Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû

  • rojane
  • 09:03 19 Îlon 2024
  • |
img

RIHA - Rêzan Ayhan ku behsa hevjînê xwe siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê ku ji ber cezayê hatibû birîn û çûbû Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest da kir, diyar kir ku hevserê wê di axaftin û pratîkê de yek bûye û got: “Rastî yek e, hûn biçin ku derê jî tenê rastiyek heye. Wî her tim behsa rastiyê kir." 

Di ser mirina siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, 6 sal derbas bûn. Ayhanê ku ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) du caran parlamaneteriya Rihayê kir, bi nêzîkatiya xwe şop û bandor li ser gelek kesan hişt. Ayhan heta dawiya jiyana xwe di vê qadê de têkoşiya û wekî siyasetmedarekî kurd ê têkoşer di bîra mirovan de ma. 
 
Di salvegera koça Îbrahîm Ayhan de ku di 20'ê îlona 2018'an de jiyana xwe ji dest da, hevsera wî Rêzan Ayhan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘GOTIN Û KIRINA WÎ YEK BÛ'
 
Ayhan anî ziman ku Îbrahîm Ayhan di siyaset û jiyanê de şopek hiştiye û wiha got: “Çawa ku stêrkek dixurice li pey xwe şopê dihêle, Îbrahîm jî wisa kir. Dest da dilê mirovan. Bi siyaset û jiyana xwe bû mînak. Ne tenê ji bo xwe şer kir. Wî bûyerên civakî mîna fîlozofekî an zanyarekî bi rê ve dibir û dixwest ku alîkariyê bike. Wî peyamên ku dixwest bide eşkere kirin. Sedema hezkirina wî ew bû ku çi bigota wiha dijiya. Gotin û pratîka wî yek bû. Ez her tim tiştan jê fêr dibûm. Rastî yek e, hûn biçin ku derê jî tenê rastiyek heye. Wî her tim behsa rastiyê kir." 
 
‘MALBATA WÎ GEL BÛ'
 
Ayhan anî ziman ku wê û Îbrahîm Ayhan li Wanê di dema zanîngehê de hev du nas kiriye û wiha pê de çû: “Dema ku min ew nas kir, min hîs kir ku ez tiştanokekê çareser dikim. Min her gav jê re digot, 'Tiştek di te de heye, lê çi ye nizanim.' Ew ne mirovekî pir axivok bû, lê di cihê xwe d ejî nedisekinî. Ew her tim di nav tevgerê de bû. Bertekên wî yên li ser bûyerên civakî tim xurt bûn. Ji ber ku ez di dema Kobanê de dixebitîm, min nikaribû zêde li xem wî bim. Lê wî civakê di ser malbata xwe re didît. Malbata wî gel bû. Ew kesekî bi biryar bû. Di dema Kobanê de çi ji destê wî hat kir. Ew du mehan dom kir û kêliyekê jî ji nava gel derneket. Gava li cihekî problemek hebûya xew bi çavê wî nediket." 
 
Ayhan anî ziman ku Îbrahîm Ayhan bi dosyeyên "sexte" hatiye darizandin û cezakirin û wiha got: "Hewl dan tiştên ku wî nekiriye têxin stuyê wî. Divê tu kes ji ber ramanên xwe neyê darizandin. Siyasetmedar divê li ser bûyerên civakî bisekinin. Divê parlamenter ji ber gotinên xwe neyên darizandin. Der barê gelek siyasetmedaran de hêj doz tên vekirin. Siyasetmedar hîna jî neçar in biçin sirgûnê."
 
‘WÊ TÊKOŞÎNA WÎ TIM BIJÎ'
 
Ayhan da zanîn ku wê di 20'ê Îlonê de ji bo Îbrahîm Ayhan li ser gora wî ya li Goristana Nato ya navçeya Sêweregê merasîmekê li dar bixin û got: "6 sal derbas bûn, me ew ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Ya wî nade jibîrkirin, keda wî ya têkoşînê ye. Ji ber vê yekê her sal bi girseyî li ser gora xwe tê bibîranîn. Demê zû wî ji me girt. Lê wê têkoşîna wîher bijî. Tiştên ku jê hez dikir kir û baş dijiya. Ji bîrnekirina wî hêzê dide me. Vî gelî jê hez dikir. Em ê ji bo rojên xweştir xwedî li têkoşîna wî derkevin."
 
ÎBRAHÎM AYHAN
 
Îbrahîm Ayhan di sala 1968’an de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji dayik bû. Di sala 1994’an de ji Beşa Fakûlteya Zîraetê ya Zanîngeha 100. Yil a Wanê mezûn bû. Di sala 1997’an de li Rihayê dest bi mamostetiyê kir. Ji ber xebatên sendîkayê sirgûnî Kastamonuyê hat kirin û di Hilbijartinên Giştî yên 2007’an de ji mamostetî û xebatên sendîkayî îstîfa kir û di nava lîsteya “Namzetên hezar hêvî” yên DTP’ê de bû namzet. 
 
Heta 1’ê cotmeha sala 2010’an serokatiya DTP û BDP’a Rihayê kir û di 1’ê cotmeha 2010’an de di çarçoveya operasyona KCK’ê de hat girtin û li Girtîgeha Rihayê ma. Ayhan, bavê 2 zarokan e û di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de weke namzetê serbixwe yê BDP’ê di girtîgehê de kete hilbijartinê û bû parlamenterê Rihayê. Di 3’yê çileya sala 2014’an de hate berdan. Ayhan, di Hilbijartinên Giştî yên 7’ê hezîrana sala 2015’an û ya 1’ê mijdara 2015’an de weke parlamenterê HDP’ê yê Rihayê hat hilbijartin.  
 
Bi hinceta ku wêneyê şervanê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kiriye, derheqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hat vekirin û 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê salek û 3 meh cezayê hefsê da Ayhan. Piştî ku cezayê wî teqez bûyî jî di 27’ê sibata 2018’an de parlamenteriya wî hat xistin. Li ser vê yekê Ayhan çû Hewlêrê sirgûnê. Dema li Hewlêrê, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û li Sêweregê ji hêla dehhezaran ve hat oxirkirin. 
 
MA / Emrullah Acar 

Sernavên din

02/04/2025
09:58 Rêveberê DBP'î Mehmet Gîdîcî jiyana xwe ji dest da
09:14 Li Sêwazê qeza: 2 kes mirin, 18 kes birîndar bûn
09:03 Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan bang: Werin em bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2025'AN
01/04/2025
16:23 Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan hate avakirin
16:05 HRW’ê bal kişand ser rewşa girtiyên jin
15:47 Rapora binpêkirinên li Efrînê: Revandin, kuştin, îşkence
15:45 ‘Divê cezayê darvekirinê yê Werîşê Mûradî tavilê bê betalkirin’
14:08 Hejmara 3’yemîn a kovara Îslama Demokratîk derket
13:29 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva banga dîrokî bicive
13:03 Li Amarayê banga 4’ê Nîsanê: Divê em hevgirtinê xurtir bikin
12:23 Rejîma Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
12:14 DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir
11:47 Bahçelî gef li CHP û medyayê xwar
11:45 Meşa ‘Azadiyê’ ya ji Amedê ber bi Amarayê ve dest pê kir
11:35 Îsraîlê êrişî Beyrûdê kir
11:31 UNICEF: Di 10 rojan de li Xezeyê 322 zarok hatin qetilkirin
11:18 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Pirsgirêka demokrasiyê ya li Wanê îro li Stenbolê tê jiyîn
09:19 Saliha Aydenîz: Yekitiya Kurdan ji bo demokratîkbûna herêmê jî girîng e
09:01 Welatiyên Cizîrê ji ber krîza aborî bi bertek in: Ev zilm e
09:00 Xelkê Amedê: Heta Ocalan azad nebe aştî çênabe
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2025'AN
31/03/2025
19:45 Ji Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim
17:28 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
17:06 Di êrişên li dijî Xezeyê de 50 hezar û 375 kes hatin qetilkirin
16:49 KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:38 Li Myanmarê hejmara kesên di erdhejê de mirîn derket 2 hezar û 56 kesan
16:16 Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin
16:15 Guler Bîlen a piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:11 DEM Partî û AKP’ê cejna hev pîroz kirin
14:34 Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê: Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke girîng de ye
13:51 Li Amedê jinek hate qetilkirin
12:32 DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
11:45 PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî
11:33 Hamaney ji DYA’yê re got: Em ê bersivê bidin
11:08 Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû
09:12 Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
09:08 Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
09:06 Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
09:06 Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
09:04 Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
09:03 Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
09:01 Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê