Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye

WAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di “Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” ku li Wanê tê lidarxistin de axivî û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi pergala navendparêz, bi pergaleke nenavendî heye.” 

 
“Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” a Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê hate lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, siyasetmedar Sebahat Tuncel û hevşaredarên DEM Partiyî tev li bûn. 
 
‘EM Ê JI BO XIZMETA GEL BIXEBITIN’
 
Di komxebatê de ji ewil Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî. Şedal, di serî de qurbaniyên Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anî. Bi domdarî Şedal anî ziman ku êrişên li dijî şaredariyên wan didomin û wiha got: “Niha jî di rêveberiyên xwecihî de têkoşîna me ya pirzimanî, pirçandî, pirbawerî heye. Li ser tabelayeke me nivîsên kurdî bibînin êriş dikin. Nivîsên ku şaredariyên me li ser kolanan nivîsin ‘Pêşî Peya’ bi awayekî hovane hatin jêbirin. Dîsa di têkoşîna me ya rêveberiyên xwecihî de xwedîderketina li zimanê me, xwedîderketina li çanda me dê berdewam bike û em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê Rêya 3yemîn di rêveberiyên xwecihî de bidin avakirin. Partiya me di rêveberiyên xwecihî de ji bo civakeke demokratîk têkoşîna xwe mezin dike.” 
 
‘DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN BI DAWÎ BIKIN’ 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, di serî de bi şermezarkirina Komkujiya Êzidiyan dest bi axaftina xwe kir. Di berdewamê de Bakirhan anî ziman ku wan di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xistine û wiha pê de çû: “Em niha bi îktîdareke kêmînan re rû bi rû ne. Vê îktîdara kêmînê xwest heman rêbazê li Wanê biceribîne lê gel destûr neda. Lê bo xwe ders negirtin û îcar li Colemêrgê kêmîn danîn. Ev hiqûqeke çawa ye ku beriya ragihandina biryara dadgehê qeyûm tê tayînkirin? Hiqûq, edalet û dijminatiya we ya li hemberî kurdan wêran bibe. Hêvîdarim ji vê biryara xwe vegerin û îradeya gel lê vegerînin. Em ji bo Colemêrgê nesekinîn û dê qet nesekinin. Her cureyên xerabiyê kirin û dikin. Niha jî ji ber nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî hedef digirin. Dê bibêjî qey derbe çêbûye. Ne pêkan e ev îktîdar baş bibe. Vê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi dawî bikin. Hûn sûwar hatin em ê we peya bişînin. Bila li şûna wan nivîsan nivîsa ‘Ji ewil bibin mirov’ bê nivîsandin. 
 
EM Ê XWEDÎ LI ZIMAN Û ÇANDA XWE DERKEVIN 
 
Tu wehşet nînin ku vê îktîdarê nekirin. Li cem van insanetî û edalet tune ye. Kurd ji ber govendên xwe tên girtin, îşkencekirin û lê tê xistin. Tişta ev dikin faşîzm e, nîjadperestî ye. Peywireke mezin dikeve ser milê hevşaredarên me. Li dijî van qedexeyan, em ê xwedî li govend, ziman û çanda xwe derkevin. Ji bo parastin û mezinkirina van dê şaredariyên me hêj bêhtir bixebitin. Banga min a ji bo gelê me jî ev e; li her cihê hûn daholê dibînin bi girseyî govendê bigerînin. Li cihê dahol nebe jî li deriyan, li tenekeyan bixin lê dîsa jî govendê bigerînin. 
 
EM Ê ‘QANÛNA KOMKUJIYÊ’ BICIH NEYÎNIN 
 
Ne tenê dijminê kurdan e, dijminê xwezayê ne yê, govend, du peyvên kurdî û sembolên me ne. Ev besî wan nekir ku îcar dijminatiyê li heywanan dikin. Qanûna qetilkirina heywanan bi şer û aloziyê ji Meclisê derbas kirin. Banga min ji bo we ev e; em ê vê qanûnê nas nekin û cîbicî nekin. Bajar, kolan û cade bi qasî yên mirovan, ewqas jî yên kûçik, kêtik û zindiyên din in. Em ê teqez kûçik û kêtikan neşînin wan kampên mirinê. Ez piştrastim ku hûn dê bi sepanên afirîner ji bo Tirkiyeyê bibin mînak. 
 
GELO DÊ ÇI BI DEYNÊN QEYÛMAN BIBE?
 
Dema şaredarî di destê AKP’ê de, îktîdarê qala tehsîlkirina deynan nedikir. Dema qeyûman şaredariyên me xesp kirin jî deyn nedihatin birîn. Erê baş e dê bi bi deynên qeyûmên ku di nava 8 salan de şaredariyên me di nava çirava deynan bibe? Li gorî min bila ji ewil Erdogan ji bûdçeya qesrê deynên ji ber diziyên qeyûman derketin bide. Di 2016’an de 380 milyon lîre deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hebû lê niha bûye 9 milyar lîre. Yê Amedê bûye 3,5 milyon. Hêj gelek mînakênd in hene. Tevî ewqas deynî jî tu xizmet ji gel re nekirine. Piraniya van deynan bi awayekî derusûlî ji gel hatiye dizîn. 
 
Ji bo şaredarî nexebitin, ‘giştînameya teserûfê’ derxistin. Ji bo qesrê teserûf tune ye lê ji bo şaredariyan heye. Lê banga min ji bo we ye ku tevdîrên teserûfê nekin hincet û ji gel re xizmetê bikin. Ya din jî mijara bacê ye. Ji bo kanalên tv’yê yên îktîdarê bac tune ye lê ji bo xelkê nikare pariyê nanê tisî bikire heye. Ji bo yên çekan çêdikin bac tune ye lê ji bo xizanên nikarin ji pitikên xwe re mama bikirin heye. Edaleta we jî, hiqûqa we jî, îktîdara we jî wêran bibe. 
 
EM Ê ŞAREDARVANIYA GELPARÊZ BIKIN 
 
Em hewl didin şaredarvaniyeke demokratîk, şefaf û gelparêz bixin meriyetê. Lê li hemberî me pergalên navendparêz hene. Di tevahiya pergalên navendparêz de dizî, nelirêtî, îsraf û hwd. hene. Li her dera cîhanê wiha ye. Lê li hemû welatên bi rêbaza rêveberiyên nenavendî tên birêvebirin, hiqûq, edalet û demokrasî heye. Lê Tirkiye ji hêla rejîma yekzilamî ve tê birêvebirin lewma dizî, nelirêtî zêde ye, demokrasî, azadî û hwd. tune ne. Em jî li dijî vê zîhniyeta navendparêz têdikoşin. Em demokrasiya herêmî diparêzin û dixwazin rayeyên rêveberiyên herêmî bên zêdekirin. Em dixwazin tehekûma navendê ya li ser herêman bê rakirin. 
 
PÊDIVÎ BI PERGALEKE NENAVENDÎ HEYE 
 
Li cihên navendîparêzî lê heye yekperestî heye, dijberiya ‘pêşî peya’yê heye. Înkarkirina govendê, girtin, binçavkirin û astengkirina nasname, ziman û baweriyên cuda heye. Di vê sedsalê de pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye. Pêdivî bi xurtkirina demokrasiya herêmî û zêdetkirina rayeyên wan heye. Bi van rayeyan dê Tirkiye ji dizî, îsraf û nelirêtiyê xelas bibe û jiyaneke demokratîk, aştiyane ava bibe. Em ji bo vê têdikoşin. Divê madeya pêvek a madeya 45’an a qanûna hejmar 5393’yê tavilê bê rakirin. Êdî dawî li vê xespê bînin. Heta statûya kurdan neyê qebûlkirin û mafê hemwelatiya wekhev nekeve meriyetê, dê li Tirkiyeyê tu hikûmet nekarin bi ser kevin. Heta niha her tim enerjiya welêt ji bo pişaftin û tunekirina kurdan hate xerckirin lê bi ser neketin. Rêya xelasiyê, Tirkiyeyeke ku statûya kurdan nas dike, hemwelatiya wekhev qebûl dike ye. 
 
EM Ê BI HÊZA XWE YA CEWHERÎ LI BER XWE BIDIN 
 
Em ji bo jiyaneke demokratîk têdikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek dê bi çavkaniyên li herêmê pêk bê. Lewma ji kerema xwe, xwe li benda navendê negirin. Navend, hewl dide rêveberiyên me xesp bike. Çavkaniyên xwe, bi hêza xwe ya cewherî û bi baweriya bi dînamîkên bajar re xizmeteke baş bikin û ji bo vê hewl bidin. Ji bo vê jî gelek tiştên girîng ên dikarin bên kirin hene. Ez ê 5 heban bi we re parve bikim; ya yekemîn, xizmetên esasî yên şaredariyê divê bên cîbicîkirin ku ev peywira me ya sereke ye. Em tenê bi vê bisînor namînin. Çêkirina rêyan, peyarêyan û hwd. ji xwe peywira sereke ya şaredariyê ye. Ya duyemîn; krîzake mezin a aboriyê heye. Bi taybet jî li Kurdistanê xizanî pir zêde ye. Xelk nikare debara xwe bike. Lewma em ê derfetên şaredariyê ji bo kesên bindest, yên bêdebar, xizan û hwd. bi kar bînin. Em li wir dest pê bikin. Anku em ê xizanan biparêzin û li wan guhdar bin. Ji bo li bajarên me kesek berhewce nebe ya ku ji dest tê em ê bikin. 
 
EM Ê DEMOKRASIYA HERÊMÎ CÎBICÎ BIKIN 
 
Em ê ziman û çandê xwe zindî bikin ku ev gelek girîng e. Ji bo vê derfetên şaredariyê hene. Divê çalakî û mîhrîcanên ziman û çandê bên kirin. ya çaremîn; em ê demokrasiya herêmî bixin meriyetê. Em ê guh nedin navendê û li bajarên xwe rêbazeke ku guh dide teqawidan, jinan û hemû dînamîkên bajar û wan tev li pêvajoyên biryardayinê dikin cîbicî bikin. Divê di hemû karan de em ji gel nêrînê bigirin. 
 
KARÊ ME EW E KU ASTENGIYAN DERBAS BIKIN
 
Dê me asteng bikin, çavkaniyên me kêm bikin û ji bo bibêjin ‘vaye gelê kurd ev ji we re xizmetê nakin’ dê her tiştekî bikin. Lê karê me ew e ku van astengiyan derbas bikin. Ev têkoşîn ji ber xwe ve çênebû. 3-5 mirov hatin gel hev û anîn vê rojê. Em qala kevneşopiyeke ku îro siyaseta Tirkiyeyê diyar dike dikin. Edîp Solmaz li Êlihê negot zextên dewletê hene û xwe di odeya meqamê de veneşart. Di nava gel de bû û bi gel re dixebitî. Terzî Fîkrî nedigot bûdçeya şaredariyê tune ye. Di dest de tevir, tevî gel qenal dikola. Ez bawerim hûn jî dê wisa bikin.” 
 

Sernavên din

09/02/2025
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin
09:01 ‘Piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a HDK'ê'
09:00 ROJEVA 6’Ê SIBATA 2025’AN
07:50 Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
06:35 Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
05/02/2025
16:46 Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin
16:25 Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî
16:16 Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê
15:59 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
15:21 'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
15:12 Ji bo girtiyê nexweş Ozgan banga tehliyeyê kirin
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake