Parêzer Ece: Girtiyê nexweş daketiye 41 kîloyan, tenê dikare bêhnê bistîne

  • rojane
  • 09:01 26 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Parêzer Vedat Ece diyar kir ku dewlet di nava girtiyên nexweş de cihêkariyê dike û got: "Abdûllah Kuday daket 41 kîloyan û tenê bêhnê distîne. Tevî vê jî ger girtiyên nexweş neyên berdan, wê çaxê mirov nikare behsa edaleta dewletê bike." 

Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku li Mêrdînê di berxwedana Kobanê ya 6-8'ê Cotmeha 2014'an de hat binçavkirin û girtin, ewil sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê û piştre jî sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tekîrdagê hat kirin. Kudayê ku ji ber nerihetbûna xwe ew rakirin nexweşxaneyê, nexweşiya ALSê tê de hat tespîtkirin. Kuday ku nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bike, di Çileya 2022'Yan de ew birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Metrîsê. Kuday tevî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "nikare di girtîgehê de bimîne" jî nayê berdan. 
 
Parêzerên wî diyar kirin ku Kuday daketiye 41 kîloyan û hema hema hemû organên wî hatine asta xerabûnê.
 
Parêzer Vedat Ece
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzerê Kuday Vedat Ece, diyar kir ku Kuday tenê dikare bêhnê bistîne û got ku girtiyên nexweş ji nedîtî ve tên. 
 
ÎNFAZA WÎ 6 MEHAN HAT TALOQKIRIN...
 
Ece diyar kir ku Kuday ji ber nexweşiya xwe ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê hatiye kirin û got ku Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê ji bo Kuday 6 mehan biryara "taloqkirina înfazê" daye. Ece anî ziman ku piştî Kuday sewqî ATK'ê hatiye kirin, ATK'ê biryar daye ku înfaza wî li girtîgehên tîpa R bidome. Ece got: “Di Qanûna Înfazê de bi tu awayî paşxistina înfaza kesên ku cezayê muebbetê yê giran li wan hatiye birîn nayê pêşbînîkirin. Helbet li vir hinek îstîsna hene. Ji ber ku di xala 16'emîn a Beşa 2'yan a Biryarnameya Serokomariyê û Qanûna Înfazê de hat diyarkirin, di dozên kesên nexweşên giran û penceşêrê de taloqkirin an jî sekinandina înfazê heye. Lê belê bi guhertina rêziknameyeke yeksaetî taloqkirina înfaza girtiyên nexweş an jî sekinandina wê, pêkan e." 
 
Ece diyar kir ku di nava "asayîbûnê" de siyasetmedarên kurd û girtiyên nexweşîna wan giran ên kurd tune ne û got: "Me di 23'yê Gulanê de serdana Kuday kir. Daketibû 41 kîloyan. Tenê dikare bêhnê bistîne. Girtiyên nexweş Serdar Yildirim, Ergîn Aktaş û Kuday di heman odeyê de dimîne. ATK'ê ji bo her sêyan jî gotiye 'nikarin di girtîgehê de bimînin' û 'nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin.' Lê dîsa jî muwekîlên me bi îdiaya 'ji bo ewlehiay civakê xetere ne' nayên berdan." 
 
Ece anî ziman ku dewlet hêza xwe ji edaletê distînin û got: "Ger hûn edaletê ji dewletekê derxin, ew dewlet dibe organîzmayeke derqanûnî. Bi dubendî nêzî girtiyên nexweş dibin. Girtiyên edlî, çete, yên di 28'ê Sibatê de hatin darizanidn bi briyarnameyeke serokkomariyê di şevekê de tên berdan. Lê yên siyasî ku êdî nikarin bi tena serê xwe bijîn bi destê ATK'ê û helwesta dewletê nayên berdan. Ger rewş wiha be, wê çaxê mirov nikare behsa edaleta dewletê bike. Dest ji asayîbûnê berde, mirov nikare behsa tu tiştî jî bike." 
 
MA/ Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

05/11/2024
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê
04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza