'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'

  • rojane
  • 09:39 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Mîhrîcana Berxbirê ya ku li navçeya Elkê ya Şirnexê weke kevneşopiyeke kevnare tê li darxistin îsal ji aliyê  şeredariya AKP'ê û qeymeqamiya navçeyê ve bi beşdarbûna stranbêjên tirk tê lidarxistin. 
 
Li Deşta Laleşê ya li qûntara Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê mihrîcana Berxbirê ya bi sedan sale ku weke kevneşopiyeke kevnare tê zanîn her dem bi hinceta "Ewlehiye" dihat qedexekirin. Di salên berê de mihrîcana Berxbirê bi tevlibûna bi hezaran kesan û beşderiya hunermend û dîwana dengbêjan dihate lidarxistin. Welatiyên ku tev li mihrîcanê dibûn rojên xweş û keyfxweş derbas dikirin. Lê belê di salên berê de mihrîcana ku ji bo pêşxistina çanda kurd dihat lidarxistin niha ji aliyê desthilatdariyê ve weke amûrekî qirkirina çandî ya kurd tê lidarxistin. Mihrîcan îsal jî ji aliyê şeredariya AKP'ê û qeymeqamiya navçeyê ve  tê lidarxistin. Xelkê navçeyê dibêje ku ev mihrîcana ku AKP û qeymeqamî li dar bixe ne li gorî ruhê mihrîcanê ye. Mîhrîcana ku wê îsal di navbera 19-21'ê tîrmehê de ji aliyê şaredariya AKP'ê û Qeymeqamiya Elkê ve bê lidarxistin stranbêjên weke Selçûk Balcî yên ne li gorî çand û hûnera herêmê dê beşdar bibin. 
 
'ARMANC PÊŞXISTINA ÇAND Û ZIMAN BÛ' 
 
Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Fatma Tunç diyar kir ku armanca mihrîcanê pêşxistina asimilasyona çandî ye û wiha got: "Hem li Elkê, hem li Cizîr û hem jî li Şirnexê me mihrîcanên cur bi cur li dar dixistin. Me bi van mihrîcanan dixwest ku ziman û çanda xwe li pêş bixin. Me di mihrîcanan de bi beşdariya dîwanên dengbêj û hûnermendên kurd konser saz dikirin. Gelê me bi reng, ziman û çanda xwe beşdarî wan mihrîcanan dibû. Lê paşê ev mihrîcan bi hincetên 'Ewlehiyê' hatin qedexekirin. Niha jî mihrîcana gelerî ya çanda me, bi destê wan ji bo ji holê rakirina çand û zimanê me tê bikaranîn."
 
'TEV LI NEBIN' 
  
Tunç bi lêv kir ku divê gel li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê baldar be û got: “Armanca pergalê ew e ku ziman û nasnameya me ji holê rake. Li dijî vê jî pêwîste gelê me zêdetir xwedî li  ziman û çanda xwe derbikeve û biparêze. Divê em beşdarî van festîvalan nebin û nebin parçeyek ji van polîtîkayên asîmîlasyonê. Hunermendên xwe tînin û konseran didin. Bi vî awayî dixwazin gelê me çand û hunera xwe ji bîr bikin. Li aliyê din divê gelê me beşdarî mîhrîcaneke ku ne ya wan e nebe. Divê mihrîcaneke bi vî rengî qebûl nekin. Çiya û deştên me qedexe ne. Dema em dixwazin mihrîcaneke li dar bixin bi hincetan tên qedexekirin. Lê ji bo gelê me asîmîle bikin û çanda me ji holê rakin mihrîcanên wiha li dar dixin. Bila gelê me li dijî vê yekê hişyar be û nebin perçeyekî lîstikên dewletê."
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

17/01/2025
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin