Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin

STENBOL - Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê diyar kir ku weke karker, kedkar û jin dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin û ev bang kir: “Em biryara qedexeyê ku Waliyê Stenbolê daye nas nakin. Em 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin.”
 
Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr li avahiya xwe ya li Beyoglûyê têkildarî 1’ê Gulanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Metna çapemeniyê Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag xwend. 
 
Akdag, diyar kir ku AKP li Tirkiyeyê nobedarê pergala kapîtalîst e ku polîtîkayên xwe yên şer û kedxwariyê re cîhan veguherandiye dojehê û wiha got: “Di desthilata 23 salan de ji her demê bêhtir jiyana me bêqîmet kir. Aborî ji bo komeke alîgiran û sermayedaran re mezin bû, xizanî ji her demê bêhtir zêde bû. Jin, ciwan, karker û kedkaran para herî mezin ji vê xizaniyê wergirt.”
 
‘EM DIBÊJIN ÊDÎ BES E’  
 
Akdag, encamên hilbijartinê yên 31’ê Adarê bi bîr xistin, anî ziman ku guhertin pêkan e û daxwazên xwe yên ku dê di 1’ê Gulanê de bînin ziman wiha rêz kirin: “Em weke karker, kedkar, teqawîd, ciwan ji vê pergala kedxwariyê ya mehkûmî birçîtî, bêkarî, deynan û bêewlehiyê dike û li ser pişta welat veguheriye barekî giran re bêjin êdî bes e. Em ji kesên dest didin sermayeyê cînayetên kar girêdayî qederê dikin û berpirsyartiya xwe vedişêrin re dibêjin êdî bes e. Em ji kesên ku gefê li hêviya me ya jiyanê dixwin, kesên bi budçeya ji bacên me pêk tê ji şer re xerc dikin re dibêjin êdî bes e. Em ji kesên ku ji bo deh hezaran mirovên me yên pirs dikin, lêkolîn dikin, daxwaza maf û azadiyê dikin girtîgeh veguherandina kampên berhevkirinê re dibêjin êdî bes e. Em ji vê pergala heramî ya dijminê kurdan e û ne aştî û hêviyê neçareserkirinê ferz dikin re dibêjin êdî bes e. Em ji tecrîdê, komkujiyên jinan ên veguherîne qirkirina cinsî û talankirina xwezayê re dibêjin êdî bes e.”
 
‘EM BIRYARA QEDEXEYÊ NAS NAKIN’ 
 
Akdag, qedexeya Walîtiya Stenbolê ya 1’ê Gulanê ya ji bo Taksîmê bi bîr xist û bertek nîşanî biryara qedexeyê da: “Qedexekirina Taksîmê ya di 1’ê Gulanê de pêngava dawî ya desthilata ku di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêkên li welat bi tundî û zextê kûrtir kirine ye.” Akdagê, diyar kir ku biryara qedexeyê ya walîtiyê nas nakin.
 
‘EM DI 1’Ê GULANÊ DE LI TAKSÎMÊ BIN’ 
 
Pişt re Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz axivî. Kalmaz, ê 8’ê Adarê, Newroz û çalakiyên li dijî xespa vînê yên li Wanê bi bîr xistin, ev bang kir: “Em li dijî kedxwarinê, şerê heyî, tecrîdê, qirkirina karkeran hemû gelê xwe û kedkaran di 1’ê Gulanê de vedixwînin Taksîmê. Werin em milên xwe bidin hev û em 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin.”
 
JIN DÊ BIBÊJIN ‘JI KARÊ WEKHEV RE MÛÇEYÊ WEKHEV’ 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangozê jî bi lêv kir ku dê weke jin li Taksîmê bin. Yangoz, bi lêv kir ku ji bo bibêjin “hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya mor e” dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û wiha got: “Ji bo ku li dijî siyaseta şer aştiya birûmet biparêzin, berxwedana hevrêyên me yên jin ên li zindanan mezin bikin, ji bo daxwaza ji karê wekhev re mûçeyê wekhev bixwazin, ji bo piştevaniya bi jinên penaber û astengdar re mezin bikin dê bi dirûşmeya ‘Ji 8’ê Adarê ber bi 1’ê Gulanê ve bi serhildana jinan tên’ em ê di 1’ê Gulanê de saet 10.00’an de li Bûlwara Barbarosê bin. Em hemû gelê xwe vedixwînin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû ya herî dawî axivî kesên di 1’ê Gulanên salên 1977 û 1996’an de hatine qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û bi gotinên “Kolanên Taksîmê me baş nas dikin. Me demên ku 1’ê Gulanê dihatin qedexe kirin bi kedkaran re meşiyan. Em jinên ku kirdeyên têkoşîna azadiyê ne Taksîm gelek baş dorpêç kiriye, ji Meşa Şevê ya Femînîst heta 25’ê Mijdarê dengê xwe bilind kir û li dijî serweriya zilam a dengê xwe bilind kiribû” her kes vexwend ku di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin.
 

Sernavên din

13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin