Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin

  • rojane
  • 09:00 29 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Hem dadgeha herêmî hem jî ya îstînafê bûyera kuştina Şahîn Ozer ya bi pêlêkirina panzerê weke “qezaya trafîkê” nirxand. Parêzer Yakûp Guven ji bo danişîna ku sibê dê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir. 
 
Li Taxa Şehîtlik a navçeya Bajarênû ya Amedê di 10’ê Sibata 2013’an de, di dema protestoyekê de wesayîta polîsan pêl Şahîn Oner (19) kiribû û Oner jiyana xwe ji dest dabû. Biryara dadgehê ya dereceya ewil ku derbarê polîs Selahattîn Korkmaz de hatibû dayîn, ji aliyê 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê ve hate xera kirin.
 
Piştî bûyerê nêzî 8 salan di 23’yê mijdara 2021’an de di danişîna li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de ji polîsê bersûc yê ji sûcê “kuştina biqestî” dihate darizandin, ji sûcê “biqusûr bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê lê hate birîn.
 
Dadgeha Îstînafê ku biryara dadgeha herêmî veguhestinê, bûyer weke “qezayeke trafîkê ya hêsan” nirxand û ji ber nakokiya raporên li ser bûyerê, dosya ji ber “lêkolîna kêm” xera kir. 
Danişîna doza ku Dadgeha Îstînafê xera kir jî dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Yek ji parêzerên malbatê rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Yakûp Guven têkildarî dozê axivî.  
 
BIRYARA DADGEHÊ 
 
Guven, bi bîr xist ku dadgeha herêmî binpêkirina maf a qewimî ne weke “encama kiryareke biqestî” weke “qezaya trafîkê ya hesan” nirxandiye û wiha got: “Cezayê hatiye dayîn jî di vê çarçoveyê de hate nirxandin. Mixabin biryara xerakirinê ya îstînafê jî biryareke heman bûye. Di biryara îstînafê de bûyer weke qezaya trafîkê hate nirxandin û hate xwestin ku nakokiya di nava raporan de ji holê bê rakirin. Em dixwazin dubare bikin ku vê nirxandinê kêm dibînin.”
 
‘WALÎTIYÊ BANDOR LI LÊPIRSÎNÊ KIR’ 
 
Guven, bi bîr xist ku Oner piştî panzera polîsan lê daye bi kaşkirina bi erdê re jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Polîsan tevî ku Şahîn dîtine û Şahîn destên xwe bilind kirine û ji wan re gotiye ‘bisekinin’ jî leza xwe kêm nekirine li singê wî dane pişt re bi ser re derbas bûne û bi heman lezê dewam kirine. Wesayîta din a polîsan ku piştî vê wesayîtê dihat li ber Şahînê bi awayekî giran birîndar bûye sekinî ye û dû re li wesayîtê siwarkirin û birine qereqolê. Piştî bûyerê bêyî ku hûrgiliyên bûyerê derkevin holê di hin organên medyayê ku walîtî weke çavkanî nîşan dan de nûçe hatin çêkirin ku dema çalakvanekî xwestiye teqemeniyê biaveje polîsan di dest de teqiya ye û jiyana xwe ji dest daye. Lê rapor û îfadeyên şahidan ên derketin holê derxist holê ku bûyer bi vî şiklî çênebûye. Ev daxuyaniya ku Walîtiyê germegerm da, aşkere ye ku bandor li ser dozgeriya ku divê bi awayekî bêalî lêpirsînê bidomîne kiriye û derketina holê ya rastiyan asteng kiriye. Îfadeyên şahidan, rapora otopsiyê, raporên edlî tib û pisporan, daxuyaniya walîtiyê ya piştî bûyerê da pûç kiriye. Dîsa di dosyayê de qeydên axaftina bi telefonê ya welatiyekî ku li 112 geriyaye, gotiye panzerê pêl Oner kiriye, polîsên ku hatine cihê bûyerê Oner nerakirine, ji bo xelaskirina Oner mudaxile nekirine hene.”
 
‘TEVLIBÛNA BIBANDOR A LI DOSYAYÊ HATE ASTENGKIRIN’ 
 
Guven, bi lêv kir ku lêpirsîna derbarê ajokarê wesayîta zirxî û polîsên din ku Onerê birîndar şûna nexweşxaneyê birine qereqolê hatibû destpêkirin de biryara neşopandinê hate dayîn û wiha lê zêde kir: “Di asta darizandinê de jî polîsên ku diviyabû ji sûcên kuştina mirovan û jiholêrakirina delîlan bên darizandin weke şahid hatin guhdarkirin. Ji ber ku ev şahid di danişînên fermanê de hatin guhdarkirin weke parêzerên wî yên tev li danişînê bûn mafê me yê pirskirinê hate astengkirin û tevlibûna me ya bi bandor a li dosyayê hate astengkirin.”
 
BÛYER SÛCÊ ‘KUŞTINA BIQESTÎ’ YE
 
Guven, destnîşan kir ku ji destpêkê ve lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin û anî ziman ku pergala necezakirinê ya weke ÎHD bi salan e li dijî wê têdikoşin di vê dozê de jî derketiye pêşberî wan. Guven, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber faîl peywîrdarê cemaweriyê ye ev yek faktora herî girîng a bandorê li lêpirsîn û darizandinan bike ye. Ev pergal hem li herêmê li dijî welatiyan binpêkirinên maf ên giran derdixîne holê hem jî faîlan diparêze pêşiyê li ber binpêkirinan vedike. Di darizandinên wiha de delîlên ku dijberî faîl bên bikaranîn bi awayekî bi bandor nayên komkirin, delîl ji holê tên rakirin û weke gelek caran em bûne şahid amirên mulkî hewl didin bandorê li dozgeriyê bikin. Rewşa delîlan, îfadeyên şahidên bêalî, hewldanên reşkirina delîlan bi awayekî berfireh bên nirxandin dê bên dîtin ku bûyer sûcê “kuştina biqestî”ye.”
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ 
 
Guven, bal kişand ku divê bersûc ji sûcê “kuştina biqestî” were cezakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku di serî de binpêkirina mafê jiyanê li herêma me binpêkirinên mafan ên giran pêk neyên em dixwazin bînin ziman ku şopandina danişîna ku dê di 30’ê nîsanê de bê lidarxistin a bi piştevaniyeke xurt ji aliyê parazvanên mafên mirovan, rêxistinên sivîl ên civakî û rayagiştî ya demokratîk gelekî girîng e."
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye