Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin

DÊRSIM / DÎLOK - Kedkarên ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê daketin qadan, anîn ziman ku budçe ji şer re tê xerckirin û ev bang kirin: “Divê gelên me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, têkoşînê mezin bikin.”
 
Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasî û sendîkayan de 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Seyît Riza hate pîrozkirin. Girseya ji karker, kedkar û sendîkavanan pêk dihat di saetên serê sibê de bi al û flamayên xwe li Kolana Hunerê ya cihê komkirinê bû hatin bahev. Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navend û navçeyê beşdar bûn. Girseya ku bi çepik û tilîliyan meşiya her tim dirûşmeyên “Her der berxwedan, her der Taksîm” , “Bi tenê xelasî nabe an bi hev re an jî ne yek ji me” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Têkoşîna karkeran agirê şoreşê pê dixe” , “Ji bo ku weke mirovan bixebitin û bijîn em bibin yek” , “Wes bo Gulane” , “Li dijî şer, mêtîngerî û xizaniyê bijî 1’ê Gulanê” hate vekirin. Meş li Qada Seyît Riza ku dê 1’ê Gulanê lê were pîrozkirin bi dawî bû.
 
‘FATOREYA KRÎZÊ LI ME TÊ BIRÎN’ 
 
Li Qada Seyît Riza bername bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) a Dêrsimê Mehmet Aşkin ê ewilî axivî wiha got: “Bi şer û pevçûnan, santralên nukleer, lêgerînên madenê yên bisiyanurê zirarê didin atmosferê û xwezaya me talan dikin. Fatoreya her krîzê li me tê birîn. Her serê sibê em ji rojeke ku bêkarî û xizanî zêde dibe re hişyar dibin. Ji her sê jinan yek bêkar e. Ji her 3 xebatkaran yek neqeydkirî tê xebitandin.”
 
‘BUDÇE JI ŞER RE TÊ XERCKIRIN’ 
 
Serokê Partiya Kedê (EMEP) yê Dêrsimê Ergîn Tekîn ku li ser navê Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê axivî, destnîşan kir ku budçeyên cemaweriyê ne ji perwerde û tenduristiyê re ji şer re tê xerckirin û wiha got: “Kapîtalîst û hikumetên wan qaşo dê zêdekirina mûçeyan enflasyonê zêde bike qebûl nakin, xerckirinên cemaweriyê kêm dikin û her ku diçe ji perwede û tenduristiyê re kêmtir budçeyê vediqetînin. Lê dema mesele bû biçekbûn devê kîsikî vedikin. Di biçekbûnê de sînoran nas nakin û budçeya şer zêde dikin.”
 
‘DIVÊ GEL JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD TÊBIKOŞIN’ 
 
Tekîn, anî ziman ku ji bo pevçûnên li herêmê çêdibin bikaranîna baregehên leşkerî dîsa di rojevê de ye û wiha domand: “Têkildarî meseleya kurd tu gav nayên avêtin. Bi hev re jiyana gelan a wekhev tê astengkirin û polîtîkayên înkarê didomin. Di serî de çîna me ya karkeran ji bo çareseriya pirsgireka kurd divê ji her netewî gelên me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşînê bilind bikin. Em li bajarekî ku herî zêde xizanî, birçîtî, bêkarî, koçberî û şer lê heye dijîn û li dijî hemû êrişan di serî de Dêrsim, li hemû welat û cîhanê em ê têkoşîna aştî, wekhevî, azadî, edalet û kedê bidomînin.”
 
‘JI BO KU HÊVIYÊ MEZIN BIKIN EM LI QADAN IN’ 
 
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a pişt re axivî, kesên ji bo 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin li ber xwe dan silav kirin. Orhan, bi lêv kir ku ji bo hêviyê mezin bikin li qadan e, desthilat ji vê ditirse û got: “Li dijî şer, mêtîngerî û talanê Bijî 1’ê Gulanê.”
 
Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak jî ev tişt gotin: “4 Gulana 1937 roja ku fermana Qirkirina Dêrsimê hatiye nivîsîn e. Rojeke ku 40 hezar mirovên me hatin qetilkirin û kesên ketine rastî qirkirinê hatiye ye. Em li dijî bîranîna wan a ku dê di têkoşîna me de bijî bejna xwe ditewînin. Bila 1’ê Gulanê bibe wesîleya destûreke bingehîn a demokratîk, Tirkiyeyeke demokratîk ku hemû gel bi awayekî azad di nava aştiyeke mayînde de bijîn.”
 
Piştî axaftinan 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi gerandina govendê hate pîrozkirin. 
 
DÎLOK
 
Di pêşengtiya DÎSK, TTB, KESK, TMMOB, Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê û TURK-ÎŞ’ê de pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate lidarxistin. Hezaran welatî ji bo pîrozbahiyan berê xwe dan Qada Stasyonê. 
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlok û navçeyên wê û gelek endamên partiyên siyasî yên li bajar, bi kortejê meş li dar xistin û bi berzkirina dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” tev li mîtingê bûn. 
 
Di korteja DEM Partî û DBP’ê de pankartên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Yan jiyanek azad, yan azadiyeke bi rumet” û “Dê her tişt bibe ya kedê” hatin vekirin. 
 
Girseya li Qada Stasyonê kom bûye ji berxwedêrên Qada Taksîmê re silav hate şandin. Qada mitîngê ya bi girseya kom bûye tije bûye bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Lêkolînê (Egîtîm Sen) Omer Parlakçi axaftina vekirinê kir û piştre pêkhateya Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê axaftin kirin. 
 
Nûnerê Herêmê yê DÎSK’ê Alî Guducu di mitîngê de axivî û wiha got: “Wekî hemû maf û azadiyan, azadiya rêxistinbûnê, azadiya, sendîkayê û hemû azadiyên sereke ji hêla rejîma desthilatdar ve tên astengkirin. Em wek karker, kedkar piraniya vî welatî ne. Hilberînê em dikin, em dixebitin. Ji ber wê em ji çar aliyê welat ji bo jiyanekî birûmet li qadan in.” 
 
Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Ne ji sermayeyê re, ji kedkaran re bûdçe” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin. 
 
Berdevkê KESK’ê yê demê Îsmet Karatay jî destnîşan kir ku ew ji bo hemwelatiya hevpar, aştî, xwişk û biratiyê têdikoşin û ev tişt gotin: “Riya vê yekê jî ji têkoşîna hevpar derbas dibe. Em ji bo welatekî ku di nava rojê de keda wî nayê mêtin, ji bo şevên ku birçî neyê razandin, ji bo serweriya ked, wekhevî, azadî, demokrasî û laîktiyê em mil bidin milê hev.”
 
Mitîng bi strîna stranên koma mûzîkê ya ji dildarên Egîtîm Senê pêk hatiye û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

16/05/2024
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî