Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîvan Şaxo bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya plana Şark Islahatê ye." 

Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê 2 sal zêdetirin didomin. Ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin. Ji destpêka tîrmehê ve jî ev êriş li çoltarên navçeya Amediye ya Dihokê berfireh kirin. Êriş bi hevkariya PDK’ê pêk tên. Tirkiye ya ku heta niha nêzî 40 kîlometre  deverên Herêma Kurdistanê dagir kiriye, li gelek cihan baregehên xwe ava kirine û noqteyên xwe yên lêgerînê danîne. Di encama van êrişan de heta niha gelek gund jî hatin valakirin. Li aliyekî êriş dewam dikin li aliyê din jî hat zanîn ku Tirkiye bi pişaftina li ser ziman û çandê, Plana Islahatê ya Şarkê xistiye dewrê. 
 
Rojnamevan Bêrîvan Şaxo têkildarî geşedanên dawî yên li başûrê Kurdistanê diqewimin axivî. 
 
'PDK LI DIJÎ KURDAN TEVDIGERE’ 
 
Bêrîvan Şaxo diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê nûkirina sînoran dest pê kiriye û da zanîn ku ev şer hêrî zêde jî li Kurdistanê rû dide û wiha axivî: “Aloziyên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin roj bi roj berfirehtir dibin û aloztir dibin. Ev alozî kûr dibin. Ev rewş niha gihiştiye qonaxeke cuda. Ev aloziya ku niha li Rojhilata Navîn diqewime jî di çarçoveya plana nûkirina sînorên Rojhilata Navîn de diqewime. Ji ber wê jî dewleta tirk jî niha êriş û dagirkeriya xwe li ser Rojhilata Navîn bi taybetî jî li ser başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Erdogan ew sînorên ku ji destê wî hatine derxistin dubare wan sînoran dagir dike û dixwaze têxe nav erdnigariya Tirkiyeyê. Em dibinin ku dewleta tirk di salên demdirêj de êrişên xwe berfirehtir kiriye û van êrişên xwe jî nade sekinandin. Ji meha hezîrana ve heta niha êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir kirine. Ev êriş teşekirina serweriya herêmên Kurdistanê ye. Heta niha desthilatdarên li herêmê yên weke PDK'ê û YNK'ê li dijî van êrişan helwesteke xurt nîşan nedane. Yên ku alikariya dagirkeriya dewleta tirk dike jî PDK ye. Salên dirêj in ku desthilatdariya PDK'ê li dijî deskeftiyên gelê kurd tevdigere. Her tim xaka Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên takesesî bikar aniye. Ev xaka ku bi xwîna ciwanên kurd hatiye şûştin dixwaze ku gav bi gav bifiroşe. PDK li dijî deskeftiyên Kurdistanê ye û dixwaze ku van deskeftiyan tune bike. Bi eşkere alikariyê dide dewleta tirk da ku bikaribe başûrê Kurdistanê dagir bike."
 
'XIYANETA PDK'Ê XWE DUBARE DIKE'
 
Şaxo bi lêv kir ku PDK çawa ku Şengal radestî DAIŞ'ê kir û reviya çû dixwaze ku gelê başûrê Kurdistanê jî radestî dewleta tirk bike û wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nêzî 60 hezar peşmerge lê hene û nekarî li hemberî dewleta tirk bisekine. PDK xiyaneta xwe dubare dike. Çawa ku di sala 2014'an Şengal tenê hişt niha jî bi heman şêwazê li başûrê Kurdistanê vê yekê dike. Şengal radestî DAIŞ'ê kir û niha jî Başûr teslîmî dewleta tirk dike. Ev êrişên ku niha li ser seranserî başûrê Kurdistanê tên kirin êrişên gelek metirsîdar in. Pêvçûn bi taybetî jî li qadên Parastina Medyayê diqewimin. Niha di aliyê aborî de jî dewleta tirk dixwaze ku berhemên herêmê hemû yên çavkaniya aboriyê tune bike. Bi çekên kîmyewî erişî xaka başûrê Kurdistanê dike. Ev jî dibe sedem ku hem xaka vê derê jehrî bikin û hem jî şêniyên ku li wan deveran dimînin ji xaka xwe koçber bibin. Armanc jî valakirina hêrêmê ye. Heta niha bi dehan gund di encama bombebaranan de hatine valakirin. Ev metirsî ne tenê li ser deverên Behdînan û Metîna û Bamernê ye, ev li ser tevahiya herêmê ye. Ev bêdengiya ku niha heke ku wiha bidome dê ev dagirkerî bigihîje bajaran jî." 
 
'BÊDENGÎ DIBE SEDEMA BERFIREHKIRINA DAGIRKERIYÊ'
 
Şaxo bal kişand ser bêdengiya li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha axivî: “Bêdengiya heyî dibe sedem ku qadên dagirkeriyê berfirehtir bibin. Ev bêdengî dibe sedema berdewamiya van êrişan. Ev lihevhatina di navbera Iraq, PDK û Tirkiyeyê ji herêmê re aramî nehişt. Asayîşa herêmê û ya Iraqê dikarin ku doz li vê dagirkeriya dewleta tirk vekin. Ji ber ku serweriya Iraq û statûya Kurdistanê di xeterê de ye. Ev bêdengiya di nava hêzên Kurdistanê de jî dibe sedema dagirkeriyê. Dewleta tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya  Plana Islahatê ya Şarkê ye. Gelê herêmê ku dixwaze li dijî vê deng derbixîne jî ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin. Ji ber wê jî pêşî li vê dagirkeriyê nayê girtin." 
 
TÊKOŞÎNA HEVGIRTΠ
 
Şaxo da zanîn ku tişta ku niha ji gelê herêmê re pêwîst e têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye û got: “Îro hêzek ku dikare başûrê Kurdistanê biparêze ew jî hêza gerîla ye. Bi çekên giran jî nikarin gerîlayan têk bibin. Ên ku li hemberî hêzên gerîla têk diçin PDK û Tirkiye ye. Divê ku gel mil bide milê hêzên xwe yên parastinê û têkoşîna xwe bike yek. Da ku dawî li vê dagirkeriyê bîne. Heke ku wiha bidome dê dewleta tirk li herêmê her plan û armancên xwe yek bi yek pêk bîne. Ji ber wê tişta ku vê dagirkeriyê bide sekinandin têkoşîna hevgirtî ye.” 
 

Sernavên din

14/08/2024
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin