Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were

ÎDIR -  Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newroza Îdirê de axivî û wiha got: “Bi tecrîda li Îmraliyê re rêya aştiyê digirin. Hûn nikarin bi tecrîdê re pêşeroja vî gelê xesp bikin. Dê tecrîd rabe û aştî, azadî û demokrasî were vî welatî.” 
 
Pîrozbahiya Newroza Îdirê ku bi rojan bû amadekariyên wê dihatin kirin, bi coşeke mezin hat lidarxistin. Gelên li bajar dijîn, bi kelecana Newrozê bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê hatin qadê. Pîrozbahî li Qada Kiliçê hat lidarxistin. Jin û ciwan bi cilên herêmî tev li bûn û welatî piştî lêgerîna li noqteyên polîsan ketin qadê. Polîsan xwestin dest danin ser fularên bi rengên kesk, sor û zer û cil û bergan. Lê belê gel bertek nîşan da û polîs neçar man ku paşvegavê biavêjin. 
 
Bi hezaran kes herikîn qadê û bi gerandina govendên li ber dahol û zirneyan li benda destpêkirina bernameyê man. 
 
HEVŞAREDARAN BI HEV RE GEL SILAV KIRIN
 
Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Necla Kum û namzetên navçeyan bi hev re derketin ser dikê û gel silav kirin. 
 
Namzeta Şaredariya Halfeliyê Yildiz Tendîk Paral peyama TJA’yê xwend û piştre jî namzet Necla Kum axivî. Kum, bal kişand ser hilbijartinê û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin. 
 
‘KURD, AZERÎ, TEREKEME Û HER KES XWEDIYÊN VÎ WELATÎ NE’ 
 
Namzet Mehmet Nûrî Guneş jî coşa li qada Newrozê şiband coşa serkeftina hilbijartina 2009’an û ev tişt anî ziman: “Xuyaye ku xelkê Îdirê biryara xwe ya 31’ê Adarê daye. Kurd, azerî, terekeme û her kesên li vî bajarî dijîn, xwediyên esil ên vî welatî ne. Li pêşiya me hilbijartineke dîrokî heye. Serî li her cureyên hîleyan didin. Leşker û polîs veguhestine bajar û qeyûm anku walî mal bi mal digere. Tevî vê jî dê gelê me bersiva pêwîst bide wan.” 
 
BULDAN: EV GEL DÊ DEV JI TÊKOŞÎNA XWE YA AZADIYÊ BERNEDE 
 
Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan axivî. Buldan, ji ewil girse silav kir û got ku Newroz serhildana li dijî zaliman e. Buldan, got ku gelê kurd ji bo azadî, aştî û demokrasiyê bedelên giran daye, her tim rastî tunehesibandinê hatiye û nekariya ziman û çanda xwe bi awayeke azad bijî. Buldan, got ku dê gelê kurd tu caran dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernede. 
 
‘DÊ TECRÎD RABE, AZADÎ WERE’
 
Bi domdarî Buldan bal kişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Hûn bi tecrîdê re nikarin dahatûya vî gelî xesp bikin. Ne tenê li ser birêz Ocalan, hûn tevahiya gel tecrîd dikin. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Heke tecrîd hebe xwişk-biratî nabe,  heke tecrîd rabe dê azadî, aştî û demokrasî were vî welatî.” Di wê navberê de girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Buldan, piştre bal kişand ser hilbijartinê û got ku tevî her cureyên lîstikan jî dê li Îdirê bi ser kevin. Buldan bang li hemû gelên li Îdirê dijîn kir û got: “Dem dema wê ye em bi hev re bimeşin, dem dema azadiyê ye. Werin li dijî talanê em bibin yek û bi hev re bi ser kevin.” 
 
AGIRÊ NEWROZÊ HAT VÊXISTIN
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun jî nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. Piştî axaftinan, siyasetmedaran tevî gel agirê Newrozê vêxist. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî Koma Bajar û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

13/08/2024
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan