Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin

ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku di nav şandeya serdana Herêma Kurdistanê kirin de cih digirt diyar kir ku di hevdîtinên pêk anîn de fikra yekitiya neteweyî derketiyê pêş û got di hevdîtinên wan de daxwaza hevpar a avakirina yekitiya neteweyî ya kurd hatiye kirin. 

 
Êrişên Tirkiyeyê ku di meha tirmehê de li dijî Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin li bejahiya navçeya Amediye ya Duhokê bi dijwarî berdewam dikin. Ji bo pêşî li girtina êrişên Tirkiyeyê bê girtin û avakirina yekitiya neteweyî ya kurd hewldanên partiyên siyasî yên kurd jî berdewam dikin. Şandeyeke jinan ku ji aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) pêk dihat serdana Herêma Kurdistanê kir. 
 
Di serdanê de hevdîtin li gel partiyên siyasî yên kurd, aktivîstên mafên mirovan, rewşenbîr, rojnameger, hûnermendan û welatiyên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê ji nêçarî ji gundên xwe koçber bûne re hatin kirin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku di şandeyê de cih digirt der barê girîngî û armanca serdana wan a Herêma Kurdistanê û naveroka hevdîtinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
'TECRÎDA LI SER ABDULLAH OCALAN HAT NÎQAŞKIRIN'
 
Aslan da zanîn ku yek ji mijarên herî girîng ên serdanê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye û got ku tecrîdê Kurdistan û Rojhilata Navîn xistiye nava aloziyê û wiha got: “Armanca sereke ya serdana me ew bû ku em li ser şerên ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewimin û êrişên dawî yên li ser başurê Kurdistanê biaxivin û nîqaş bikin. Di serdemeke ku êriş dewam dikirin de me serdana xwe pêk anî. Yek ji mijarên herî girîng jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in dîl hatiye girtin û ev 41 meh in tecrîdeke giran tê meşandin. Tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were ji aliyê hiqûqî û siyasî ve li gelek deverên cîhanê kampanya hatin destpêkirin. Hem weke jinên kurd û hem jî weke partiyên kurd me ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were ku alozî û şerê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn rawest e em dikarin çi bikin, me li ser vê yekê nîqaş û hevdîtinan kir."
 
'PÊWÎSTÎ BI YEKÎTIYA NETEWÎ HEYE'
 
Aslan diyar kir ku di hevdîtinên wan ên bi partiyên Kurdistanî re fikra yekitiya neteweyî derketiye pêş û wiha domand: “Ji bo kurd bikaribin di vê rewşa alozî û êrişan de xwe biparêzin û statuya xwe biparêzin, yekitiya neteweyî pêwîst e.  Nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, hunermend, rojnamevan û rewşenbîrên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî; di vê mijarê de xwedî nêrîneke hevpar bûn. Lê divê ev daxwaz bi awayekî rêxistinkirî be, da ku pêşî li şerê diqewime bê girtin û bandorê li siyaseta cîhanê bike. Li dijî êrişên Tirkiyeyê hêrseke cidî ya Başûr heye. Gelek partiyan jî li dijî êrişan daxuyanî dan. Me jî dît ku ji bo vê yekê divê em zêdetir têkiliyan li pêş bixin. Ev berpirsyarî dikeve ser milê hemû kurdan."
 
'BAŞÛR NE BI EWLE YE'
 
Aslan bal kişand ser bargehên Tirkiyeyê yê ku li Herêma Kurdistanê hatine avakirin û got: "Me li Hewlêrê xwe bi ewle hîs nekir. Em 3 rojan li Hewlêrê û 3 rojan jî li Silêmaniyê man. Kurdistan ji aliyê dewletên serdest ve bûye çar parçe. Me got em kurd çawa dikarin vê perçebûnê ji holê rakin?  Îro Rojava xwedî statuyek e. Li aliyê din Bakur bi salan e bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû ye. Her roj êriş li ser destkêftiyên me tên kirin. Nêzî 20 sal in li Başûr statûyek heye. Ji ber vê jî hêviya gel heye. Dixwaze ev der bibe mala hemû kurdan. Kurd dixwazin li wir bi ewle bin. Lê dewleta tirk hem ji aliyê çandî, hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê leşkerî ve li wir bi cih bûye.  Ev rewş ji bo statuya Başûr xeteriyeke mezin e. Nebûna berteka li dijî vê yekê xeteriyeke mezin e. Di encama sûîqastê de gelek siyasetmedar, aktîvîst û rojnamevanên kurd ên ji Bakur çûbûn Başûr jiyana xwe ji dest dan. Vê yekê rastiyek derxist holê. Hikûmeta Başûr dê çawa kurdan biparêze? Li Başûr 600 gund hatine valakirin. Cihên ku berê gel dijiya niha bûne waregehên dewleta tirk. Tirkiye ne tenê ji aliyê lêşkerî ve weke dewletek jî li herêmê bi cih bûye. Kesên ku me bi wan re hevdîtin kirin radigandin ku piştî dagirkirinê, Tirkiye çanda xwe jî tîne herêmê û cihên dîrokî hildiweşîne. Ji ber vê yekê ne tenê siyasetmedareke kurd, heta ku  zarokekî 7 salî jî xwe li wir bi ewle hîs nake."
 
POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ 
 
Aslan bal kişand ser hevdîtinên şandeyê yê bi rêxistinên mafên mirovan re û wiha got: “Me bi saziyên mafên mirovan û aktîvîstan re jî hevdîtin pêk anîn. Tiştên ku ji me re gotin, li herêmên ku Tirkiye bi hevkariya PDK'ê dagir kiriye bandorê li ser înternetê û televîzyonan jî dike. Li Başûr li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin tenê televîzyonên Tirk weşanê dikin ji ber vê yekê jî zarokên li wê derê jî bi tirkî diaxivin. Girêdana înternetê ya Tirkiyeyê heye. Ev rewş li ser Başûr rê li pêşiya xeteriyeke mezin vedike. Aloziyeke hiqûqî, aborî û siyasî heye. Sedema krîza aborî ne pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê ne. Sedem nerêvebirina adilane ya rêveberiya Hewlêrê û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ye. Rêveberiya Başûr dibêje ku ew hewl didin statûya xwe biparêzin, lê di qonaxa niha de nikarin ziman jî biparêzin."
 
MA / Mahmut Altintaş

Sernavên din

14/08/2024
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN