Girtiyê ku 30 sal in girtî ye salek e nayê berdan: Em têkoşînê bilind bikin

  • rojane
  • 09:00 24 Tebax 2024
  • |

ÎDIR- Girtiyê nexweş Cengîz Eker çendî 30 salên xwe temam kiriye jî, nêzî salek e berdana wî tê taloqkirin û nayê berdan. Malbata Eker ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin banga têkoşîna hevpar kir. 

Girtiyê nexweş Cengîz Eker ê di Girtîgeha Hejmara 3 a Ya Îzmîrê de ye û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, berdana wî ya bi şertî di 22'yê îlona 2023'yan de temam bû, lê berdana wî 2 caran hat taloqkirin. 
 
Girtî Eker di sala 1993'yan de li gundê Berî yê navenda Îdirê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Ekerê ku li ber çavê gundiyan di bin îşkenceyên giran de hat binçavkirin, piştre sewqî Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Erziromê hat kirin û bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" cezayê muebbedê lê hat birîn. Ekerê ku di 22'yê îlona 2023'yan de cezayê wî temam bû, bêyî sewqî Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê kirin, biryara "rewşa nebaş" ji bo wî hat dayîn û berdana wî du caran û her carê 6 mehan hat taloqkirin. 
 
Ekerê ku 3 damarên wî girtî ne û nexweşîna dil pê re heye, 3 caran anjiyo bûye û 3 caran jî stent di demarên wî de hatine bi cihkirin. Ekerê ku reflu û gastrît pê re hene û 3 birîn di pişika wî de hene, emeliyata prostatê jî bûye. 
 
Kurê Eker, Emrah Eker diyar kir ku bavê wî yê girtî û nexweş li ser îfadeya şahidan hatiye binçavkirin û girtin û wiha got: “Bavê min dema hat binçavkirin li ber çavên gundiyan rastî îşkenceyê hat. Piştî îşkenceyên giran ên wekî elektrîk û ava sar bi mehekê hat girtin. Dêya min û mezinên me hê jî qala îşkenceya li wî gundî dikin. Dema bavê min hat girtin, yê me yê biçûk tenê yek hefteyî bû û yê me yê mezin jî 9 salî bû."
 
SIRGÛNÎ GELEK GIRTÎGEHAN HAT KIRIN
 
Eker anî ziman ku bavê wî gava ewil hatiye girtin li Girtîgeha Îdirê bûye û piştre jiyana wî ya li sirgûnê dest pê kiriye û wiha got: “Bavê min tim dişînin girtîgehên dûr. Me tevî gelek malbatên girtiyan wesayît digirt û em diçûn. Ji ber ku em hemû malbatên girtiyan bûn, gelek caran em li nuqteyên leşkerî dihatin rawestandin û nasnameyên me dihatin kontrolkirin. Leşkeran dipirsî: 'Hûn bi ku ve diçin?' Ji bo ku tu pirsgirêk dernekevin, me her carê bi rengekî din tiştek digot. Dema kesekî bigota 'ez ê biçim hevdîtina girtiyan' em li wir dihiştin û heya dema hevdîtinê biqediyana em bernedidan. Carekê dema em ji bo hevdîtinê diçûn Kalkandereyê, ji ber ku plakeya me nas dikirin, êrişî me kirin. Ev êriş bi awayekî organîze hatin kirin. Ji ber van sedeman me du salan nikaribû biçe cem bavê min ê li Kalkandereya Rîzeyê bû. Ev 5 sal in li Îzmîrê ye. Di vê heyamê de min 3 caran karî biçim cem wî. Derfetên aborî têrê nakin. Dayika min ji ber nexweşiya xwe nikare biçe cihên dûr."
 
Eker, diyar kir ku sirgûnkirina girtîgehên li cihên dûr jî dewama polîtîkaya "poşmankirinê" ye. 
 
Eker anî ziman ku bavê wî nexweş e û taloqkirina berdana wî ya bi vî rengî ne hiqûqî ye û wiha got: “Tevî van tiştan hemûyan jî moralê bavê min û hevalên wî geş e. Bavê min bêyî ku bişînin lijneya dawî bi awayekî keyfî nayê berdan. Ya ku ew ferz dikin teslîmiyet e. Piştî 30 salan çima wê poşman bibe?"
 
Eker bilêv kir ku têkoşîna hevpar ji bo girtiyên nexweş girîng e û got: "Ev pirsgirêk tenê ne ya kurdan e, di heman demê de pirsgirêke hemû welatiyan e."
 

Sernavên din

02/03/2025
09:39 Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket
12:31 Amed xwe ji bo banga dîrokî amade dike
12:30 Qada Bajar a Wanê ji bo banga dîrokî amade ye
11:58 Cihê ku dê banga dîrokî lê were kirin diyar bû
11:56 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:54 Parlamentoya Îranê pêşniyarqanûna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê red kir
11:28 Ji bo daxuyaniya dîrokî dê li Silêmaniyê ekranên mezin bên danîn
11:12 Ji Ewropayê ji bo banga dîrokî daxuyanî: Em li navendên civakî bên gel hev
10:27 Li Rîzeyê bi awayekî keyfî lêpirsîn li girtiyan tên vekirin
10:26 Rêveberiya Xweser êrişa ser Şedadê şermezar kir
10:25 Ji bo peyama Abdullah Ocalan gel vexwendin Qada Şêx Seîd
09:52 Amed li benda banga dîrokî ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:50 Tehliyeya Esmer ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:09 Wekî delîl nehatibûn qebûlkirin: Dîmenên îşkenceyê derketin holê
09:05 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
09:05 Jin wê ji bo mafên xwe û jiyana xwe li qadan bên cem hev
09:02 Şaredariya Sûrê wê navenda derûnî û şêwirmendiya hiqûqî ya jinan veke
09:01 Li Şirnexê şerê taybet: Polîtîkaya bêcezatiyê îstismarê zêde dike
09:00 ROJEVA 27’Ê SIBATA 2025’AN
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye