Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe

ŞIRNEX - Endama YJA STAR’ê Bîşeng Hezer di 3’yê gulana 2021’an de li başûre Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û ev 3 sal in cenazeyê wê nayê dayin. Dayika Hezer, Ayşe Hezer xwest cenazeyê keça wê bê dayin û ji bo vê alîkarî ji rêxistinên hiqûqî û parastvanên mafên mirovan kir. 

Endama YJA STAR'ê Bîşeng Hezer (Sarya Diyar) di 3'yê gulana sala 2021'an de li herêma Mamreşo ya Avaşîn a Herêma Federe ya Kurdistanê tevî 6 endamên HPG-YJA Starê, di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê gotibû ku endamên wan ji ber gazên jehrî jiyana xwe ji dest dane. Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî cenazeyê Hezer radestî malbata wê nehatiye kirin. 
 
Di demên pêş de dîmenên ji herêma Hezer lê jiyana xwe ji dest dayî li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin. Wisa tê texmînkirin ku cenazeyê wê di destê dewleta tirk de ye. Ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe û definkirina wê, malbata Hezer di nava lêgerînê de ye. Dayika Hezer, Ayşe Hezer têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji bo wergirtina cenazeyê gelek caran li Dozgeriya Şirnexê serlêdan kirine lê her tim bersiva “Cenazeyekî wisa tune ye” jê re tê dayin. 
 
Hezer, diyar kir ku hinek dîmenên kêliya êrişî cenazeyê tên kirin ku cenazeyek dişibe yê keça wê li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin. Hezer, wiha domand: “Dema keça min jiyana xwe ji dest dayî ez çûm nexweşxaneyê û min ji bo testa DNA'yê xwin da. Me serî li dozgeriyê da lê ji me re gotin ‘Cenazeyeke wisa tune ye.’ Serlêdanên me piştre jî berdewam kirin. Li gel ku 3 sal derbasbûne jî hêj tu bersiv nehatine dayin. Cenaze hêj nedane. Cenazeyê wê di destê dewletê de ye.”
 
'BILA HESTIYÊN KEÇA MIN BIDIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Hezer destnîşan kir ku heta cenazeyê keça xwe digire dê têbikoşe û wiha got: “Ji bo wergirtina cenazeyê xwe me gelek serlêdan kirin. Lê her tim bi gotina ‘hûn derewan dikin’ em qewirandin. Heta mirinê ez ê li pêy cenazeyê keça xwe bim. Ez hestiyên keça xwe dixwazim. Bila hestiyên we bidin min û ez ê li kêleka kurê xwe defin bikim. Bila goreke wê hebe, ez ê herim li ser gora we duayan bikim. Nizanim çi bi cenazeyê kirin. Şewitandin an li cihekî binaxkirine nizanim. Nizanim çima cenazeyê me nadin. Gelek caran li wir çekên kîmyewî bi kar anîn. Dibe ku ji bo eşkere nebe ku çekên kîmyewî bi kar anîne, cenazeyê nedin. Ji cenazeyan jî ditirsin. Ma em êdî çi bibêjin.” 
 
BANGA ALÎKARIYÊ
 
Dayik Hezer bang li saziyên demokratîk û parêzeran kir ku ji bo cenazeyê keça xwe bibîne ji wan re bibin alîkar. Hezer, axaftina xwe wiha qedand: “Tekane daxwaza min wergirtina cenazeyê keça min e. Banga li hemû saziyên mafên mirovan û hiqûqnasan dikim ku ji bo me bibin alîkar. Bila cenazeyê me ji wan re nehêlin. Banga min ji bo dewleta tirk e; êdî bes e, êdî bi cenazeyên me nelîzin. Cenaze nayên îşkencekirin. Bila dawî li vê yekê bînin. Êdî bes e, tu kes bi şer naqede. Em weke dayik dixwazin ev şer bi dawî bibe.” 
 
MA / Mahmûd Altintaş
 

Sernavên din

14/08/2024
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin