Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin

  • rojane
  • 15:48 27 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û ÎHD’ê  bi çalakiyên xwe yên li sê bajaran  ji Cemal Kavak, Kadrî Yilmaz û Rojhat Ozdel re edaletê xwestin. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih û Colemêrgê û xizmên windayan, ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û bi daxwaza faîlên wan werin darizandin, li sê bajaran çalakî li dar xistin. 
 
AMED
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê bi çalakiya xwe ya 794’emîn a “Bila winda werin dîtin û faîl werin darizandin” vê hefteyê jî domandin. Çalakiya li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê hat domandin. Di çalakiyê de pankarta ku ji wêneyên kesên hatine qetilkirin hatiye çêkirin hate vekirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tev li daxuyaniyê bûn û dovîzên “Parastina faîlan şirîkatiya sûc e”, “Di sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin de domborî nabe” hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta endamê Yargi-Senê Cemal Kavak ê di 24’3e nîsana 1996’an de hatiye windakirin hate pirsîn. 
 
Di daxuyaniyê de ewilî Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman aixvî û got: “Ji me re gotin ‘ji bîr bike’, ‘hûn ê ji bîr bikin’. Şerm nekirin û gotin qey em ê ji bîr bikin. Bi qasî ku ew gotin ji bîr bikin, me bêhtir bi bîr anî. Bi qasî ku hesaba windayên me neyê pirsîn, heya hestuyên wan neyên dîtin dê birînên me tu car cebar nabin.” 
 
 
BANGA MAKBÛLE OZERÊ
 
Saman bal kişand ser rewşa Makbûle Ozer a tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe yên heyî û wiha domand: “Makbûle Ozer di sala 2022’yan de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne’ girt. Heman ATK îro dayika Makbûleyê di girtîgehê de radigire. Em bang li serokê muxalefeta mezin dikin ku dema bi serokkomar re hevdînê pêk anî bila rewşa Dayika Makbûleyê û girtiyên nexweş bîne rojevê.”
 
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Buroyê Suleyman Ogut jî ev tişt gotin: “Em di salvegera endamê xwe yê Yargı Senê Cemal Kavak ê salên 1990’î de di cinayetên faîlên wan nediyar hatiye windakirin de, bi hev re ne. Divê faîl demildest werin dîtin û darizandin. Divê ev êşa ku xwîn jê diçe cebar bibe hesap were pirsîn.” 
 
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Cemal Kavak ê di 24’ê nîsana 1996’an de hatiye windakirin xwend. Kavak wek karmendê Dadgeha Bacê ya Amedê dixwebitî, endamê Yargi-Senê bû û xebatên sendîkayê dimeşand.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLİH
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê çalakiya 630’emîn a ku her hefteyê didomînin li dar xist. Tevgera Jinên Azad û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tev li çalakiya li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a ser Cadeya Gulîstanê hatiye lidarxsitin bûn. Çalakger wêneyên kesên di bin çavkirinê de hatine windakirin hilgirtin. 
 
Daxuyaniyê ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî xwend. Elçî çîroka Kadrî Yilmaz ê di nîsana 1994’an de hatiye binçavkirin û windakirin xwend. Elçî bi bîr xist ku Yilmaz bi 4 kesên din re piştî tevibûna dawetê hatiye binçavkirin û da zanîn ku roja paştir derveyî Yilmaz her çar kesên din hatine berdan û got ku derberê Yilmaz de ji wê rojê şûnde tu agahî nehatine bidestxistin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û xizmen windayan di hefteya 120’emîn a çalakiya xwe de li Kuçeya Hunerê hatin ba hev. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêveberên DEM Partiya Geverê, Dayikên Aştiyê û  Endamên Meclisa Şaredariya Geverê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Rojhat Ozdel hatin pirsîn. 
 
 
Sekretera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn destnîşan kir ku lêpirsîn bi awayekî derveyî hiqûqî hatin kirin bûyer ji ber polîtîkaya pakkirinê hatiye girtin. Zengîn bang li dewlet û rayedaran kir ku li gorî hiqûqê tevbigerin û wiha got: “Em dixwazin kesên di kuştina Rojhat Ozdel de cih girtine û rê li ber kuştina wî vekirine werin darizandin û cezakirin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

13/05/2024
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn