ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî

  • rojane
  • 13:52 30 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên beriya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê û yên piştre eşkere kir û got ku divê derheqê kesên xetere li ser ewlehiya hilbijartinê çêkirin lêpirsîn bên destpêkirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên beriya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê û pêvajoya piştre de hatine kirin, bi navê “Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adara 2024’an” eşkere kir. Rapor li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi tevlibûna endamên MYK’a ÎHD’ê hate eşkerekirin. Rapor ji hêla Serokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ve hate xwendin. 
 
Kuçukbalaban da zanîn ku ji bo li 22 bajaran bi komeke ji 300 kesan hilbijartinê bişopînin di 20’ê adarê de serî li YSK’ê dane lê serlêdana wan hatiye redkirin. Kuçukbalaban got ku wan jî bi dilxwazên ÎHD’ê re binpêkirinên hilbijartinê kirine rapor. 
 
Kuçukbalaban bal kişand ser hilbijêrên veguhestî û wiha got: “Li gelek bajar û navçeyan li daîreyekê bi qasî ku mimkin nebe lê bicih bibin hejmareke zêde ya hilbijêran hatine qeydkirin. Her wiha li gelek bajarên herêmê hilbijêr hatin veguhestin. Gelemperiya van jî ciwan, zilam û leşker bûn. Van kesan di hilbijartinê de bi komî deng dan. Li seranserî welêt 44 hezar ‘hilbijêrên xeyalî’ hebûn.” 
 
MUDAXILEYÊN LI DIJÎ XEBATÊN HILBIJARTINÊ 
 
Kuçukbalaban, daxuyand ku beriya hilbijartinê û piştre li dijî gelek buro, wesayît, namzet û xebatkarên partiyên ketine hilbijartinê êriş hatine kirin. Bi domdarî Kuçukbalaban bal kişand ser berxwedana Wanê û got ku gelek kes bi îşkenceyê hatine binçavkirin. Bi domdarî êrişa li dijî parêzerên dixwestin li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyaniyê bidin hate bibîrxistin û hat gotin ku 14 parêzer hatine binçavkirin. Kuçukbalaban, da zanîn ku di protestoyên piştî hilbijartinê de zêdetirî hezar kes hatin binçavkirin, Walîtiya Wanê 15 rojan qedexeya çalakî û ketina bajar daye, meqamên îdarî bi biryarên derhiqûqî mafê azadiya xweîfadekirin û kombûnê binpê kirine, bi sepanên derqanûnî re binçavkirin hatine kirin û mafên ewlehiya şexs û azadiyê hatiye binpêkirin, bi bicihanîna van biryarên derqanûnî re peywir xerab hatiye bikaranîn û bi vê yekê re kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin û mafê azadiya geştê hatiye binpêkirin. 
 
BINPÊKIRINA EWLEHIYA HILBIJARTINÊ
 
Bi domdarî Kuçukbalaban bal kişand ser binpêkirina ewlehiya hilbijartinê û wiha got: “Beriya hilbijartinê di navbera namzetên keyayan de nîqaş derketin û kuştin çêbûn. Polîs jî di nav de gelek kes birîndar bûn. Peywirdarê sindoqê yê DEM Partiyî Emîn Çelîk li Amedê dema dixwest bikeve navberê hate kuştin. Di protesto û îtîrazên piştî hilbijartinê de gelek kes birîndar bûn.” 
 
DENGDAYÎNA MUKERER
 
Kuçukbalaban diyar kir ku li bajarên cuda deng bi komî hatin dayîn, deng hatin şewitandin, dema deng dihatin dayîn li ser sindoqê wêne hatin kişandin, dengên mukerer hatin dayîn û gelek bêusuliyên din pêk hatine. Kuçukbalaban, daxuyand ku piraniya giliyên partiyên muxalîf ên li dijî van rewşan jî ji hêla YSK’ê ve hatine redkirin. 
 
BANG LI YSK’Ê KIR
 
Kuçukbalaban ev bang li YSK û Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û Navçeyan kir: 
 
*Derheqê kesên xetere li ser ewlehiya hilbijartinê de çêkirin lêpirsînên bibandor bidin destpêkirin, 
 
*Derheqê îdiayên me li jor rêzkirin de lêkolînên pêwîst bikin û tevdîran bigirin, 
 
*Ewlehiya xebatkarên çapemeniyê biparêzin, 
 
*Ji bo parêzer û peywirdarên partiyan ên xwedî rayeya îtîrazan neyên astengkirin tevdîrên pêwîst bigirin, 
 
*Divê avadaniya YSK’ê jinûve were sazkirin. Divê YSK xwedî avadaniyeke piranîparêz be û biryarên di bin vênerîna AYM’ê de bin, 
 
*Divê hemû guherînên di dema OHAL’ê û pêvajoya piştre de derheqê qanûnên hilbijartinê de hatine kirin paşve bên kişandin, 
 
*Divê Tirkiye di hilbijartinan li gorî mekanîzmayên di peymanan navneteweyî de hatine diyarkirin tevbigere, 
 
*Divê tavilê ji bo çavdêriya serbixwe, Tirkiye sererastkirina qanûnî bike, 
 
*Ji bo hêzên ewlekariyê li herêmên cuda neyên veguhestin divê qanûn bên guherandin, 
 
*Ji bo medyaya li Tirkiyeyê li gorî qedexeyên hilbijartinê tevbigere divê di qanûnan de guhertin bên kirin, 
 
*Ji bo AA û TRT û hinek ajansên ku têkildarî encamên hilbijartinê weşanê dikin nekarin manîpulasyonan bikin, divê tevdîr bên girtin, 
 
*Divê hilbijêr bi boyaxa tiliyê dengê xwe bidin, kutukên hilbijêran bên nûkirin û ji bo vê jî xebatekî taybet were kirin.” 
 
Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin temamiya raporê: ( https://www.ihd.org.tr/secim-ihlalleri-gozlem-raporu/)
 
 

Sernavên din

16/05/2024
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin