Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin

  • rojane
  • 12:16 25 Hezîran 2024
  • |
img

ENQERE - Danişîna ewil a “Duyemîn Doza Kobanê” ku derheqê 5 parlamenterên HDP’ê de hatiye vekirin dest pê kir. Huda Kaya di parastina xwe de wiha got: “Başî, aştî û terorîstî bi hev re nabin. Min duh li qadan, li kolanan, li ser kursiyan çi gotibe, îro jî dê ji bo hemû zindiyan, axê, mirovan, başî, aştî û aramiyê bixwazim.” 

 
Di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişa DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibûn protestokirin. Darizandina rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji ber van çalakiyan didome. Bi hinceta van çalakiyên protestoyî derheqê parlamenterên HDP’ê yên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Pero Dundar û Garo Paylan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dest pê kir. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, parlamenter û endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎB) jî di danişînê de amade bûn. 
 
Girtiya siyasî Huda Kaya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. 
 
HEKE EM BI TENA SERÊ XWE JÎ BIMÎNIN... 
 
Di danişînê de dadgehê tawanbariyên di îdianameyê de tên kirin bi bîr xist. Piştre jî siyasetmedar Huda Kaya axivî. Kaya, wiha got: “Ev îdianameye weke kopyayeke xerab a îdianameyên berê hate pêşiya min. Ji ber axaftinên xwe yên ku tu heqaret tê de tune ne têm darizandin. Di axaftinên min de her tim daxwaza aştî û wekheviyê heye. Lê ev axaftin ji bo tolhildanê anîne pêşiya min. Heke em bi tena serê xwe bimînin jî dê tu caran serî li derewan nedin.” 
 
Bi domdarî Kaya anî ziman ku tevahiya axaftinên wê û çalakiyên tev li bûye weke sûc hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Em mexdûr nînin ji ber ku şikûr ku me dizî nekiriye, me azadiya mirovan nediziye, me derew nekirine û em her tim li dijî her cureyên tundiyê sekinînin. Tevî van jî bi awayekî derhiqûqî destûr nehat dayîn ku ez li dijî sûcên dozger daxwaz dikir îfadeyê bidim. Ev 8 meh in ez bi awayekî neheq têm ragirtin. Helbet parlamenterek dê tev li şîna hilbijêrên xwe bibe û dema rastî neheqiyê tên bibe dengê wan. Ez dibêjim ku biryarên kesên em ji azadiya me bêpar hiştine biryarên siyasî ne.” 
 
‘SERDESTAN OL WEKE AMÛRA MÊTÎNGERIYÊ BI KAR ANÎN’ 
 
Di berdewamê de Kaya diyar kir ku bangawaziya wê ya ji bo rizgarkirina birîndarên li Cizîrê jî di dosyayê de cih girtiye û wiha got: “Dema min dîtî ez pir şaş mam. Ez li dijî tundiyê me û aştîxwaz im. Bersiva li hemberî vê ez bidim we jixwe di nava dosyayê de ye. Em dikarin bibêjin ol ji bo pêşxistina mirovan û civakan a ji hêla winjdan û cewherê ve hene. Tevî ewqas doktrîn û qasidan jî civak dejenere bûn û ol weke amûra serdestiyê bi kar anîn. Veguherandin amûra zext, kedxwarî, mêtingerî û zayenperestiyê. Her wiha axaftineke min a li Meclisê jî xistine nava dosyayê. Parêzbendiya kursî hatiye binpêkirin û li dijî destûra bingehîn hatiye tevgerîn. Di esasê xwe de diviyabû derheqê kesên ev derhiqûqtî kirin û yên ev xistine nava dosyayê de kirarî bihata kirin. 
 
LI ŞÛNA XELAT BIKIN DARIZANDIN 
 
Min li Şaxa ÎHD’a Stenbolê têkildarî bûyerên Kobanê axaftinek kiriye. Min çi gotiye; ‘Me ji bo bûyerên Kobanê derkevin holê û rastiya wan derkeve holê pêşnûme da Meclisê lê AKP-MHP’ê nehiştin ev rastî derkevin holê. Dewleta kûr û rûyê tarî yê dewletê naxwazin rastiya bûyeran derkeve holê. Zehmet nîne mirov bizane bê ka kî naxwazin rastî derkevin holê.’ Yanî em çi biaxivin, em çi bibêjin, ma em qala aştiyê nkin, ma em qala başiyê nekin, ma divê em her li ser şer biaxivin? Diviyabû ji ber hewldanên me yên ji bo başkirina welat xelat dabûna me lê em tên darizandin. Her wiha di 6’ê îlonê de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê protesto hatiye lidarxistin, tililî hatine avêtin, stran hatine gotin û min axaftinek kiriye. Ev jî xistine nav dosyayê. Min gotiye; ‘Em ê serî li ber dizan netewînin, îtaet nekin.’ Dadger beg, nizanim dema em vê dixwînin bikenin nizanim. Di îdianameyê de gelek caran peyva ‘Dizekîno’ derbas dibe. Min axaftina xwe bi gotina ‘Em tu kesî bi ser îradeya gel re nas nakin’ domandiye. 
 
EM Ê TÊK NEÇIN
 
Her wiha min li vir ji bo Suleyman Soylu gotina ‘qaşo wezîrê karên hundir’ bi kar aniye. Min gotiye; ‘Mirov ji ber we ji olê dûr ket, we dizîkerî, talan û nebaşî bi baweriyê re kir yek. Em ê teslîmî xerabiyên we nebin. Kî dibe bila bibe em ê li cem zarokan, bindestan, jinan û li cem heq û heqîqetê cih bigirin. Ev welat dê teslîmî xerabiyê nebe. Vaye ev polîtîkaya qeyûm jî, hewldana xerabiyê ya ji bo qutkirina dengê gel e. Em ê li hemberî vî dengê xerabiyê têk neçin. Vî gelî dersa we daye û dê her bide jî.’ 
 
GEL DERSA PÊWÎST DIDIN SERDESTAN!
 
Bi rastî jî beşeke weke îbretê ye. Mirov ji kîjan alî ve jî binirxîne kêm dimîne. Li ku dibe bila bibe min her tim gotiye ez li dijî tundî û neheqiyê her tim li cem zindiyan, azadiya mirovan cih digirim. Yanî ma divê em van ji rayedaran re nebêjin, divê mirova wan neşikîne? Me jî dikariya ji hêza îktîdarê sûd bigirin lê şikûr ku me ev nexwest, me li cem wan cih negirt. Ma di vê hilbijartinê de xelkê Mêrdînê dîsa Ahmet Turk ne hilbijart? Vaye gel wiha dersê dide serdestan. 
 
EM WÊ DEM KIRIN ŞERÎATPARÊZ NIHA JÎ KIRIN DABEŞKAR 
 
Heman pergala serdema 28’ê Sibatê îro bi destê AKP’ê tê domandin. Dema em di 28’ê Sibatê de bi cezayê darvekirinê dihatin darizandin, em bi şerîatparêziyê tawanbar dikirin. Îktîdar guherî lê şêweyê darizandinê neguherî. Wê demê em ji ber şerîatparêziyê dihatin darizandin û îro jî ji ‘terorîst, dabeşkariyê’ tên darizandin. Daxwaza başî û aştiyê li gorî îktîdarê naguhere. Başî, aştî û terorîstî li gel hev nabin. Min duh li qadan, li kolanan, li ser kursiyan çi xwestibe, ez îro jî ji bo tevahiya xwezayê, zindiyan, axê û mirovan başî, aştî û aramiyê dixwazim.” 
 
‘MIN BI EŞKEREYÎ GOT KU EZ ÇÛME’
 
Têkildarî îdiayên şahida bi navê Gul Tanriverdî ku digot çûye Qendîlê jî Kaya wiha got: “Ez di pêvajoya çareseriyê de bi eşkereyî çûm Qendîlê. Ev hevpeyvîn jî hatin weşandin. Ez cara duyemîn jî bi şandeyekê re çûm. Dîrok û daneyên wan hene. Şahid îdia dike ku ez bi Komîsyona Gel û Baweriyan re çûm e lê ev rast nîne. Di 6’ê Cotmehê de jî ez beşdarî civîna MYK’a HDP’ê nebûm. Wê demê ez li Mûşê bûm.” 
 
‘AGAHIYA DEWLETÊ HEYE’
 
Piştî parastina Kaya, parêzer Zîlan Leventoglû axivî. Leventoglû bal kişand ser pêvajoya di navbera salên 2013-15’an de û got ku bi ser vê pêvajoyê re 11 sal derbas bûne. Leventoglû, da zanîn ku tu AKP’iyên di nava vê pêvajoyê de cih girtin nehatine darizandin lê siyasetmedarên HDP’î hatine darizandin. Leventoglû, diyar kir ku xebat û çalakiyên behsa xeberê sûc nînin û bi agahiya dewletê hatine kirin. 
 
JI HEMAN TAWANBARIYAN BIRYARA BERAETÊ HATIYE DAYÎN 
 
Leventoglû, daxuyand ku miwekîla wê ji bo tev li konferanseke li derveyî welat bibe hatiye balafirgehê û çapemeniya hawîz jî weke “Dê bireviya” weşandiye. Leventoglû, bal kişand ser qeydên HTS’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta axaftinên miwekîla min ên bi kurê xwe re kirine jî di dosyayê de cih girtine. Ev yek nîşan dide bê ka ev dosya çiqas neadilane ye. Lêpirsîn salek berê hatiye destpêkirin û biryara nepeniyê nehatiye rakirin. Destûr nehat dayîn ku miwekîla min parastina xwe bike. Têkildarî miwekîla min pê tê tawanbarkirin tenê yek delîl jî tune ye. Miwekîla min ev 8 meh in bi awayekî derhiqûqî tê li girtîgehê tê ragirtin. Di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de siyasetmedaran ji tawanbariyên niha li miwekîla min tên kirin beraet kirin. Ji bo rewşa wê ya girtî tu hinceteke hiqûqî nema ye. Bangawaziya 6-8’ê Cotmehê bangawaziyeke demoratîk e lê îmzeya miwekîla min tê de tune ye. Her wiha tev li civînê jî nebûye û parve jî nekiriye. Di vê mijarê de tenê yek delîl, şahid û belge tune ne.” 
 
Dadgehê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

14/12/2024
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike