min hatibûn girtin. Ez li Ewropayê wekî kesê 'nayê xwestin' hatibûm îlankirin."
 
16 Çile 1999: Abdullah Ocalan ji Îtalyayê derket û hat Moskowê. Rêberê PKK'ê Ocalan vê rewşê wiha nirxand: "Pêşniyaza Îtalyayê ya 'Ocalan paşde vegerîne, em  8 milyar dolar krediya ku ÎMF ji bo we bloke danîbû ser vekin' ji aliyê Rûsyayê ve hat qebûlkirin." Abdullah Ocalan ku cara duyemîn çû Rûsyayê, anîbû ziman ku wan xistine odeyekê û nehiştine derkevin û vê yekê wekî "xistina qefesa hesinî" bi nav kiribû.
 
17 Çile 1999: Efserên ewlehiyê yên Rûsyayê ji Abdullah Ocalan re diyar kirin ku hikûmet naxwaze ew li vir bimîne û ev talîmat ji aliyê Primakov ve hatiye dayîn.
 
18 Çile 1999: Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Aleksandr Lebedev ji Tirkiyeyê re soz da û got "Çawa Ocalan bê girtin wê were dersînorkirin." Bulent Ecevît di daxuyaniya xwe ya heman rojê de ji çapemeniyê re ev yek piştrast kir. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wekî “amadekirina xaçê an jî tabûdê” nirxand.
 
20 Çile 1999: Ocalan, bêyî bixwaze wî li Bîşkek a paytexta Tacîkistanê birin maleke li gundekî. Ocalan 8 rojan li vir di bin tecrîdê de ma.
 
PIŞT BÎŞKEKÊ DÎSA MOSKOW
 
28 Çile 1999: Abdullah Ocalan bi balafirekê birin Moskowê. Abdullah Ocalan ku li vir ji aliyê yekîneyên taybet ên Rûsyayê ve dihat tehdîdkirin, hat xwestin ku wî bişînin Şamê. Lê belê Abdullah Ocalan ev pêşniyaz red kir. Ji ber ku rewş xeternak bû, Abdullah Ocalan ji Admiral Naksakis re ragihand ku jiyana wî di xetereyê de ye.
 
29 Çile 1999: Abdullah Ocalan di balafira taybet a ku generalê teqawid Naksakîs anîbû de, guman bir ser pêşniyaza rayedarên rûs ên ber bi Lenîngradê ve diçûn, lê wê kêliyê xwestibûn li Bukreşê dayên. Ji ber vê cara duyem li Atînayê hat daxistin. 
 
30 Çile 1999: Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê Teodoros Pangalos peyama xwe ya “Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin hevdîtinê bi we re bikin. Di warê hiqûqî de çi hewce be wê bê kirin. Wê nêzîkatiyeke cuda çênebe. Em dixwazin di vî warî de rewşa we bi awayekî şênber gengeşe bikin" di ser Naksakîs re ji Abdullah Ocalan re şand. Abdullah Ocalan ku hevdîtinê qebûl kir, ji dêvla PPangalos, careke din Stavrakakis û Kalenteridis re rû bi rû ma. 
 
LI DAVOSÊ BAZARIYA JI BO PETROLÊ
 
30 Çile 1999: Di civîna Forûma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê de, di navbera Serokwezîrê Rûsyayê Primakov û şîrketên petrolê yên Amerîkayê de rewşa Abdullah Ocalan hat gotûbêjkirin. Di rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Kommersant de, bi nûçeya li ser "Bazarkirina petrolê li dijî Apo" de, hat gotin ku bi peymana Davosê petrola Qazaxistanê derbasî Rûsyayê bûye û petrola Azerbaycanê jî dê bi rêya Tirkiyê were belavkirin.
 
31 Çile 1999: Bi hewldanên Yewnanistanê û bi balafira amadekirî daket balafirgeha Mînskê. Roja ku Abdullah Ocalan daket Balafirgeha Mînskê, li Swîsreyê biryarek veşartî hat girtin ku bi tu awayî destûra daketina balafira ku Abdullah Ocalan tê de be neyê dayîn. 
 
Ji ber ku balafira Hollandayê di heman rojê de neçû Balafirgeha Mînskê, Abdullah Ocalan ji balafira Yewnanistanê derneket. Balafir serê sibeha di navbera 31'ê Çile û 1'ê Sibatê saet di 04:00'an de vegeriya Atînayê. Ji ber kontrola hêzên NATO’yê, balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû, ji bo sotemeniyê jî destûr nehat dayîn ku li balafirgeheke din dakeve.
 
LI ENQEREYÊ HEVDÎTINEKE AWARTE
 
1 Sibat 1999: Pangalos telefonî Sefîrê Amerîkayê yê Atînayê Nîcholas Burns kir û da zanîn ku Abdullah Ocalan ê li Girava Korfuyê di bin tecrîdê de tê girtin, li Yewnanîstanê ye. Pişt re ji Abdullah Ocalan re temînat hat dayîn ku ew ê biçe Afrîkaya Başûr.
 
Abdullah Ocalan gava li Girava Korfûyê bû, muzakereyên di navbera hêzên navneteweyî de dihat kirin wiha nirxand: “(..) Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA James Rubin got, ‘Dibe ku balafira Ocalan li Yewnanistanê daketibe, lê niha ne li wir e. Hikûmeta Yewnanistanê jî wekî hikûmetên din nahêle Ocalan li wir bimîne.' Rubin bi vî awayî mikur hat ku tişta plan kiriye li gor dilê wan diçe. Dîsa li gor çapemeniya tirk di wê roja krîtîk (1'ê Sibatê) de li avahiya Serokwezîriyê ya li Enqereyê hevdîtinên neasayî dihatin kirin. Serokwezîr Bulent Ecevît li avahiyê bi Serokê Operasyonên Serfermandariya Giştî û Şêwirmendê Leşkerî yê Serokwezîriyê Orgeneral Yaşar Buyukanit re ku di heman demê de koordînatorê xebatên operasyonî yên têkildarî min bû jî, hevdîtin kir. Di dema ku rayedarên DYA, Tirkiye û Yewnanistanê dizanîbûn ku ez ê bibim ku derê, min û hevalên xwe nedizanî ku em li navenda îstixbaratê ya li Korfûyê girtî bûn, nedizanî wê me bibin ku derê."
 
2 Sibat 1999: Abdullah Ocalan di 2’yê Sibatê saet di 05.30’an de li şûna Afrîkaya Başûr bi balafireke taybet ji balafirgeha Korfuyê derket rê. Balyozê Amerîka yê Atînayê Nicholas Burns ji Simitis û Pangalos daxwaz kir ku wî bibin Kenyayê. Ev balafira veşartî ya ku tê gotin ji Swîsreyê hatiye û bi îhtîmaleke mezin ji aliyê Gladiyoya NATO'yê an jî CIA'yê ve hatiye amadekirin, roja 2'yê Sibata 1999'an saet di 11:00'an de li Balafirgeha Naîrobî daket. Abdullah Ocalan ji aliyê Balyozê Kenyayê Kostoulas ve hat pêşwazîkirin. Heman balyoz bi xwe çûna di gumrukê de jî kir. 
 
GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ JI NÛ VE HAT AVAKIRIN
 
Danê êvarê endamekî CIA’yê li ser mijarekê xwest bi Musteşarê MÎT’ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagun re hevdîtinê bike. Şefê Îstasyona CIA'yê û du pisporên têkoşîna li dijî terorê (3 Amerîkî) çûn mala Atasagûn û bi fermana Serokê Amerîka Clinton ji bo girtina Abdullah Ocalan piştgirî û operasyoneke hevbeş pêşkêşî rayedarên tirk kirin. Tirkiyeyê jî ev pêşniyaz qebûl kir. Di heman demê de serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecevît piştî revandina Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevan Sedat Ergîn de got, “Di 4’ê Sibatê de xeberek hat ku dibe ku Ocalan ji Afrîkayê were stendin. Ji ber vê yekê ev mekanîzma hat aktîfkirin." Li ser vê yekê Serokkomar Suleyman Demîrel nîvê şevê li Qesra Çankayayê lûtkeya dewletê li dar xist. Di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê ya nîvvekirî hat valakirin û radestî Serfermandariya Giştî hat kirin. Derdora giravê wekî herêma leşkerî hat îlankirin û di bin navê nûjenkirinê de li Girtîgeha Îmraliyê ya ku dê tenê kesek tê de bimîne, dest bi xebatên nû kirin.
 
BALAFIRA TIRK DAKET ÛGANDAYÊ
 
8 Sibat 1999: Balyoz Kostoulas cîgirê xwe Yorgos Diakofotakis, li ser daxwaza Kathourima, Sekreterê Giştî yê Midûriyeta Karên Derve ya Kenyayê şand. Midûrê Giştî yê Emniyeta Tirkiyeyê Necatî Bîlîcan di daxuyaniya xwe ya ji bo Kovara Der Spîegelê de diyar kir ku Abdullah Ocalan gav bi gav tê şopandin û got: "Em ê wî bigirin."
 
10 Sibat 1999: Balafira Tirkiyeyê ya ku ji Stenbolê rabû li gor saeta herêmî saet di 16.00'an de li Balafirgeha Entebbe ya Ugandayê danî. Derket holê ku ev balafira ku ji aliyê Frans Dassault ve hatiye çêkirin a karsazê Tirk Cavît Çaglar e. Ekîba ku ji 9 kesan pêk tê çû Kampala paytexta Ûgandaya cîrana bakurê Kenyayê û 5 rojan li Entebbe Lake Victoria Otelê bi cih bûn û li benda xebera Kenyayê ma sekinî.
 
Di heman rojê de Balyoz Kostoulas û karsaz Yorgos Panos hatin avahiya Sefaretxaneya Kenyayê û di bin navê plana Seyşelê de hewl dan ku Abdullah Ocalan careke din ji sefaretxaneyê derkeve. Di sibeha 13'ê Sibata 1999'an de dema ku Abdullah Ocalan bi israr xwest ji sefaretxaneyê dernekeve, hewl hat dayîn ku bi darê zorê derkeve.
 
LI KENYAYAÊ REVANDIN
 
15 Sibat 1999: Di 15'ê Sibatê de dema ku Kenyayê xwest ji sînor derkeve, Abdullah Ocalan bi şertê ku biçe Hollandayê ji avahiyê derket. Di êvara 15’ê Sibatê de bi operasyoneke hevpar a rêxistinên îstîxbarata navneteweyî, Abdullah Ocalan ji Balafirgeha Naîrobiyê bi awayekî korsanî hat revandin. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît di 16'ê Sibatê de derket pêşberî kamerayan û ragihand ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê.
 
Sibe: Nirxandinên komployê yên Abdullah Ocalan

Sernavên din

18/04/2025
13:06 Îdama Heydaranlu hate taloqkirin lê nehiştin bi malbatê re hevdîtinê bike
12:58 Doza Reşît Kîbar ji ber eywan biçûk bû hate taloqkirin
11:52 Di doza çalakiyên Saraçhaneyê de dosyayên rojnamegeran hatin cudakirin
11:47 Girtiyê nexweş Çam: Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim
11:10 Çawişê pispor ê hat tehliyekirin gef li malbatê xwar
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:28 HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:25 Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt
10:08 Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome
09:50 Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin
09:49 Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê tê avakirin
09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist