Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin

COLEMÊRG - Welatiyên ku li dijî xebatên kana madenê çalakiyê li dar dixin diyar kirin ku ew ê derveyî girtina sehaya kana madenê tu peymanan nas nekin û wiha gotin: “Bila ernîgariya me biterikînin, bitcihnimin û biçin.” 
 
Şêniyên gundê Marûnisê li dijî xebatên kana madena ku ji sala 2007’an heya niha xwezayê texrîb dike, di 22’yê nîsanê de dest bi çalakiyê kirin. Çalakgerên di roja 5’emîn de çalakiya xwe didomînin daxwazên xwe yên, “Bila xebatên kana madenê werin rawestandin, zirara hatiye dayîn bila were rastkirin, bila gund werkî berê were sererastkirin, bila dar ji nû ve li herêmê werin danîn” dubare kirin. Daxwazên gel û çalakgerên li sehaya kana madenê çalakiya xwe didomînin bêbersiv hatin hiştin. Şêniyên gund bi biryardarî û moral çalakiya xwe didomînin. Hat dîtin ku kana madenê ya bi sedan tûnelên kaçax li herêmê vekirine, piştî çalakiyê lez û bez van tunelan bi ax û keviran da girtin. 
 
Li cihê ku gundî çalakiya li dar dixin gelek cendirme û hêzên ewlehiyê hatine bicihkirin. Welatiyên li dijî talana kana madenê çalakiyê li dar dixin ji ajansa me re axivîn. 
 
 
AJAL BÊWAR MAN
 
 
Abdulkerim Seven detnîşan kir ku ew 8 sal berî niha di kana madenê de xebitiye û da zanîn ku ew ji ber gelek şahidiya texrîbkirina xwezayê kiriye dest ji karê kanê berdaye ev tişt gotin: “Tevî ku dewlet dizane divê di rûbar de kana madenê neyê vekirin, li dijî vê yekê dernakeve. Mixabin niha avê çem jehrî bûye. Bi tu awayî ji ajalan re jîngeh nehat hiştin û jîngeh hatin tengkirin. Berî çend salan nêzî 20 hezar çêre ji herêmê dixwarin. Niha ji ber jehriya kana madenê tu ajal naçêrin. Gelê me ji ber xazên jehrî nikarin sewelkariyê bikin û mêşan xwedî bikin. Di demekî nêz de çend pez ji ber av ji çem vexwarin, mirin. Mirov ked didin û bi hezaran mêşan dikirin lê dawiya salê em dibînin ku hemû mirine.” 
 
XWEDIYÊ ŞÎRKETÊ SERHENGÊ MALNIŞÎN E
 
Seven da zanîn ku yek ji xwediyê şîrketê serhengê bi navê “Hizir” e û diyar kir ku ev kes xwe wek xwediyê dewletê dide nasîn û wiha got: “Serhengê teqawid bi kesên 3’yem re dema diaxive dibêje ‘ez çi bixwazim dikarim bikim, dewlet jî meclis jî muxatab jî ez im, kesek nikare tiştekî bike’ û daxwazên gel piştguh dike. Em ji tu kesî pere an jî tiştekî din naxwazin. Daxwaza me ya tekane ew e ku kana madenê were girtin û careke din neyê vekirin. Em dixwazin demildest ji erdnîgariya me derkevin, bicehnimin biçin.”
 
‘DARA ME YA BERÛYÊ KUŞTIN’
 
Ji Welatiyan Salîh Kûrt jî diyar kir ku berî kana madenê li herêmê were vekirin, ber lêva çem darên tirî, gûz û sêvan hebûn û da zanîn ku piştî kana madenê herêm bû çolistan, av jî jehrî bûne. Kûrt bilêv kir ku piştî kana madenê çandinî jî bi dawî bûye û wiha got: “Dara berûyê ya oksîjenê dide me kuştin. Ev qetlîama xwezayê ye. Her der qûl qûlî kirine. Jîngeha 14 hezar mirovên me hatiye texrîbkirin. Berê bi hezaran ajal li hêrêmê diçêriyan niha em nikarin 10 bizinan biçerînin.” 
 
‘DÊ TU SOZ ME JI BIRYARA XWE VENEGERÎNE’
 
Kûrt bi bîr xist ku tevî biryara kolandina cihekî hatiye dayîn, sedan cih bi awayekî qaçax hatine kolandin û wiha pê de çû: “Dê nikarin bi tu sozan me ji biryara me vegerînin. Divê êdî xebatên kana madenê bi dawî bibin. Di roja çalakiya me ya 4’emîn de lez û bez tunêlên bi aweyekî qaçax hatibûn vekirin girtin û me wan bi ser sûc qefalt. Me ev yek bi bi dîmen û wêneyan qeyd kirin û ji parêzeran re şandin. Dê kirariyên pêwîst werin kirin.” 
 
BANGA PIŞTGIRÎ Û XWEDÎDERKETINÊ
 
Kûrt anî ziman ku ji ber jîngehên gundiyan hatine texrîbkirin, şêniyên ji gund çûne, nikarin vegerin li gundê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çem tune, çiya tune, kevir tune, daristan tune. Tekane daxwaza me heye ew jî girtina kana madenê ye. Di çarçoveya qanûnî de heya ku em encamekî bi dest dixin, dê çalakiya xwe bidomînin. Em ê heya encam bigirin li vir bin. Em bang li tevahiya cemaweriyê dikin ku xwedî li çalakiyê me derkevin û piştgiriyê bidin me. Em dixwazin rêxistinên hawîrdorê û hemû rayedar têkevin liv û tevgerê.”  
 
NÊZÎ 500 TUNELÊN QAÇAX HATIN KOLANDIN
 
Omer Tekîn ê ji Wanê ji bo piştgiriyê bide çalakiyê hatiye gund jî destnîşan kir ku kana madenê nêzî 500 tûnel û cihên qaçax vekirine. Tekîn da zanîn ku dema şîrketa kana madenê zanî ku dê Walîtî di herêmê de lêkolînan bike tunelên ku vekiriye bi ax û keviran da girtin. 
 

Sernavên din

14/05/2024
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn