Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin

img
ENQERE - DEM Partiyê ji bo Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê tê ragirtin û cezayê xwe yê 30 salan xelas kiriye û tehliyeya wî tê astengkirin xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Stenbolê Cengîz Çîçek û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal ji bo bidawîkirina “rewşa dîlgirtinê” ya Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û înfaza xwe ya 30 salan temam kririye û di çarçoveya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tehliyeya wî salekê hatiye taloqkirin, ji Serokatiya Meclisê xwestin ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin. 
 
'TEVÎ HEWLDANÊN OCALAN JÎ PÊVAJO HAT BIDAWÎKIRIN’ 
 
Uysal û Çîçek di pêşnûmepirsa pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin de hinceta pêşnûmeyê wiha vegotin: “Ji bo çareserkirina edalet, wekhevî û azadiyê ya kurdan ku di raya giştî de weke ‘pirsgirêka kurd’ tê pênasekirin û di dîroka komarê de girîngtirîn pirsgirêk e, di dawiya sala 2012’an di navbera birêz Abdullah Ocalan û şandeyên hikûmet û dewletê de hevdîtin dest pêkirin û pêvajoya navê ‘pêvajoya çareseriyê’ lê hatiye kirin dest pê kir. Di adara 2015’an de jî ji bo di muzakereyan de ji birêz Abdullah Ocalan re bibin alîkar 5 girtî bi rola sekreteryayê hatin peywirdarkirin. Di vê çarçoveyê de Nasrûllah Kuran, Çetîn Arkaş, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş şandin Girtîgeha Girava Îmraliyê. Lê belê tevî hemû hewldanên Ocalan jî di demekî kin de hikûmetê ev pêvajo bi dawî kir. 
 
Bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re tecrîda dermirovî ya li dijî Ocalan hîn bêhtir hate girankirin. Tecrîda li ser Ocalan, bi awayekî herî giran li girtiyên weke sekreterya şandin girtîgehê jî hate ferzkirin. Ji 5 girtiyan 2 jê piştî di 26’ê kanûna 2015’an de şandin Girtîgeha Îmraliyê jî heta demekî dirêj di tecrîdê de hatin ragirtin. 
 
AGAHÎ JI YILDIRIM, KONAR Û AKTAŞ JÎ NAYÊN GIRTIN 
 
Ji Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên ji 16-17’ê adara 2015’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Ocalan re tên ragirtin ji 25’ê adara 2021’an ve agahî nayên girtin. Girtî, bi sepanên ji girtîgehên lê hatin qat bi qat girantir û ji bo şexsê Ocalan hatine amadekirin ên ‘Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’ re rû bi rû man. 
 
TEHLIYEYA AKTAŞ BI KEYFÎ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Yek ji van girtiyan jî birêz Veysî Aktaş e. Ji adara 2015’an roja birin Girtîgeha Girava Îmraliyê heta niha mîna girtiyên din nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Aktaş, di 28’ê nîsana 2024’an de înfaza xwe ya 30 salan temam kir lê tehliyeya wî di çarçoveya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê de bi awayekî keyfî salekê hate taloqkirin. Li Girtîgeha Girava Îmraliyê destûr nayê dayîn ku çavdêrên serbixwe, malbat û parêzer biçin serdanê û girêdayî vê xuya dike ku nahêlin girtî jî jê derkevin. Gelo ji çi tiştê li Îmraliyê diqewime ditirsin ku nahêlin girtiyekê înfaza xwe temam kirî were berdan? 
 
TECRÎDA LI SER OCALAN VEGIHERÎ ŞÊWAZÊ RÊVEBIRINÊ 
 
Ev pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ku weke polîtîkayekê dewletê tê birêvebirin û veguheriye binpêkirina mafên mirovan a navneteweyî, êdî tenê weke pirsgirêkeke hiqûqî nîne. Piştî qutkirina peywendiyên Ocalan ên bi derve re, pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn girantir bûn. Bi pergala tecrîdê ya li Ocalan tê ferzkirin re eşkere dibe ku di pirsgirêka kurd de polîtîkaya neçareseriyê, ya ewlehîperestiyê û li Rojhilata Navîn polîtîkaya şer hatiye tercîhkirin. Tecrîda li Îmraliyê veguheriye şêwazekî birêvebirinê û girêdayî tecrîda Îmraliyê pirsgirêkên aborî, darazî, hiqûqî û civakî girantir bûn. Bi avakirina rejîma tecrîdê re; azadî hatin bisînorkirin, di serî de li girtîgehan li tevahiya qadên jiyanê de binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn, heke gotin di cih de be bi xwe re tecrîdkirina tevahiya civakê anî. Mînaka herî şênber a vê rewşê jî bêparhiştina Aktaş a ji azadiya xwe ye. 
 
YEK JI GAVÊN HERÎ GIRÎNG TEHLIYEKIRINA ATEŞ E 
 
Di serî de çareserkirina pirsgirêka kurd û mayîndekirina aştiyê, ji bo tevahiya pirsgirêkên din bên çareserkirin, pir girîng e ku sepana qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a bi Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş re bê rakirin û rewşa agahînegirtina mutleq were bidawîkirin. Ji bo vê jî yek ji gavên herî girîng ên dikarin were avêtin ew e ku birêz Veysî Aktaş ku înfaza xwe ya 30 salan temam kiriye were tehliyekirin û tecrîda mutleq a li Îmraliyê were bidawîkirin. 
 
PIR GIRÎNG E KU KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ WERE AVAKIRIN 
 
Ji bo bandorên civakî, siyasî, aborî, hiqûqî û sosyal ên tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan bên tespîtkirin û encamên wê ji her alî ve derxîne holê, ji bidawîkirina rewşa dîlgirtinê ya birêz Veysî Aktaş ku înfaza cezayê xwe yê 30 salan temam kiriye û di çarçoveya tecrîda li Îmraliyê li birêz Ocalan tê ferzkirin de teyliyeya wî salekê hatiye taloqkirin bi dawî bibe, ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyên demokratîk pir girîng e ku komîsyona lêkolînê were avakirin.” 
 

Sernavên din

16/05/2024
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin