Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye

img
STENBOL - Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk di panela “Şer, xizanî, û çareseriya demokratîk” de destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de muzakerevanê sereke ye û wiha got: “Daxwaza azadiya Ocalan kirin, mijarekî hebûnî ye.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Şîşliyê bi ser navê “Şer, xizanî û çareseriya demokratîk” panelek li dar xist. Moderatoriya  panele Hevserokê şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Stenbolê Gulseren Yolerî kir. Panek wek du rûniştinan hat lidarxistin û nivîskar Ayşegul Devecioglû, rojnameger û nivîskar Ercument Akdenîz û Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cuma Erçe di rûniştina ewil de; ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî di rûniştina duyem de pêşkeşî kirin. 
 
Dayika Aştiyê Revşan Doner di axaftina vekirinê de axivî û diyar kir ku di sala 2014’an de “plana çokdanînê” xistin dewrê û destnîşan kir ku piştre pêvajoya pevçûnê kûr bû û wiha got: “Ji bo pêşî li vî şerê qirêj were girtin û pirsgirêka kurd were çareserkirin, divê tecrîda ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Ev jî dê bi têkoşîna aştÎ û azadiyê were pêkanîn.” 
 
‘DEVECÎOGLÛ: EM DIKARIN AŞTIYÊ BÎNIN’
 
Devecîoglûbi ser navê “Têkiliya polîtîkayên şer a bi tecrîdê pêşkeşiyek kir û anî ziman şer tenê tê karê axayên şer û wiha got: “Îro şer bûye çavkaniya sereke ya sermayeye. Zavayê Erdogan mînaka herî baş a vê mijarê ye. Derveyî van axayên şer tu berjewendiya gelan di van şeran de nîn e. Ev 50 sal e pêvajoya şer heye û îro peyva aştiyê wek sûc tê hesibandin. Dibe ku em nikaribin hemû şerên didomin bidin sekinandin lê belê em dikarin aştiyê bînin li vî welatî. Dema em bala xwe didin pêvajoyên aştiyê, em dibînin ku muzakere bi muxatabê xwe re tên kirin û dema em tecrîda li Îmraliê dinerin, em sosreta herî mezin a cîhanê dibînin. Pêvajoyên hevdîtinan yên xirab tên meşandin me paş ve dibin. Ev pêvajo ne li gorî fêdeyê lê li gorî rêgezan tên meşandin. Divê em zimanê aştiyê yê wekî av û nan ava bikin.” 
 
AKDENÎZ: PENABER WEK GEF TÊN DÎTIN
 
Nivîskar û rojnameger Ercument Akdenîz bi sernavê “Têkiliya şer û koçberiyê” pêşkeşiyek kir, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn didomin û wiha got: “Penaber berî her tiştî mirov e. Lê belê penaber ji hêla netewe-dewletan ve wek gef tên dîtin. Diruşma “dagirkeriya bêdeng” a nijadperestan mînaka vê yekê ye. Li gorî mirovên serdema nûjen hemû mirov wek welatî û kirde tên dîtin. Lewma gelên bindest û penaber di vê hêlê de xala hevpar in. Mafê polîtîk û îtîrazê nadin penaberan. Mînak em Hezar Ciwanên ji bo Filîstînê bînin bîra xwe, ji ber li vê derê Îsraîlê rexne kirin hatin binçavkirin û girtin. Ji ber peymanên bazirganiyên yên bi Îsraîlê re hatine kirin tu nikarî li vê derê ji bo Filîstînê daxwaza mafan bikî û Îsraîlê rexne bikî.” Akdenîz bi bîr xist ku ji koçkirina hundir û derve herî zêde gelê kurd bandor dike û wiha axivî: “Lewma dema em sivîlên ji şer zirarê dibînin dinerin, heke zirara sivîlekî hebe, dema îtiraz kir, dibe ku guh bidin daxwazên wî/ê. Lê belê tu girîngiyê nadin daxwaza aştiyê ya li dijî şer. Mînak feraseta dewletê rê nade ku daxwazên gelê kurd ên perwerdeya zimanê zikmakî, aştî, diyalog, muzakere, dawîkirina qeyûman û tecrîdê.”   
 
ERÇE: SEDEMA SEREKE POLÎTÎKAYÊN ŞER E
 
Seroka Giştî PSAKD’ê Cuma Erçe bi sernavê “Bandora şer a li ser daxwaza gelan a hemwelatiya wekhev” pêşkeşî kir û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka herî mezin a vî welatî hestiyarî ye. Kurd mînaka herî baş a vê yekê ne. Derveyî komekî sermayeye li vî welatî tu kes wekhev nîn e. Wekî ku tenê aştî daxwaza kurdan, hemwelatiya hevpar jî tenê wek daxwaza elewiyan xuya dike. Divê em fêm bikin ku sedema pirsgirêkên bi mîlyonan welatiyan ji şer çêdibin.”
 
OZTURK: MUZAKEREVANÊ SEREKE YÊ AŞTIYÊ OCALAN E
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk bi sernavê “Rewşa hiqûqî ya tecrîdê û bandora wê ya ser aştiyê” pêşkeşiyek kir. Ozturk diyar kir ku Rojhilat Navîn bûye navenda krîzên sedsala 21’emîn û got: “Ev yek bandora feraseta netewe dewletan e. Ev rewş di Rojhilata Navîn de wek pirsgirêka kurd derdikeve pêşberî me. Gelên li hêrêmê çareseriyê wek birêz Ocalan dibînin. Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de wek muzakerevanê sereke xuya dike. Ji ber birêz Ocalan hem beriya Îmraliyê hem jî pişt Îmraliyê pêvajoyê wek polîtîk û felsefîk dît. Ev fikr li her çar aliyê cîhanê tên nîqaşkirin.” 
 
HEWLDANÊN OCALAN ÊN AŞTIYÊ
 
Ozturk hewldanên çareseriya pirsgirêka kurd ên Abdullah Ocalan bi bîr xist ûwiha pê deçû: “Avakirina Gladyoya li Tirkiyeyê, mirina Ozal û hewldanên kuştina Ocalan a heya sala 1996’an em dibînin ku dixwazin pêşî li vê pêvajoyê hewldanên çareseriyê bigirin. Em dikarin bejin ku hewldanên aştiyê yên Ocalan komploya navneteweyî têk bir. Dema Ocalan ji Sûriyeyê derdiket du rê li pêşiyê bûn. Riya yekem çiya bû, ya duyem jî Ewropa û hewldanên demokratîk û navneteweyî bû. Ocalan got ku riya yeke dê şer kurtir bike lewma riya duyem hilbijart. Piştre Ocalan bi rêbazekî derveyî hiqûqê wek ‘kesê nayê xwestin’ hate îlankirin û di encama komployê de şandin Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan bi awayekî bêhempa tê têcrîdkirin û di navbera vê tecrîdê û pirsgirêka kurd de têkiliyekî rasterast heye. Muxatabê pirsgirêka kurd tê tecrîdkirin û tu agahî  jê nayê girtin. Divê ev rewş bê dîtin. Heke tecrîdkirina kesekî bi ser civakê ewqas bandor bike ji bo sekinîna vê divê deng were derxistin. Ev yek berpirsyariyek wijdanî û exlaqî ye. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan ne tenê piştevanî ye, di heman deme de mijarekî hebûnî ye.”
 
TAHMAZ: AŞTÎ BI QAYÎLBÛNA CIVAKÎ DIKARE WERE
 
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî bi sernavê “Gelo pêvajoyekî nû ya aştiyê pêkan e” pêşkeşiyek kir. Tahmaz got ku şer ne tenê di navbera dewletan de tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku şer di navber du dewletan de, an di navbera dewlet û nasnameyekî cuda de, an jî di navbera dewlet û nasnameyekî olî de pêk were. Mînak li Myanmarê, Fîlîpiniyan di navbera dewlet û nasname û baweriyên olan de şer hene. Li Tirkiyeyê jî ji ber pirsigirêka kurd em dibînin şer heye. Heke dê aştî were li vî welatî, dê ev yek bi qayilbûna hemû derdoran pêk were.” 
 
Tahmaz got ku “Dema dewlet her cara ditengije li deriyê Îmraliyê dixe” û anî ziman ku di pirsgirêka kurd de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktöre sereke û diyar kir ku divê tecrîda il Îmraliyê were dawîkirin, bi Abdullah Ocalan re wek aktorekî sereke muzakere bên lidarxistin. 
 

Sernavên din

21/03/2025
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê