Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye

  • rojane
  • 10:36 21 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ardeşîr Pashang got ku pêvajoya di navbera Îsraîl û Îranê de pêvajoyeke nediyar e û wiha got: “Li dijî vê krîza li Rojhilata Navîn tenê vebijêrkeke kurdan heye. Ew jî divê bi hev re tevbigerin.” 

Îsraîlê di 1’ê nîsanê de êrişî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê kir û rageşiya di navbera her du welatan de zêdetir bû. Di êrişê de 2 generalên Artêşa Mihafizên Şoreşê jî di nav de 7 kes mirin. Îranê jî di 13’ê nîsanê de bi sedan balafirên bêmirov ên kamîkazeyê û moşekan êrişî Îsraîlê kir. Rageşiya li herêmê didome û hinek dibêjin ev rageşî tenê ji bo polîtîkaya hundir e û hinek jî dibêjin ji bo rêya enerjiyê ya nû “paqijiya rê ye.” Kêşeya herî girîng a li Rojhilata Navîn jî ew e bê ka dê kurdên li her çar parçeyan refleksekî çawa nîşan bidin. 
 
 
Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ardeşîr Pashang ku li Rojhilat dijî û têkildarî pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn doktora kiriye, krîza di navbera Îran-Îsraîlê de nirxand û ji bo polîtîkaya pêşerojê pêşniyarên xwe ji bo kurdan kir.  
 
'NETANYAHU BERÊ ZEXTA LI SER XWE DA ALIYEKÊ DIN’ 
 
Pashang, got ku ji ber sedemên cuda hikûmeta Netanyahu ji berê ve dixwaze rageşiya bi Îranê re zêde bike û ev tişt anî ziman: “Piştî sûcên li Xezeyê kirî, hêzên navdewletî ji bo çareserkirina krîzê plana du dewletan pêşniyar dikin. Yek ji sedema herî girîng a van êrişan ew e ku zexta ji bo bicihanîna vê planê kêm bike. Ya din jî li hundir zextekî giran li ser Netanyahu û hikûmeta wî heye û dixwaze krîzê bi awayên cuda bidomîne. Sedema din a girîng jî Tel Avîv Îranê weke plankerê esasî û piştevanê êrişa 7’ê Cotmehê dibîne û dixwaze tolê jê hilîne. Di dawiya dawî de êrişî konsolosxaneya Îranê kir û payebilindên Mihafizên Şoreşê û fermandarên wê bi sûîqestê kuşt. Îran jî ji bo wê hevsengiya bi Îsraîlê re biparêze, neçar ma ku bi awayekî taktîk û sembolîk êrişê pêk bîne.” 
 
'ÊRIŞ DI ASTA TAKTÎKÎ DE MAN’
 
Bi domdarî Pashang diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya li dijî Îsfehenê “taktîkî” bû û wiha pê de çû: “Bi zanebûn êrişeke wisa kirin ku zirarê nede îranê. DYA û dewletên rojavayî piştgirî nedan lewma Îsraîlê bi bertekeke taktîkî bisînor ma. Xwestin vê peyamê bidin ku Îsraîl kengî bixwaze dikare tesîsên nukleerî hedef bigire. Berteka rayedarên Îranê ya li dijî vê êrişê jî aram bû. Her du aliyan nîşan dan ku îxtîmala aloziya heyî veguhere şerekî mezin kêm e.”
 
'PÊŞEROJA VÊ PÊVAJOYÊ NAYÊ TEXMÎNKIRIN’
 
Pashang aloziya di navbera Îran-Îsraîlê her ku diçe dê bêhtir tevlihev bibe û ev nirxandin kir: “Her çend ku êrişên Îran û Îsraîlê veguherîbin qonaxe din jî, dema mirov li rewşa texmînnekirina vê pêvajoyê dide pêş çav, dê mîna berê her bi şer bin. Anku dê Îran bi rêya Hamas, berxwedana îslamî ya li Filistînê, Hîzbûllaha li Lubnanê, hêzên li Sûriyeyê, Husiyên li Yemenê û Hêzên Seferberiya Gel a ên li Iraqê her tim li dijî Îsraîlê bikeve nava tevgerê. Wisa tê texmînkirin ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê û şirîkên wê yên li Sûriye, Lubnan, Yemen û Iraqê jî bidomin.” 
 
'DIBE KU RÊYA ENERJIYÊ YA NÛ ÇÊNEBE’ 
 
Di berdewamê de Pashang bi lêv kir ku ji ber krîza nû, dibe ku projeya rêya enerjiyê ya nû pêk neyê û sedema wê wiha vegot: “Yek ji armancên esasî yên piştgirîdayîna Îranê ya ji bo êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ew bû ku têkiliyên di navbera Îsraîl, Erebistana Siûdî û dewletên ereban re baş nebin.  Rêyên transît ên nû yên Îran derve hatiye hiştin jî di nav de, bi awayekî dijî rastiyên stratejîk ên herêmî, Hindistan, Umman, Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siudî, Urdun, Îsraîl û Ewropa li ser vê rêyê bûn yek. Ev jî rewşekî cuda diafirîne. Lê bi êrişa 7’ê cotmehê re her du mijar jî bi awayekî demkî nîvco hatin hiştin. Mijara enerjiyê ne sedema esasî ya şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ye. Îran naxwaze bandora Îsraîlê ya li ser dewletên herêmê zêde bibe û hewl dide asteng bike. Zêdetir ji hêla bîrdozî-ewlehî-siyasî li mijarê dinêre.” 
 
REWŞA ÎRAN Û TIRKIYEYÊ
 
Pashang, da zanîn ku di krîza heyî de Tirkiye di rewşeke cuda de ye û wiha domand: “Têkiliyên Tirkiyeyê hem bi Îranê re hem jî bi Îsraîlê re hene. Lê hevrikiyê bi her du welatan re jî dike. Lewma îxtîmalekî pir biçûk e ku Tirkiye di vê krîzê de bikare bi rola navbeynkariyê rabe. Hem pêşengên Îranê hem jî yên Tirkiyeyê bi piştgiriya Filistînê re xwestin di nava welatên îslamî de prestîja xwe zêdetir bikin.”
 
'KURD XALEKÎ GIRÎNG IN’
 
Pashang, got ku di nexşeya nû ya piştî krîza li Rojhilata Navîn de kurd xwedî cihekî girîng in û wiha derbirî: “Bêguman ev krîza heyî kurdan jî arasteyî polîtîkayên nû dike. Kurd dabeşî çar parçeyan bûne û xwe ji hêla siyasî û leşkerî ve birêxistin kirine. Li her çar parçeyan jî pirsgirêka esasî ya kurdan e. Her çar dewletan jî pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî çareser nekirin û rêbaza leşkerî jî encam neda. Lewma kurd ji bo guherandina statûkoyê li her çar parçeyan jî stratejiyên cuda dimeşînin. Di van şert û mercan de li hemû parçeyan kurd di mijara domandina jiyana siyasî û xebatên xwe rastî zext û pirsgirêkan tên. Ji ber van sedeman, kurdan bi hikûmetên navendî re carnan tifaqên demkî carnan jî yên domdirêj kirin. Pirsgirêkên siyasî, leşkerî û şer ên van dewletan ên derveyî sînor çiqas zêde bibin, ewqas bêhtir firsenda kurdan çêdibe ku bihêztir bibin û bo demekî jî be bêhnê bistînin. Divê mirov geşedanên li Rojhilata Navîn jî di vê çarçoveyê de binirxîne.” 
 
'DIVÊ KURD LI DIJÎ KRÎZAN BIBIN YEK’
 
Pashang, bi lêv kir ku qeder û rêyên kurdan ji hev cuda ne lê rewşekî neyînî yan jî erênî ya li parçeyeke Kurdistanê, yekser bandorê li herêmên din jî dike û wiha axivî: “Li gel çar parçeyên Kurdistanê, divê em beşa pêncemîn jî bigirin dest. Ew jî kurdên dîasporayê ne. Li gelek deverên cîhanê rewşa kurdan tê nîqaşkirin û ji bo çareseriyê di asta parlamentoyan de nîqaş tên meşandin. Ya din jî divê paratiyên siyasî û medenî pêvajoyeke cidî ya xwerexnekirinê bidin destpêkirin, xeletiyên xwe yên dema berê dubare nekin. Ji ber ku ev rewşa parçeyî û neyekbûna kurdan, rê li ber xeletiyên jêneveger vedikin. Di vê rewşa krîza Rojhilata Navîn de tenê vebijêrkekî kurdan heye ku ew jî divê bi hev re tevbigerin û yekitiya xwe ava bikin.” 
 
'NEKIRINA ŞER DIVÊ XETA SOR BE’
 
Pashang, anî ziman ku divê teqez pêvajoyeke avakirina yekitiyê di navbera partî û avadaniyên kurdan de dest pê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Divê kurd li dora hinek rêgez û xalan mitabeqetekê îmze bikin. Ya herî girîng û jiyanî jî, divê peymanek were mohrkirin ku kurd di navbera xwe de bi tu awayî şer nekin. Û divê ev xal bibe xeta sor a kurdan. Ya duyemîn; divê kurd ne yekser ne jî neyekser bi tu awayî tev li tifaqên herêmî yên zirarê didin gelê kurd nebin. Pêşniyara min a sêyemîn jî ev e; divê avadaniya perwerde, demokratîkbûn û çandî bên xurtkirin û têkiliyên xurt ên aborî û bazirganiyê bên avakirin û bi welatên herêmê re têkiliyên dîplomatîk bên pêşxistin. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd a li her çar parçeyan jî cuda ye. Mesela, têkiliyên demokratîk û şertên demokrasiyê li Tirkiye û Îranê re çiqas baş bin, çareserkirina pirsgirêka kurd ewqas hêsantir dibe. Heke ev demokratîkbûn çêbibe, dê firsenda başbûna mercên kurdan zêde bibin û bi kêrî kurdan bê. Lê şert û mercên li Sûriye û Iraqê cuda ne, rêbazên cuda hene û ji bo rewşa li wê derê bi îstîqrar bibe û baştir bibe, divê piştgiriya dewletên rojavayî hebe.” 
 
DR. ARDEŞÎR PASHANG KÎ YE?
 
Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ardeşîr Pashang li bajarê Kirmanşahê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û li Tehranê dijî. Di mijara pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn de pispor bû û nivîskarê pirtûka “Di Nava Şerê Îran-Iraqê de Kurd” e. Di heman demê de Pashang yek ji lêkolînerên biqidem ê Komeleya Lêkolînên Îran-Rojava-Asyaya Rojava ye. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

07/05/2024
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin